Mirov û Qodê Qedrê

Mirov hebûneke bi qodê wîjdana xwe re dikevin lêpirsînê afiriye.

Wekî mînak mirov dema ji malbata xwe kesekî winda dike, ango ew kesa jiyana xwe ji dest da, xizmên wî teze dikevin nav helwestên axîn û ofînê, heyfa wî me qedrê wî nezanîbû.

Dû mirinê re teze dikevin nava lêpirsîna wîjdana xwe û ji bona wî/ê kesê miriye teze hêstên evîn û qedirbilindî berhevî dikin.

Mirov dikare van helwestan bi du wateyan şirove bikin;

1-Wateya yekemîn, mirov dema bi aqilê xwe re rastesat nikaribe bikeve nava helwesta lêpirsînan, di çarçoveya berjewendiyan de nêzikatî çêdike û va jî pir sextekariye û dirûtiye, bi navekî din nezantiye.

Ji berkû bi aqlê xwe re nikarin bikevin têkiliyan û bi gorî rastiya pîvana ku mirov hebûneke pir bi wateye û bi gorî wetaya mirovî qîmet û rêzan ji mirovan re bigrin.
Lewra dema ji malbata mirovan kesek jiyana xwe ji dest da, teze dikevin nava helwesta qîmeteke bê pîvan û bi pesin dayîn mezin dikin. Sedema vê ewe, mirov dema li jiyanê ye, xwestekên xwe û nêrîna hestên xwe bi awayek
psîkolojîk nikarin bi wî kesî re hezkirina xwe bînin ziman û ango hestên xwe bi wî kesî re tu pir hêjayî û qedir bilindî nikarin parve bikin.

2-Wateya duyemîn, mirov hebûneke bi têgihîştina aqil tespîta wateya mirovan hêjayî hezkirinê
hatiye afirandin.

Lewra mirov hebûneke bi girêdeyî hestên ku enerjiya jiyanê ji têgihîştina fikir û ramanê aqil digrin. Mirovên ku jiyana wan çiqasî bi xwendinê re hesbîhal be ewqasî dikevin nava berheva hestan û fikirandina ramanê têgihîştina aqil û ji jiyana derbasî sûdwer digrin. Mirov çiqas difikire ewqasî tespîta xweşî û nexweşiyên ji bûyerên ku di jiyana derbasî de qewimînin sûdwar dibin. Lewra di jiyana gerdûnîde mirov hebûneke bi aqil şaneyî difikirin û diaxivin.

Mirov çiqasî difikire ewqasî dikare bi axaftin bûyeran bîne ziman, ji ber wateya axaftinan, bûyer tesîra xwe li ser mirovan dihêle. Lewra hestên mirovan di qefesa egoyan de pîvana nêzikatiya rastiyan bi hêstên ji hev cûda cûda
bi nirx dikin.

Naxwe mirov ger bikaribe bi egoyê xwe, wê demê bi aqlê xwe dibe kesek kamil û rûmeta mirovan pir bi rihetî bê fikar dikare bîne ziman û xwe bi wê helwestê bi mirovan dide hezkirin, an jî hesûdîyê digre.

 

Behçet Ateş

18-06-2023

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply