Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Ji bo zarokan; Hebê Lebê! Hebê Bi Çenda?

Çîrokekê ji bo fêrkirina zarokan Ji keleporê Kurdî: Hebê Lebê! Hebê Bi Çenda? Em zarok bûn. Apê me Birko (Hecî Îbrahîm), kalekî Heyştê salî bû, nîvmela bû, baş zanîbû çîrokan bibêje û gelek serpêhatiyên wî hebûn.. Dema ku dihat odeyê û zilamên xerîb nebana, tenê yên malê bana, me doza çîrokan lê dikir.. Ji me re digot; qehwê ji min …

Bêhtir »

Memê Miksî: “Mirov bi çi zimanî binivîse nirxê wî zimanî ye, wî zimanî nemir û edebiyata wî xurttir dike.”

Edebiyata kurdî ya nivîskî her diçe pêş dikeve û dewlemendtir dibe. Heta hin berhem hene di asta klasîkên modern ê cîhanê ne. Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Memê Miksî ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Memê Miksî – Bersiv 1: Ez di sala1988 an li gundê Arincê ku girêdayê Miksa Wanê ye ji …

Bêhtir »

Ferz bike

Her şev di peravên bajarên bi xof û metirsî de li xwe digerim û te com dikim. Bi zimanekî biyanî têm benda xwe, xwe dikujim. Min nedizanî kî, kûjerê kê bû. Min nedizanî benê ezmûnê di desta kê de bû. Min nedizanî hebûna min kengî di meclîsa elestê de cîh girtî bû û kengî ez ê ji rûyê zemînê hatibûm …

Bêhtir »

Yusuf Kaynak: ”Di van çil salên dawî de, di zimanê Kurdî de pêşketinek heye”

” Kurdên bi derziyê axê dikolin, roniya çavan direjînin ji bo xebaten xwe, gelek roman, çîrok û helbestên hêja dinivisînin.” Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Yusuf Kaynak  ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Yusuf Kaynak  – 1) Ez nizanim ji ku dest pê bikim, min jiyaneke wusa hêjayî pesindayînê nedîtiye, ku ez ji …

Bêhtir »

Nameyek Ji Kurê Min Mîro (Celadet) Re!

Şeva serê sala nû ye.. Şeva rojbûna te ye.. û ez dûrî te me.. Wey sed carî sala rojbûna te pîroz be.. Rojên te xweşî û geşî bin.. Kurê min! Çem bi paş de jî dirêj dibe û bi pêş de diherike.. Lê qet nasekine.. Sal jî wiha ne.. Jiyan jî wiha ye kurê min.. Pêwîste mirov bi pêş de …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 12 (Amîn Me’lof)

Isfexan, nisfê Cîhan! Ecem, welê dibêjin. Ango: “Isfexan, nîvê cîhanê”. Ev gotin, gelek piştî Xeyam çêbû bû lê hêca 1074’ê de ji ber pesnê bajêr, çi nehatibû gotin: “Kuçên wê cewher, mêşên wê mêşê higiv, giyayê wê safran e!” “Hewayê wê bêhn xweş, embarên wê bê kurm, goştê wê qayîm!” Li bilindahiyeke pênç hezar gav hatî avakirin rastiyek e! Lê …

Bêhtir »

Gundê Min Doda

Nizanim çilo vê nîvrojê Huşê min firiya çû Doda? Gundê ji hezarê salan ve, Bi xanîk û manîk ava.. Dîdevanê bûna min û Jiyana sereta.. Gundê bi dewar, sewal û Keriyê pez.. Bi car, newal û Dar û rez.. Gundê ku li ser Du şivên hesin Maye raketî; Ji jor ve bi nav bûye Serxet û Ji jêr ve bi …

Bêhtir »

Taca Bayî

Dinya tim bi ya xwe dike, di olanên xwe de vedijîne û rûpelên jîyana her kesî diqulibîne. Di dilê xwe de mizgeftekê çê dikim, di dilê yên din de hezar dêr ava dibe. Bi destên xwe bafîrokan difirînim, di ezmanên yên din de hezar bahoz radibe. Jin tên kuştin li benderên jîyana min. Jinên bê cih û bê nav. Jinên …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 11 (Amîn Me’lof)

Li ser Rêya Hevrîşim, ji Çola Xwê hirvetir, bajareke ji avahiyên nivz pêkhatî heye; Kaşan. Ew bajar, ciheke seknê ye. Karwanan, hêca nedayîn kaşên Çiyayê Sîsarkê Keçel, li wê derê bêhn vedidan. Ew çiyayê bêyom yê bûyî warê rêbirên derdora Isfexanê cerd dikirin. Kaşan bajareke, kîl û heriyê bû. Kesên diçûn wî bajarî, çavên wan beytişe li diwareke sererast û …

Bêhtir »