Bi çavên yên din li min nenêre,
bi çavên yên din min nevêjîne min nekuje.
Bu hêsirên xwe bi xezalên xwe bi kanîyên xwe
were li benda min û benê çîroka min biqetîne.
Pira siratê tê vekirin li ber min.
Dîsa were û tu wê birûxine.
Ezê dîsa li keviyên Bendava Ataturk, bavê xwe bipêm.
Bavê minê dîsa bi çîrokên xerîb were.
Bi peyvên bavê min dest û lingên min ê werin kelepçe kirin.
Mirîyên Helepçeyê yê têkevin xewnên min,
dîsa bêwext û bêdestûr, dîsa kîmyasal û vêşartî.
Min bêriya ronahiyê te, hebûna te, helbestên te kiriye
ku min bi zimanê dayika xwe nivîsibû li dereke zemanekî berê:
“Ronahî evîn e, hebûn eşq e û helbest azadî ye.”
Ketim ezmûna te û min tu di gerdûna xwe de wenda kir.
Ka li ku ye Elif?
Li ku ye Mog?
Li ku ye Xaf?
Were û helbestên şîn ji min re bixwîne
ku ez bi êşa evînê re bijîm, hemû kederên xwe jibîr bikim.
Dişewitim û dibim xwîn, dibim xwelî, dibim xwezî
û qêrînên min ên bêdeng de roj rêya xwe wenda dike, dinê dihêle,
ax keserên kûr dikişîne û tovên kor berdide.
Ez bi govên biçûk pêlê axê dikim hestiyên mirîyên min dişikên.
Tu nikanî deriyê dilê xwe vekî: Ne derî mabû ne jî dil.
Niha ez notirvanê dilên bêderî me,
yanî parsekê evînê, parsekê jiyanê, parsekê mirinê.
Dilê min bûye çilkek xwîn, kulmek xwelî û kulmek xwezî.
Dilê min di bin lingên min de ye, eynî mîna berê.
Were û bi peyvekê şîn
dilê min rawestîne
dilê min bipelçiqîne
dilê min binax bike.
Faîk Ocal