Romana Semerqand – 27 (Amîn Me’lof)

Ez bêjim vê raveya ji nişka ve jiyana min serobino kir, yê ne rast be. Reaksiyona  Rochefort li hêviyê bû, min neda der. Ez gelek şaş bûbûm û zehf jî min mereq kiribû lê biguman bûm. Ez li vî zelamî ne bawerbûm. Pirtûka destê xwe dayiyê û pelê wê zivirandîn, yê ji kû bizanibûya pirtûka Emer ya rastîne? Farisî nedizanîya, belko ew xapandibin. Ew pirtûka ti Rojhilatnasan nikariyan heyîna wê rave bikiran, çawa çêdibû ku li Parîsê bû? Min bi edeb got: “Ez bawer nakim!” lê heman demê de ev fikra min ya rastînbû jî. Bi vî awayî hem ez dibûm hevparê coşa wî û hem jî min gumanên xwe jî dianîn zimên. Ez mam hêviya axaftina wî. Rochefort got:

-Min kesek ne ji rêzê naskiribû. Keseke ji bo nivşên pêşerojê re şopekî bihêlê, di dirokê de navê xwe dabû nivîsandin. Padîşahê Tirkan jê ditirsiya û dema Şahê Îranê navê wî seh dikir, ji tirsan direcifîya. Ji silsileya Pêxemberbû lê welê jî, ji Stenbolê hat qewirandin. Çimko di huzûra mela, wezîr û wekîlan de gotibû: “Feylosofî, ji mirovahiyê re hinge pêxemberiyê pêwîste.” Navê wî Cemaleddîn e. Tu nas dikî?

Min nezanîna xwe îtiraf kir.

-Heke Misir, li hemberê Îngilîzan rabûbe, li ser bangewaziya wî zelamî serî hildaye. Xwenda û nivîskarên gelîyê Nîlê hemû bi rêzdarî qala wî dikin. Bi gotina Ustad gazî wî dikin. Bi eslê xwe ne ji Misrî ye jî. Zehf hindik jî maye li wir. Sergumê Hindistanê kirin e û li wê derê jî gelek havalbend ji xwe re civandine. Bi teşwiqkirina wî rojname derketine û komel hatine sazkirin. Waliyê giştî jî ketiye nava fikaran û Cemaleddîn derêxistiye derveyê tixwûb. Ew jî li Ewropayê bi cih bûye û xebatên xwe li Londonê û paşê jî li Parîsê domandine. Ji ber ku di Întrasîgeantê de dinivîsand, me zehf hev didît. Murîdên xwe li min dabûn naskirin. Nav wan de Misilmanên Hindî, Cihûyên Misrî, Marûniyên Sûriyeyî hebûn. Zena min de nav Fransiziyan de havalê wî yê herî baş ez bûm. Lê ne tenê ez, Ernest Renan û Georges Clemenceau jî hene. Li Îngilistanê jî bi Lord Salîsbury, Randolph Churchîll, û Wîlfrîd Blunt re dostanî avakiribû. Vîktor Hugo jî, ji berî mirinê demeke kurt de ew nas kiribû. Hêca vê sibehê jî, min hinek nîşeyên derheqê wî de kontrol dikirin. Min niyete ku bîranînên xwe de ez behsa wî bikim.

Rochefort, ji nav kaxizan, kaxizek bi nivîsek zirav hatî nivîsandin hilbijart û dest bi xwendinê kir: “Zelamek hatî sergumkirin, li min dan naskirin. Di tevahiya cîhana Islamê de, weke kesek ‘şoreşger û reformparêz’ nav dabû. Navê wî Şêx Cemaleddîn, Ezîzek rasteqîn! Çavên wî yên reşên delal, hem nerm û hem pizot, riha wî ya reş tarî, tê heta navika wî û heybetek ecêb didiyê. Keseke ji wan kesên, serwerê girseyan e. Axaftina Firansizî zehf kêm dizaniya lê hinek fêhm dikir. Nezanîna zimanê me bi zekayê xwe dinixwumand. Di bin dîtina wî ya nerm û sakîn de, coşeke bi gurr hebû. Em zû li hev germ bûn, ji lew re bi min re gîyaneke şoreşger heye û her şervanê azadîyê min dikşînê ba xwe.”

Kaxiz danîn cihê wan û domand:

-Cemaleddîn, li kolana Sêze ya nîzingê Madeleîne de, di qata dawî ya otêlekî de mezelek piçûk girtibû. Ji rojnameyên bi balyeyan dişandin Hindistan û Erebîstanê re, li vê derê nivîs dinivîsandin. Ji bo mereqê, carekî ez çûm hundurê wê mezelê. Min Cemaleddîn vexwendibû Durandê şîvê û min gotibû ‘dema ez biborim, ez ê te jî hilînîm.’ Ez rast derketim jûra wî. Nav rojname û pirtûkan de zor dixweya. Hundur de bêhnek giran ya puroyan hebû.

Rochefort, ew qas pesnê zelêm dayî, lê dîsa jî bi gotina hevoka xwe ya dawî re madê xwe qermiçand. Min, puroya xwe nû pêxistibû. Ji ber vê gotinê, min puro vemirand. Rochefort, beşişî û spas kir. Pişt re axaftina xwe domand:

-Piştî ji ber tevlîheviyê lêborîn xwest, çent pirtûkên ji bo wî giring, nîşa min kirin. Bi teybetî pirtûka Xeyam ya bi mînyatoran hatî xemilandin. Got: ‘Navê pirtûkê Destnivîsa Semerqendê ye. Naveroka wê, çarînên helbestkar yên bi destê xwe nivîsandîne. Li keviyê mêjû danî ye.” Ka çawa pirtûk ketiye destê wî, ew jî vegot.

-Good Lord!

Dema min bi Înglîsî, hana xwe gihand xwedê, bû tiqtiqa Henrî. Welê dixweya ku diviya min nebaweriya xwe daniya alekî û bi dil û can guhdarî wî bikira. Ji vê kêrdar bû û bi stemkar got:

-Belê di vê mijarê de tiştên Cemaleddin gotîn nayên bîra min û domand. Wê şevê, pêtir me qala Sudanê kir. Paşê ew destnivîs êdî min nedît. Lê ez dikarim ji heyîna wê re şehdebîniyê bidim. Dîsa jî ez ditirsim ku winda bûbe. Çi tişta di destê hevalê min de hebe, hat şewitandin û hilweşandin an jî hat belavkirin.

-Pirtûka Xeyam jî?

Bersiva Rochefort, bi tene işareteka wêrekiyê dabû. Paşê jî bi coşdarî dest bi vegotinê kir. Carna jî li nîşeyên xwe dinihêrî:

-Dema şahê îranê 1889 an de  ji bo pêşengehê hatî Ewropayê, ji Cemaleddîn re gotibû: “Şûna tu emrê xwe li nav gawiran de biborînî, vegere Îranê.” Dayîna peywirek giring jî jê re tuwanc kiribû. Cemaleddî jî şertên xwe pêşkêş kirin. Şertên wî ev bûn: “Divê makezagonek bêçêkirin, hilbijartin hebin, ‘weke welatên hemdem’ herkes pêşberê zagonan de wek hev be û demanên ji dewletên biyanî re tên dayîn rabin.” Rewşa Îranê, bi salan bûbû mijara karîkatûrên me. Çêkirina rêyên li Îranê, di destê Ûrus de bûn û niha jî perwerdehiya leşkerî ketibû destê wan de. lîwayek ya Kazaxan avakiri bûn. Ev lîwaya Îranê ya herî bi techîz bû û bi raste rast ji fermandarên Çar, ferman distand. Li milê din Îngilîzan, li hemberî parîyek nan xebitandina hemî kan û darîstanan dest xistibûn. Ji bilî van, mafê xebitandina banqeyan jî dest xistibûn. Awistralyayiyan jî dest bi ser kargêriya posteyê danîbûn. Cemaleddîn welê dizaniya ku xwestina bi dawî anîna mutlaqîyetê û rakirina tawîzên ji bîyaniya re hatîn dayîn yê bên red kirin. Lê bi şaşwazîyek mezin, dît ku şah hemû şertên wî pejirandine û wehda modernkirina welêt da ye.

“Cemaleddîn çû Îranê, li rex fermanrewan bû. Ewul fermanrewan jî zehf nîzingê wî bû. Lêbelê reform man hilawistî. Makezagonek? Melayan li şah dan bawerkirin ku ew dijî zagona xwedê ye. Hilbijartin? Ehlê qesrê digotin: ‘Heke şah, otorîteya xwe ya mutleq winda bike yê soxîna wî bibe weke ya Louîsê XVI. tawîzên ji biyaniyan re hatîn dayîn? Şûna wan hilîne, ji ber ku fermanrewan her tim di tengiyêdebû, mecbûr ma hin tawîzên din dan. Di hemberê pazdeh hezar sterlînan de, monopola tituna Îranê, dabû şirketeke Îngilîzan. Şirketê ne tenê mafê firotina derve, ya hundur jî standibû. Li vî welatê jin, mêr, zarok herkesî nargîlê dikişand, ev işek gelek bi kar bû.

“Ev agahiya dawî ya derheqê tawîzan de, hêca bi fermî li Tehranê nehatî îlankirin, bi belavokên xef hatibû belavkirin û hatibû xwestin ku şah ji vê biryarê vegerê. Ji van belavokan yek gihabû heta jûra fermanrewan ya razanê jî. Guman dikirin ku Cemaleddîn ev belavok nivîsandin e. Cemaleddîn endîşedar bû û biryara berxwedana pasîf da. Li Îranê adetek hebû: Dema yek ji jiyana xwe an jî ji azadiya xwe bifikar bibûya, diçû nav tirbên nîzingê Tehranê û xwe dispêriya yekî ji wan. Li wê derê nedihat girtin. Cemaledîn jî welê kir û bi vê helwesta xwe girseyên gel, xistin nava tevgerê. Ji her çar aliyê Îranê, bi hezaran kes ji bo dîtin û guhdarkirina wî ketin rê. Fermanrewan ji vê yekê aciz bû û fermana derêxistina wî ya ji wê derê da. Tê gotin ku hêca ev îxanet nekirî zehf fikirîye. Lê sedrezamê wî, bi vê gotinê ew îkna kiriye: ‘Cemaleddîn keseke li Ewropayê gihiştiye. Ji ber wê mafê wî tine ji têkilnebûyîna gorîstanê kêrdar bibe.’ Leşker bi çekên xwe ve, ketin vê dera îbadet lê tê kirin. Nav ziyaretvanan re navbirek vekirin û Cemaleddîn girtin. Çi tiştên wî hebin hemî şelandin û nîv tazî heta tixûb xirandin. Wê rojê, li ser wê tirbê, destnivîsa Semerqendê di bin lingên leşkeran de winda bû.

Rochefort, rabû ser xwe, pala xwe da dîwêr, çengên xwe bin hev re kirin û axaftina xwe domand:

-Cemaleddin zindî, lê nexweş bû. Bi teybetî, nav ew qas kesên bi heyran heyran guhdarî dikirin de hatî piçûk xistin û kesekî ji wan dengê xwe dernexistî hezm nedikir. Ji vê jî hin encam derêxistin: Li Misir, Fransa û Tirkiyeyê nav locayên masonandebû û temenê xwe hemî bi şermezarkirina melayên bawerhişk borandibû. Lê soxînê, ji bo şah bitewînê, biryara karanîna çekê xwe yê dawî da. Çi dibû bila bibûya, ji her encamê re jî amadebû!

“Bi vî awayî, ji melayê mezin yê Îranê re, nameyek dirêj nivîsand. Digot: ‘Fermanrewan, malên misilmanan erzan difiroşe kafiran.’ Xwest ku pêşiyê li vê yekê bigire. Ji vê pê ve, te di rojnameyan de şopandi ye.”

Qasî tê bîra min, çapemeniya Emerîkiya nivîsandibû, Melayê mezin yê Şiiyan daxuyaniyek şaşker da: “Ew kesê titunê bikişîne, -xwedê zû bişîne- dijî Mehdî ye. Ji wê rojê pê de, ti kesê Îranî cixare nekişand. Nargîle hatin şkênandin, dikanên titunfiroşan hatin girtin. Jinên şah jî, bi hûrgilî ev ferman cih anîn. Fermanrewan endîşedar bû. Di nameya ji melayê mezin re şandî de, bi sucê: “qedexekirina titunê, tu bi tendurustiya misilmanan dileyizî” tewanbar kir. Lê boykot, pêtir hat şidandin. Li Tehran, Tebrîz û Isfexanê xwepêşandan hatin li darxistin.

Rochefort domand û got:

-Vê pêlê re, Cemaleddîn gihiştibû Îngilîstanê. Li wê derê ez tûşî wî hatim. Em qasekî dirêj axivîn. Welê dixweya ku nedizanî ka çi bêjê û şaşwazbû. Hema digot “divê şah bê qulibandin” Ev zelamê birîndar û hatî piçûkxistin, ji tolhildanê pêştir ti tişt ne difikirî. Bi ser de jî, eksa fermanrewan, ew rehet nehiştibû. Şah ji Lord Salisbury re nameyek nivîsîbû: “Ji ber ku dijî berjewendiyên Îngilîzan derket, Me ev zelam qewirand. Ew xwe dispêre Londonê!” Bi fermî, ji şah re hatibû gotin: ‘Îngilîztan, welatek azad e. Ti zagonên pêşiyê li zelamekî penaber bigirin nînin.’ Lê bi teybetî soza, yê rêyên qanûnî yên fealiyetên Cemaleddîn teng bikin bên dîtin, hatibû dayîn. Ji Cemaleddîn jî, ricaya seyaheta xwe ya li Londonê dirêj neke hatibû kirin. Piştî vê ne bi dilê xwe, lê çû Stenbûlê.

-Niha li wir e?

-Erê. Tê gotin ku zehf mehzûn e. Sultan ji wî re qesrek terxan kirî ye. Li wê derê dost û mûrîdên xwe qebûl dike. Lê derketina welêt qedexe ye. Di bin çavgirtineke dijwar de bûye.

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply