Xelata Albatrosê Min

Ji bo Albatrosê xelat e di dilê xwe de hewandina qûrşin û asîmen.

Tim rengê qûrşinê reş û yê asîmanê şîn e.

Hezkirin çi bû, Nefertîtî kî bû Albatrosê min?

Kî sûcdar, kî mafdar bû?

Piştre bêdawî kî bû yan jî çi bû?

Li her derê bêhna tirsê heye.

Bêhna tirsê ketiyê her derê.

Ketiye kûrahiya newalan, ketiye navbera nivilan, ketiye taldeya gêlîyan.

 

Ez bêriya Binevşa Narîn dikim, her ku Cebelîyek can dide di canê min de.

Hesret bi behrên xwe yî êgirî tê û şilftazî diçe.

Gor bi gor mezin dibe Şêxê Sen’an.

Ji min dûr dikeve keçika fileh.

Kes ji kesî hez nake, kes behra di dilê xwe de nabîne.

Ji bo wê her kes bi ava xwe tê û di behra yên din de difetise.

Her kes bi Albatrosê xwe tê û bi Albatrosê yên din têk diçe.

Terîkandineke dojehî dimîne li dû her kesî.

Dûmahiyeke xedar digire dewsa her kesî.

Leşkerên Roma Sipî rêya xwe wenda dikin di daristanên dilê min de.

Eskerên Roma Reş pêşiyê min digirin hesêb dipirsin ji min.

 

Li her derê sîyên tarî hene.

Jiyana min derdest dikin sîyên tarî.

Li benda Albatrosê xwe me.

Çîrokên berê bi min nakin.

Barê min hîn giran dibe geşêdanên min xedar.

Di zaviyên yên de li hestiyên xwe digerim.

Dizanim dawiya lêgerîna min nayê.

Di çavên xwe de asîmanên reştarî vedişêrim.

Dizanim hemû mirin bi rengên cûda tên

û rengê mirina min nîn e mîna jiyana min.

Albatrosê min her tiştî dizane:

Kê jîyana min bir kê mirina min kêm kir?

 

Min firandina Albatrosê xwe li pişta qûrşina reş û asîmana şîn şidand.

Qetiya tizbîya dilê min.

Belav bû libên rehên min.

Ji bo wê ez tim zayîneke kevnar im, birîneke nû me.

Binevşa Narîn li ber çavên min kuştin.

Edî li asîmanên min ên şîn evîn tim qûrşinekê reş e.

Û Albatrosê min di hesreta welatê min de

tim kulmek agire, parîyek soze, baqek dile.

 

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply