Ji hêza (Helbest)

Ji hêza demê re nikarî tiştek bêjî
ne dikarî pêr’e birevî ne jî dikarî pê bigrî
ne dikeve destan, ne ji dikeve himbêzan
divê rastîya demê bê dîtin û li gor wê demjimêra xwe miheng bike
wê çaxê ji nerindî,dexesî,ez ezî xudbînîtî û dijbertîyê bireve
tu ji çi hezbikî ew jibo te bi nirx û mezine ..
nirxê hez û rûmetê di dest de ye ..
temenê kin dema bê rawest
jibo xwe tiştan nexe west !..
dibêjim divê dem ne jibo nebaşîyan
mirov jibo başî û bedewîyan zemanê xwe terxan bike
Xwendina çend rûpel pirtûk,
geştîyarek bi tendurist
silavekî gerim
çayek bê minet ,
beybûnek ji xwezayê bêhn bike
berê xwe bide bayê çolan
hilkişîne nav hinav û dilan
her aştîxwaz be, bi hêvîyên xwera bistrê
stranekî guhdarke têveke semaya jîyanek bextewar
li tîlîlîyê bixe jibo qedrê mirovbûnê drûşmeyek biqêre
bijî jimin re ku ez xwe tevê jîyana xwezayî û dilperîstîya dilistanîyên xweşbîn dikim.

Bawer Berbang 

Derbar Bawer Berbang

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply