Siûd Kîkî: ”Zimanek nebe yê perwerdê, nikare bazara xwe çêke”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Siûd Kîkî ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Siûd Kîkî- Spas ji bo vî karê ku tu dikî. Helbet ji bo xebata te ya li ser zimanê kurdî jî…

Ez di sala 1968an de li gundekî Qosera-Dunayser- Mêrdînê hatime dunyê. Mektebên seretayî, navendî û lîse li vî bajarî, ya unîwersîte jî min li Stenbolê, beşa Edebiyatê xelas kir. Niha jî mamostatiya Ziman û Edebiyata Tirkî dikim.

 

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Siûd Kîkî- Min ewil, piştî qedandina unîwersîteyê dest bi hin nivîsan kir wek hîkaye. Sebeba ”çima?”, ev bû: Di salên 1994an de ez li saziyên kurdan dixebitîm. Yek ji wan weşanxaneya Doz’ê bû. Wekî din di radyoya Awistralî SBS beşê kurdî de (Bi birêz Şahîn Soreklî re) mehê carekê rapora welat ya siyasî, kulturî hwd. ji aliyê min ve dihate hazirkirin. Ji bilî van saziyan ez li dor 2-3 salan li rojnameya hefteyî Welat û li pê wê Welatê Me, demek kin Ozgur Gundem û carinan jî ji bo alîkariyê, bi rojnameya hefteyî Newrozê re xebitîm. Dîsa bi organîzekirina weşanxaneya Dozê ez di kovara Serbestî û Pelînê de jî him wek xebatkar û him jî di hazirkirina dosya û nivîsên din de xebitîm.

Di nav wan şertan de helbet jiyana ku em di nav de bûn; ya welat, tesîra xwe li kesên wek me kurd, dikir. Têkiliya min û edebiyatê jî bi munasebeta beşê unîwersîtê hebû. Berhemên min ê pêşîn di kovara Nûdemê de wek hîkaye derketin. Ez ne şaş bim du heb bûn. Di rojnameya Welat de jî bi navê Azad Kiliç yek derket.

Doz Basım Yayın Siud Kiki Roman Kitapları - Hepsiburada.comNaveroka wan her sê hîkayeyan ji hev cudatir bûn. Niha navê wan jî ji bilî Ez û Hez, ne di bîra min de ne. Ez û Hez, li ser tenêtiya kesekî ku li bajarê mezin dijî, bi awayekî derûnî, zimanekî hîssî, nîvçêkirî û ji hêla maneyê sergirtî bû. Temaya eşq û tenêtiyê tê de bû. Ya ku di Nûdemê de derket ya din jî li ser kuştina kesekî ku di wan salan de ji aliyê Faîl Ne Diyar bû. Di wan rojana de li welêt herkes ji xwe ditirsiya. Psîkolojiya mirinê; ne bellî bû wê kî, kengî li ku bê kuştin, di wan demana de di rojevê de bû. Biryara kuştina gellek kesên ku ji aliyê civakê ve dihate hezkirin, bi zanebûn dihate stendin. Çavtirsandina civakê, ji aliyên wan derdoran werê dihate plankirin ku herkes ji xwe bitirse, ne bellî be dora mirina kê ye û hwd. Gellek riyên terorkirina civakê bi zanebûn dihate kirin. Ev jî bû sebeb ku ez wê hîkayê binivîsim.

Hîkaya din jî li ser gundê şewitî û kesên ku ji cih û warên xwe bidûr ketibûn, li gund û bajaran ji bo debara xwe, li zekat û alîkariyê digeriyan bû. Ew jî li ser jinikek û zarokên wê ku wek ne elimîbûn karê ”parsê”, serboriyek kin bi çavên vebêj, hatibû nivîsandin.

Dû re min bi navê Demên Buhurî hin rêze hîkayeyên ku qala serboriyên kesayetî dikin, nivîsand. Ev hîkayetana giş di kitêbekê de ku ji aliyê weşanxaneya Dozê hate çapkirin, di sala 2008’an de bi navê Dawiya Bê Dawî derket.   

 

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Siûd Kîkî- Divê hurmeta mirov ji hewla wan kesên ku ji bilî kurdî, bi zimanê din nivîsandine, hebe. Ji dêvla ku em wan ”tunne” bihesibînin, mirov li wan bi xwedî derkeve, çêtir e. Ji ber ku ew di berhemên xwe de qala welatên xwe, rewş û kultura xwe, êş û serpêhatiyên kurdan dikin. Belkî bi kurdî nenivîsandina wan di hundurê wan de wek êşekê, kêmaniyekê yan qelsiyekê her mabû/maye. Nayê maneya ku ez destekê didim wan, lê rewşa ku ew tê de bûn, hakimiyeta wan î zimên û derfetên wan ên din gava li ber çavan bê girtin, mirov naxwaze neheqiyekê li wan bike. Mirov bêtir şertê ku wan aniye wê nuqtê derxe pêş, çêtir e. Qeneeta min bi vî rengî ye.

Ez ne şaş bim James Joyce bi eslê xwe Îrlandayî ye, lê berhemên wî bi îngilîzî ne. Niha jî li Dublînê, paytextê îrlandayê muzexaneyek bi navê wî heye. Yaşar Kemal jî mîna wî ye. Lê dîsa jî bi kurdî nivîsandin ji bo min ”xeta sor” e. Herkes karê xwe li gorî zeman, rewş û berjewendiyên xwe dike. Ev wek ”tercîhekê”him berê û him niha jî tê hilbijartin. Bi zorê kes nikare ji yekî/ê re bibêje ”tu çima bi zimanê xwe nanivîse!?” lê dîsa jî wekî ku te jî aniye ziman, ev mesele her gav dibe sebebê gengeşiyê, dibe sebebê rexneyê û ez jî di nav de gellek kesên din, yanî me ji vî halî gazin kiriye.

Helbet dîrokvanên edebiyata kurdî wê di pêş de qala van hewlan bikin; kesên ku berhemên xwe bi zimanê xwe nivîsandine û xwedî qîmeteke edebî bin, wê ji kutupxaneya kurdî re bê hesibandin.

 

Lokman Polat – Pirs : 4 – Romana te ya bi navê “Ser bi Ser” Romanek baş bû? Piştî vê romanê te romanek din, pirtûkek din neweşand. Gelo çima?

Siûd Kîkî- Na! Şertê ku mirov tê de rotaya mirovan diguherîne. Heta niha min çend caran hewl da ku ez ceribandinan bikim, lê nîvco mane li benda ku ez belkî carek din li wan kar û projeyan vegerim. Camêrekî carek din pirsek wek vê ji min kiribû. Bersiva min dîsa nêzîkê vê bû. Wî jî bal kişandibû ser gotinek bi vî hawî: Wî digot ”edebiyat-nivîsandin- tiştekî werê ye ku divê tu ji wê re bixebite, xwe bike malê wê. Zemanê xwe gişî ji wê re terxan-veqetîne- bike. Wê wextê berhemê giranbuha derdikevin holê..”.

Lokman Polat – Pirs : 5 – Naveroka romana te li ser çi bû? Derbarê vê romana xwe de dikarî hinek kurteagahdarî bidî xwendevanan?

Ser bi SerSiûd Kîkî- Ser Bi Ser, ne kîtabek plankirîbû. Carekê rojnamevan-nivîskarekî tirk di nivîsek xwe de digot zimanê kurdî têra nivîsandina edebiyatê, nemaze romanekê nake. Wek înat min ew nivîsand.

Helbet naveroka wê li ser nivşên kurdên ku bi awakî koçberî bajarên mezin yên Tirkiyê bûne wek mînak Stenbolê; derdên wan, eşqên wan, kar û xebata wan a netewî, edebî, cinsî, ticarî û têkiliya wan him ya xwe bi xwe û him ya bi miletên din re…

 

Lokman Polat – Pirs : 6 – Dema romana te derket min kirî û xwend û herweha min wê gelek eciband û derbarê wê de nivîsek nirxandinê jî nivîsî. Gelo te ew dem wê nivîsa min dît û xwend? Heger te xwendibe te nivîsî çawa dît?

 Siûd Kîkî- Ez danasîna kîtabên kurdî bi kêf dixwînim. Ew jî yek ji wan bû. Sihetxweş ji bo karên werê pîroz ku te giraniya xwe daye û her berdewam dike. Hurmeta min jî ji wan kesên ku vî karê pîroz dikin, heye.

Ez danasîna kîtabên kurdî bi kêf dixwînim.

Di karê edebî de ihtiyac ji van danasîna re heye, lê belkî jê bêtir ji aliyê bikaranîna teknîka romanan, tahlîla karakteran, lihevhûnandina bûyeran, çêkirina atmosfera fiction-kurgu- û ziman û uslûba nivîskar jî wek rexnegiriyek bê kirin, bi awayekî profesyonelî, wê hîn rohniyekê ji bo kesên karê nivîsê dikin, baştir be. Ji bo van karan jî rexnegirên edebiyata kurdî lazim e. Belkî ev jî têrê neke; werger divê bê kirin ji bo romanên kurdan. Nivîskarên kurd, divê xwe di mêzîna rexnegiriya dinyê de bibîne. Bê ka gelo ew di zimanê biyanî de, li hember xwendevanên wan zimanan di çi astê de ye.

 

Lokman Polat – Pirs : 7 – Ji blî min kesekî din, edebiyathezekî yan rexnegirekî wêjeyê li ser romana te tiştek nivîsîn yan na? Û digel vê pirsê, gelo Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Siûd Kîkî- Qasî ku tê bîra min Mihemed Sanri nivîsandibû. Wekî din ku hatibe nivîsandin jî, ez lê rast nehatime.

Li ser rexnegiriyê ji xwe min li jor hinekî behsa wê kir. Di navbera danasîn û rexneyê de gellek ferq heye. Di edebiyata kurdî de peyva ”rexnegir” hîn ciwan e. Berhema min jî wek yên din, pir li ser karê rexnegiriyê nehatiye kirin. Ez dikarim vê bibêjim. Bi dûr û dirêjî te di Pêncî Romanê Kurdî de qala wê kiriye.

 

Lokman Polat – Pirs : 8 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Siûd Kîkî- Zimanek nebe yê perwerdê, nikare bazara xwe çêke. Sedsala 20an wek ya kominîkasyonê tê binavkirin. Zimanê dewletê jî navgîna wê kominîkasyonê ye. Edebiyat jî bi saya wan derfetan zû şîn tê li ser zeviyên werê. Edebiyata devkî xuya ye û gava sîwanek jê re wek saziyên xurt çênebe wê ber bi qelsiyê ve here, lê rewşa ya nivîskî li beşên Bakur qelstir e ji ya devkî.

Mirov dikare gellek fikran bibêje, lê di wextek nêzîk de saziyên gelemperî çênebin ji aliyê dewletê, unîwersîte û mekteban, wê rêjeya wê ber bi qelsiyê ve here. Kurd dikarin mecraya internetê bikarbînin. Nivîsandinên rojane gava ji xwe re bikin edet û bi zimanê xwe binivîsin, xwendekariya mecraya medyayasosyal, derfetek bêhempa ye. Lê ka ew şiyarbûn, xîret û jîrbûna ”entellektuelî!?”

 

Lokman Polat – Pirs : 9- Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Siûd Kîkî- Ez nikarim wan bidim ber hev, lê helbest-şiîr- û hîkaye ji ber avakirina wan li gorî romanê ”hêsan” xuya dibe, wek bêtir tê tercihkirin.

 

Lokman Polat – Pirs : 10 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî? Û li gorî dîtina te rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye?

Siûd Kîkî- Di bersivekê de min qala rexnegiriyê kiribû. Rexnegirî karekî wiha ye ku ne tenê edebiyat, sen’etên din; di her awayê heyatê de lazim e. Ji bo pêşdeçûna civakê, xurtbûna kesayetiya însanan, ev navgîn lazim e. Di felsefeyê de tiştê herî muhîm, ”şik/şuphe” ye. Gava ronakbîr-entellektuwel bi vî awayî nefikirin, pêşdeçûn çênabe.

Rexnegiriya me kurdan jî divê ne ”pesindayîn” be. Ne şuxle karê ”xalo-xwarzê” be, tê de fedî, tirs û hesabên din hebe, dîsa nabe tiştek. Ji bo wî hawî di pirsên pêş de min bal kişanda ser ”wergerê”. Bi saya wergerê, him ji edebiyata dinyê bo kurdî û him jî ji kurdî ber bi zimanê biyanî werger lazim e. Mînak em li berhemên tirkî binerin. Tirk pesnê gellek nivîskarê xwe yên dewrên ewil ên nivîsandina roman, hîkaye û celebên din î edebî didin. Lê wergera van nivîskaran çiqas li ser zimanê biyanî çêbûye û heger hebe jî ev berhem di her wextê de têne xwendin û dîsa wergerandin yan jî ji nû ve çapkirin!?

Wek mînak berhemên klasîk wek nû hatibin nivîsandin, her têne çapkirin. Eynî tişt ji bo kurdî jî di rojevê de ye. Gelo romanên ku têne nivîsandin, li gorî asta dinyê çawa ne û ev berhemana çiqas aktuel in ji aliyê naverok, teknîk û fiction-kurgu û hwd!?

Rexnegirî li gorî min, karekî pîroz e. Bi xêra rexnegirên bêalî û şareza, him edebiyat û him jî civak ber bi merhaleyên pêş û asta xwe bilind, diçe.

 

Lokman Polat – Pirs : 11 – Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

Siûd Kîkî- Rast e. Ez jî hindik dixwînim.

 

Lokman Polat – Pirs : 12 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî? 

Siûd Kîkî- Di berhemên edebiyata dinyê de jî ev qalkirina cinsî, ne pirr kevn e. Di filmên Holywoodê de, ne şaş bim, ew sahne sal bi sal pêş ketiye. li gorî sewiya civakan ev tiştana wext dixwaze.

Edebiyata erotîk û nivîsên porno, li gorî min ne eynî tişt in. Ji xwe porno ne edebiyat e. Em werin ser edebiyata erotîk…

Ev terz wek tercîh ji aliyê hin nivîskaran zêde derxistin ber çavan û ji aliyê hinekan jî wek têkiliyek însanî, hate û hîna tê bikaranîn.

Ez terefê jiyana rastîn im ku di berhemê de vegotina wê tê kirin. Ji ber ku ji bo xwendevan karibe têkeve nav atmosfera berhemê, divê fiction-kurgu- ji hêla rastiyê ve bişihibe jiyana rojane. Vebêjer, wer atmosferekê çêbike ku xwendevan piştî merheleyekê ji bîr bike ku ev nivîs hatiye çêkirin, jê bêtir hatiye jiyandin. Gava nivîskar karibe xwendekar îkna bike ku ferqa tiştên tê qalkirin û tê jiyandin yek e, bixwe xwendekar jî dikeve tengala karakter û ber bi macerayan, ber bi heyecanan ve diherike.

Îcar di vir de her şikil têkilî, cinsî jî di nav de, wek tercîhekê, di berheman de divê qala wan, li gorî rewşê, bê kirin. Ji xwe rastiya jiyanê jî ma ne were ye ku berhema edebî jî siya vê jiyanê bixwe ye!?

Bazara edebiyatê û xwendevan li gorî eleqeya xwe, xwe nêzîkî wan berheman dike. Heger hinek nivîskaran zêde qal kiribe yan kêm qal kiribe, bi temamî dimîne tercîha xwendevanan.  Dawiya dawî bazar nirxê wan kîtaban, li gorî firotinê û xwendinê eyar dike. Lê li gorî sen’et û qîmeta berhemê, zeman nirxê wê dû re tayin dike.

 

Lokman Polat – Pirs : 13Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

Siûd Kîkî- Min qismek ji wan xwendiye. Ji xeynî yên kurdî, di gellek berhemên romanên dinyê de ew sahneyana hene. Yanî belkî bi me ecêb tê, lê ji bo edebiyata dinyê zêde bal nakşîne.

Wek li jor jî min qal kir, nivîskar îhtiyaç dîtibe, qal kiriye. Qalkirina tiştên werê nîşana pêşdeçûna fikra edebiyata kurdî ye û kesên ku wek tiştekî normal ew xwendibin û normal dîtibin jî nîşana asta kesayetiya kurd dide ku ew welatiyê dinyê ye. Dikare bi rehetî entegreyî civaka dinyê bibe.

 

Lokman Polat – Pirs : 14Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

Siûd Kîkî- Di vê meselê de dikarim vê bibêjim ku min berhemên kurdî giş nexwendiye, ji ber wê ez ne hakimê wê meselê me. Lê di yên ku min xwendine de bêtir Realîzm û Realîzma Civakî bêtir li ber çavan e.

 

Lokman Polat – Pirs : 15Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

Siûd Kîkî- Xeyal ne tiştekî ku ji hewa hatiye, em li pê wê digerin, ji bo wê îlhamê bi dest xin. Li gorî min xeyal di berhema edebî de carna dibe xerca bûyerên hatine jiyandin û wan pev dicebirîne, wek zemqekê ye. Helbet karakterên berheman xwedî xewn û xeyalan in, bi xêra wan xeyalan mobîlîze dibin. Xwendevan jî didin pey wan û dikevin nav pelên kîtabê.

Berhemên edebî îlhama xwe bêtir ji rastiyê distînin û bi xeyalê têne ba hev, dibin wek avahiyekê, lê ji bo ku xwendevan daxilî nav wê dinyê bibe, nivîskar xwe bi şûnde vedikşîne, bi riya vebêjer, bi destê xwendevan digre û wan li pey xewn, xeyal û fantaziyan digerîne. Li vir gava qala xeyalan tê kirin jî, wek mînak cihekî wek buhiştê-cennetê- jî dîsa tarîfkirin, bi gelemperî teşbîh, ji jiyana rastiyê tê stendin.

Tiştê ku me diye, em dikarin qala wê bikin. Belkî hin nivîskaran bi riya xeyalê berhemên xwe bi serkeftî afirandine, ku li gorî xwe utopyak çêkirine;lê li hemberî wê post-modernîstan bi berhemên xwe yên dîstopîk, ev xeyal kirine xeyalşikestin.

Dem bi dem civak tê guhertin, rewşa dunyê şer û pevçûn di nav de ya siyasî û ekonomîk, şert û mercan dugurîne û ev jî tesîra xwe li ser şexsan dike. Bi vî hawî nivîskar jî endamê wan civak û wan deman in. Mirov nikare nivîskar ji şertên ku di nav civakê de tê jiyandin bi dûr bixîne.

Hêviya kesan li gorî dem û dewranan tê guhertin. Edebiyat jî îlhama xwe ji van guhertinan distîne.

Wek mînak Ayn Rand, di nivîsek xwe de ku salên 60-70’yî derketiye de dibêje roman miriye. Sebeb jî, li gorî wê, mirov êdî ji rastiyê aciz in û bêtir bala xwe didin fantaziyê. Fantazî û xeyal çiqas nêzîkî hev in, ew jî mijarek e ku mirov dikare li ser bipeyive. Li gor xwendinên min tiştê ku zêde xeyal û fantazî tê de hene, zû tê jibîrkirin û berhemên ku îskeleta wê li ser bûyerên rastiyê hatine avakirin, tesîrek mezin li ser kesan dike. Heta berê rotaya wan ya jiyanê diguherîne.

Di edebiyata kurdî, nemaze romamên kurdî de xeyal çawa ye, di çi merheleyê de ye, karê lêkolînvanan e helbet. Li gorî qeneeta min nivîskar ne xeyalfiroş e. Jiyaneke rasteqîn, pîne bi pîne, li hev dihûne û pevdidrû wek ku bi rastî, ji aliyê karakter ve hatiye jiyandin.

 

Lokman Polat – Pirs : 16Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çîne? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Siûd Kîkî- Min bi vî hawî bala xwe nedaye berhemên kurdî. Dibe ku tespîtên te rast bin. Ji xwe berhem ya biyografîk yan otobiyografîk in. Yan wê nivîskar qala serboriyek xwe bike yan jî yeka/î din. Lê hin berhem dibe ku tevlihev bin jî. Ji bilî romanên tarîxî ku qala şexsên naskirî dikin.

Nivîskar di avakirina berhema xwe de li gorî tecrûbeyên xwe, serpêhatî û sekna xwe, mudaxeleyî berhemê dike. Her çiqas qala yekî/a din dike jî di diyalog, fikirandin û teswîran, nirxandin û her şikil şiroveyan de li şûna karakter, ew bi kelîme, biwêj û xeyalçêkirinên xwe, daxilî vegotinê dibe.

 

Lokman Polat – Pirs : 17Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. 

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. 

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

Siûd Kîkî- Hurmeta mirov divê ji derbirîna kesan hebe. Ne ku em ê wan mahkeme bikin, dibe ku di gotinên wan de rastî xurt be jî. Wek notekê ji tarîxê re hate nivîsandin. Ew peyv ji devê wan derket û ew bûne mahkûmê wan gotinan. Ev meselak dinê ye helbet.

Em bên ser Romana Kurdî heye? Helbet heye.. lê yek dikare bibêje li gorî asta miletên din qels e yan jî li gorî miletekî bêdewlet, bê sazî û avahî, dîsa jî xurt e. Ew kesên ku dibêjin Roman, dibê haya me ji çêbûna vî celebî hebe. Mesela romana ewil ya herî bi rêk û pêk, ya Don Kîşot e. Cervantes bi riya vebêjerê xwe dibêje wî ev hîkayatana ji yekî Fasî (ez ne şaş bim) sitendiye. Yanî qala meseleyên pevgirêdayî, karakterên xurt, hûnandina bûyeran ya xurt û pevgirêdayî, vegotina vebêjerekî tê de heye. Berî vê romanê jî dikare bê gotin Homeros di Odysseîa de qala şervanekî, hûnandina bûyeran û vegotinek xurt dike ku mirov dikare bibêje belkî wek terz, yek ji romana nivîskî ya ewil bê hesibandin ku her çiqas bi awayekî şiîrê (manzûm) hatibe nivîsandin. Senaryoya filmekî Holywoodê xweş jê derdikeve.

Îcar li vir roman qala çi dikin bi gelemperî? Helbet serboriyek însanekî bi awayekî çêkirî, rastî û xeyal di nav hev de, tê de hebe, muhîm e. Belkî îro Tolstoy rabe, romana îro ya modern ne ecibîne, li gorî terza wê wextê, van berhemên nuh wek roman bi nav neke. Gellek kesên ku çavên xwe bi romana klasîk vekirine, ji wan heye divê roman her werê bimîne. Lê di ser wan terzana de gellek dem û gellek afirandinên nuh derketine.

Çawa li jor min qala guherandina civakê kir, li gorî wê him şexs û him jî edebiyat tê guherandin, li ser ruyê erdê celebê nivîsandina romanan jî têne guherandin.

Di romanên klasîk de ewil danasîna karakter û mekanan dihate kirin, di demên vê dawiyê de ev qalkirin di nav berhemê de wek unsûrek meraqê tê veşartin û karakter ne ji aliyê vebêjer tê danasîn, carna ne ji aliyê karakter bi xwe tê danasîn, gelek carî bi hal û hereketên xwe karakter, xwe dide naskirin. Ev jî dibe sebeb ku nivîskar heta bi dawiyê hîsa xwendevan ya meraqê di astek li jor de digre, pê herikbarî û zewqa xwendinê bêtir dike. Xwendevan her tiştê pêşî zanibe yan di nav xwendinê de bielime, ev bi temamî dimîne ji tercîha û uslûba nivîskar re..

De îcar em werin ser Roman Kurdî… romana dinyayê werê hatiye guherandin di nav zemên de, mirov wê ji kîjan berçavkê yan ekolê yan mêzînê Romana Kurdî binirxîne û bigihêje wê baweriyê ku ew ne roman e!? Ew kesên ku dibêjin romana kurdî tune, haya wan baş ji romana dinyê heye gelo!?

 

Lokman Polat – Pirs : 18Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Siûd Kîkî- Gişan, ji bo ku bi kurdî dinivîsînin. Lê ez nav nedim, her yek û bi hêlek xwe yî uslûbî, xwezayî û afirandinên cihêreng, zewqê ji xwendina berhemên wan distînim.

 

Lokman Polat – Pirs : 19Te qet pirtûkên min xwendiye?

Siûd Kîkî-Erê. Him berhem û him nivîsên te yî danasîn û nirxandina berhemên kurdî…

 

Lokman Polat – Pirs : 20Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojê de dê kîjan pirtûka te bê weşandin?

Siûd Kîkî- Vê gavê xebatek bi rêk û pêk li ber destê min tune. Wek nîv-proje, ceribandina hin hîkayan hene. Lê afirandina berhemên edebî, karekî zor wek min li jor anîbû ziman (Mirov xwe divê bide edebiyatê, yanî edebiyat ji mirovan jiyana wan dixwaze, ev jî tercîhek zor e. Bedelê vê danê li gorî hin mêzînan e. Belkî bi rexne û wergerê eleqedar e; ji bo ku nivîskar bê zanibe li ser kîjan riyê ye, karekî rast dike yan nerast.!?)…

 

Lokman Polat – Pirs : 21 – Gotina te ya dawî…

Siûd Kîkî- Gotinên dawîn temennî û dilxweşî ye ji bo edebiyata bi zimanê kurdî. Ji bo karê te û keda te jî spasiya cenabê te dikim.

Hêviya min ew e ku rojekê miletê kurd, çi sazî û çi jî îdareyên heyî, qîmeta vî zimanî zanibin û qedirdayinê bidin xwe nemaze ew didin zimanê xwe jî…

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply