Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Tenê Guhdariya Bêdengiyê Dikim

Tenê guhdariya bêdengiye dikim Lê di bêdengiye de çiqas qîr û hawaran dibihîzîm Kes pê nizanê.   Behna bajarekî ji ber teqîna maye tê behvila min Rê û şopên piyên min dinav li xwegerîneke gûmanwarî de ye Dîsa jî di hembêza xwe de hêviyên ber bi serkeftinê dimeyenim.   Bi tev hebûna xwe, êş û xemgîniyan li paş xwe dihêlim …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 35 (Amîn Me’lof)

Tevlîbûyîna hişyarbûyîna Rojhilat berbijariyeke; kelecanek, coşek û gumanek e. Gelo di mejiyê wê yê razayî de, çi fikrên xêr, an jî cinawirî heşîn bûbûn? Heke hişyar bibê yê çi bikê? Yê êrîşê yên ew vehejandîn bikê? Wek taviyên teyrokê nameyên xwendevanan yê bifikar ji min re dihatin. Hêca di hişê wan de, serhildana Pekîn Boxersê ya sala 1900 ê ya …

Bêhtir »

Armanc

Di jiyana gerdûnî de tu exlaqê bi îdeal û hedefa îdeal bê bedelên giranbûha negihîştiye armanca xwe. Kesê ku di nava mirovên ku bi hestên çavnebariyê tevdigerin û bi hestên nefretê dijîn de xwediyê armancên îdeal be, bifikirin ku ew xwediyê îdeal dê çiqasî were lêdan û bi kîjan zehmetiyan re rûbirû bimîne. Mixabin nexweşiya mirovên hesûdkar nefreta wan pir …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 34 (Amîn Me’lof)

Şêrînê, yek ji wan ji min re şand. Ez hêca jî vedişêrim. Carna lê dinêrim û dikenim. Nava baxçe de, li ser mehfûrekî jin û mêr dora çil kesî. Her yekî bi temtêlekî. Tirk, Japon Awustralyayî û di nav nîvê wan de li pêşiyê M. Naus. Bi riha spî, simbêlên boz û weke papazekî bi temtêla melê de! Şêrînê li …

Bêhtir »

Pirtûka Bêhizûriyê

Fernando Pessoa “Livro do Desassossego” ku bi navê “Pirtûka Nerehetiyê” yan jî “Pirtûka Bêhizûriyê” tê zanîn, wekî mîrateyek edebî ya mezin tê hesibandin. Pirtûka Pessoa dikare îlhamê bide kesên ku li ser bêhntengiya hebûna mirovan û tevliheviya jiyanê difikire. Lewre jî pirtûkek hêjayê xwendinê ye. Wateya peyva hizûrê, aramî, rehetî, sebirdarî û bêhnferehî ye. Bêhizûrî jî berevajê van peyvan e. …

Bêhtir »

Însanên Heywanî

Ahûramazda (Ezda) rojekê ji rojan gazî Melekê Tawûs dike û jê re emir dide, dibêje: “Min wezîfeya xuliqandina dinyayê daye te. Here û dinyayê biafirîne, bila di hundirê wê de şînahî, însan û heywan hebin.” Melekê Tawûs ji hizûra Ezda derdikeve û dest bi wezîfeya xwe dike. Wezîfeya xwe di şeş rojan de diqedîne. Gava wezîfeya wî diqede diçe hizûra …

Bêhtir »

Bîranînên Amed Tîgrîs

Piraniya pirtûkên bîranînên ku ji alî rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd ve hatine nivîsîn bi tirkî ne. Lêbelê bîranînên ku Amed Tîgrîs nivîsiye bi kurdî ye û ev jî nirxa wê ji yên bi tirkî bilindtir û baştir dike. Pirtûka bîranînên Amed Tîgrîs di nav weşanên Ranya/Kurdpel de li Wanê derketiye. Çapeka vê pirtûkê jî ji alî weşanên Apecê li …

Bêhtir »

Rêvebirîya Gunehan

Guneh, tevgereke çewt e. Ne di rê de ye, ne li gorî aqlê hevpar e. Di guneh de neheqî li kesekî din dibe. Dibe ku herkes gunehan bike; lewra em li gorî ku karibin gunehan bikin, hatine xuliqandin. Kesên zane û bawermend, dikarin gunehên xwe birêve bibin; lê yên ku ji tahma gunehan têr nabin, guneh wan bi  rêve dibin. …

Bêhtir »

Dengvedana Derengmayî

Ez hew dinivîsînim Ber ew dîroka hilweşandî û tar û mar, Ew kavilên ku bûne hêlîna kundan, Ew zimanê ji şîr spîtir ji hingiv şîrîntir Ku bûye qedexe û hatiye jibîrkirin, çîroka xwe binivîsînê.   Ez hew deydikim Ber ew jinên ku di temenê bûkaniyê de Li hember hovên sedsala bîst û yekê de Bi çekan pareziya namusa xwe dikin, …

Bêhtir »

Romana Semerqand – 33 (Amîn Me’lof)

Kula gera li Îranê, mabû di dilê min de. Ji bo çûna Tehranê heyvekî û ji bo jêderketina wê jî sê heyvan min hewl dabû û enceq ez li kolanê wê gerabûm. Gelek dîmenên balkêş mabîn hişê min de, ku ez dikişandim wê derê: Keyfa kuşkuşandina qelûnê, kelecana girtina destê Şêrînê, ehda bi kêlîyekî de hatî dayîn, bi safîtiya dayikeka …

Bêhtir »