Romana Semerqand – 33 (Amîn Me’lof)

Kula gera li Îranê, mabû di dilê min de. Ji bo çûna Tehranê heyvekî û ji bo jêderketina wê jî sê heyvan min hewl dabû û enceq ez li kolanê wê gerabûm. Gelek dîmenên balkêş mabîn hişê min de, ku ez dikişandim wê derê: Keyfa kuşkuşandina qelûnê, kelecana girtina destê Şêrînê, ehda bi kêlîyekî de hatî dayîn, bi safîtiya dayikeka yek şevî ya ramûsanek li nav  pêsîrên wê hatî dayîn û ji hemiyan zêdetir, pirtûka destnivîs ya di hembêza meleka min ya  piştevan de!

Mirov nikare kesên neketîn nava dilkêşiya Rojhelat re hinek tiştan bibêje. Di peravên Annapolîsê -yên ez welê dizanim ku xalî ne- de, êvareke şemiyê lingê min di şekala min de, kumê min yê çermê berxan li ser serê min, ez digerim. Ez ê vê yekê çawa rave bikim, ez nizanim. Di ser de jî dema ez di nav xewn û xeyalên xwe de vegeriyam, dema ez li cedeya Compromîse re diboriyam, ez pê hesam ku qet jî ne xalî ye. “Êvara te baş be Lesage beg”, “Oxur be Lesage beg” selam bi ser hev dibariyan. “Êvara te baş be rêzdar peder!” Dema min awirên peder yên şaşwaz dîtin, ez nû xwe ve hatim. Ez cihde sekinîm û ji sêrî heta binî min li xwe nihêrî, pey re min gavên xwe sivik kirin. Bedena min ya rût di bin ebayê min de dixweya. ji bo wê veşêrim, min dest bi bezê kir. Dema ez gihatim malê, min cilên li xwe êxistin pêçan û avêtin binê doalbê de.

Êdî ez careke din bi wê temtêlê ve negeram, lê wê carê jî besbû ji bo navê min bikê zirzop. Li Îngilîstanê her wextî ji hirhopan re tolerans hebû ye, heta carna bi heyranî… heke dewlemendbin! Emerîkaya wan salan, ji tiştên halê dilsivik re ne vekirîbû. Sedsala nû bi pivan pêşwazî dikirin. Belko li New York û San Fransîscoyê ne welê bû, lê li bajarê min rewş weha bû. Dayîkek Fransiz û kumeke Eceman, Annapolisê ne dikarî ragire. Ewqas giranbûn!

Ev li milekî. Li milê din, navdariyek qet min heq nekirî: “Kaşifê mezin yê Rojhilat!” Gerînendeyê rojnameya mehelî Matthias Webb, pêhesabû ku ez bi wê temtêlê geriya me û xwestibû ku ez serhatiya xwe ya Îranê binivîsim.

Di Annapolîs Gazete and Heraldê de navê Îranê cara dawî di mêjûya 1856 ê de bihorî bû. Keştîyên Şirketa Cunnardê yên çerxê wan teniştê ve hebûn û bi van keştiyan zehf pesnê xwe didan. Ji wan keştiyan yek li çiyayê cemedê ketibû û ji herema me heft keştîvan miribûn. Navê wê keştiya bêsiûd: Persiabû. Deryavan dibêjin; bi qederê re leyîstok nayê leyîstin. Dema min jî dest bi nivîsa xwe kir, navê Persîa min guncan nedît. Eceman ji welatê xwe re digotin Îran, ev dihat wateya “Ayranîa Vedaca” ango “Axa Ariyan” Min jî xwest ku ez vê bidim diyarkirin.

Gelek xwendevanên ji navê Emer Xeyam pêştir, navê ti îraniyan nedizaniyan. Min jî behsa wî kir û gotinên wî yê şikberiyeke mezin nîşan didin neqil kirin: “Biheşt û dojeh, ev derên xerîp kesekî dîtin e?” Di axa Îranê de ewqas dîn û tarîqat çêbûyîn û belav bûyîn, hêca min behsa wan nekirî, destpêkirina nivîsê bi vê gotinê min guncan dîtibû. Paşê min behsa Zerdûştî, Manîtî, Islama Sunî û Şiiyan, mezhebê Îsmaîliyan yê Hesen Sebah, Babaîtiya nîzingtirê me, şêxan û Bahaiyan kir. Min bi bîra wan anî ku “Paradîs” a me ango bingeha peyva biheştê, ji “paradaeza”  ango ji peyva   bexçe ya Farisî hatî ye.

Dema Mathias Webb, ji bo zanyariya min ez pîroz kirim. Min hevkariyek dirêjtir pêşniyarî wî kir. Piçek aciz bû û paşê got:

-Min divê ez biceribînim lê heke tu nivîsarên xwe, ji van peyvên barbar azad bikî.

Şaşwaziya min di rûyê min de kifş dibû, lê li gor xwe sebebên Webb jî hebûn:

-Diravên Gazetteyê yên domdar bidê pisporeke Îranê nînin. Lê heke tu nûçeyên derve hemiyan bigirî ser milê xwe û welatên dûr li hemwelatiyên me bidî naskirin. Di rojnameya me de, ji te re cih heye. Yê nivîsên te belkî kûrahiya xwe winda bikin lê yê firehtir bibin!

Rûyê me herdukan jî geş bû. Piştî puroya aşitiyê raberî min kir:

-Heta Duh jî ji bo me Rojhilat, li bistiya Cod diqedî ya. Lê yek derb bi hêceta, sedsalek noq dibe û yek din tê; Bajarê me yê sakîn jî xwe tavêjê nav tevlîheviya cîhanê.

Ez vê bibêjim; me ev axaftin sala 1899 an kir. Hema piştî şerê Dewletên Yekbûyî yê Emerîka û Spanyolan bû. Ew şerê bûyî sedemê wê yekê ku yekîneyên me, ne heta Kuba û Porto-Rîko, heta Filîpînan çûyîn. Dewletên yekbûyî yê Emerîkayê heta hingê ti carî otorîteya xwe ewqas berfireh nekiribû. Serkeftina me ya li hemberî Împaratoriya Spanyolan, ji me re du hezar û çar sed miriyan bûbû mal, lê ji bo navenda Akademiya deryayî ya Annapolîsê rewş cuda bû. Her winda, windabûyîna xizmekî, hevalekî, desgirtîyekîbû. Hemşehriyên min yê herî bawerhişk, Serok Mackînley weke maceraperestekî bi xetere didît in.

Webb ne welê difikirî lê diviya hay ji antîpatiya xwendevan jî hebûya. Ev zelamê babê malbatê, navser û cîddî, dema ev yek rave dikir diqêriya. Rûyê wî tirş bûbû û lepên wî weke pençeya pilingekî pehn bûbûn.

-Cîhana hov, bi gavên mezin ber bi Annapolîsê ve tê. Û tu Benjamîn Lesage, peywira we ji  holê rakirina fikarên hemşehriyên me ne.

Ne berpirsyariyek welê bû ku ez bi hêsanî ji nav derkevim! Çavkaniyên min yê agahiyan nivîsên hempîşeyê min yên li Parîs, London, New-york, Washington û Baltîmorê bûn. Zena min de nivîsên min yên derheqê şerê Boeran de, şerê navbera çar û Mîkado de 1904-1905 an, an jî tevlîheviyên di nava Rûsyayê de, ne hêjayê nivîsandinêbûn. Bi tenê derheqê Îranê de ez dikarim qala rojnamegeriya xwe bikim. Ez dikarim bi serbilindî bibêjim ku teqîna pêkhatî ya sala 1906 ê de di hemû rojnameyên cîhanê de cih girtî, ji berî hemûyan Gazette yê pêşdîtibû. Cara ewul û herhal cara dawî bû ku ji rojnameyên qeraxa Başûr û Rojava, ji şêstan zehftir behsa nivîsên Annapolîs Gazete and Herald kirin.

Bajarê min û rojnameya min deyndarê min bûn û ez jî deyndarê Şêrînê bûm. Buyerên li ber pêkhatinêbûn, min ne ji gera xwe ya Îranê ya kurt, ji nivîsên Şêrînê fêhm dikir in.

Waye heft salbûn ku min agahî ji şahbanûya xwe nestandibû. Ma derheqê Destnivîsê de bi bersivekî deyndarê min bû? Ew deynê xwe dabû. Min ji wê tiştek din nedixwest. Lêbelê nayê wê wateyê ku min hêvî nedikir. Çiqas nameyeka wê bihata ez hêvîdar dibûm, min li nivisên li ser zerfê dinêrî, li ser pûlan ez li tîpeke erebî û reqema pênçeke girover a mîna dil hatî nivîsandin digeram.

Wê demê malbata min, ji bo li Baltîmoreyê cih bibe ji Annapolîsê derketibû. Êdî bav êmin lî wê derê dixebitî û bi du birayên xwe re ji bo sazkirina bankakî cehd dida. Lê ez, li dera hatîm dinê, bi xwarinpêjê me yê extiyar û kerr re tenê mabûm. Zehf hevalên min tine bûn. wê tenêtiyê, hêvîya min zêdetir jî dikir.

Paşê rojekî Şêrînê, dest bi şandina nameyan kir. Qet behsa Destnivîsa Semerqendê nedikira. Di nameya xwe ya dirêj de, qet behsa xwe nekiribû. Bi tenê digot “Hevalê Delal ê li dûr”. Behsa tiştên li derdorê diqewimîn dikir. Ez ji jîriya wê re bûbûm heyran. Ez serbilind dibûm, ji ber ku berhemên mejiyê xwe pêşkêşî min dikirin. Êdî min xwe gorî agahiyên heyvê carekî dişandin eyar kiribû. Eşkerekirina nasnameya xwe teqez qedexe kiribû. Heyne min dikariya ez nivîsên wê yek bi yek biweşînim.

Ji xwendekaran re pêşkêşkirina buyeran a min ji ya wê zehf cudabû. Mînak, şahbanûyê qet ev nendinivîsandin: “Wezîrek eslê xwe ji Belçîkayê ketibû temtêla melayekî  û ew fikra xwe ya ehmeqî xistibû pratîkê. Di wê rojê de şoreşa Îranê destpêkir.”

Ev ne derewekbû. Li gor Şêrînê, nîşaneyên şoreşê sala 1900 î  dema şah çûyî germava li Contrexevilleyê derketibûn holê. Şah xwstibû ku kesên li derdora xwe hemîyan bibe, lê diravên wî tê derneketibûn. Xezîneya wî, weke her wextî valebû. Ji Çar deyn xwestibû û wî jî 22 milyon û nîv rûble dabûn wî. Ti diyarî evqas bi jehr nedibû! Rêveberiya Saînt-Petersbûrgê, ji cîranê xwe yê başûr ê li ber iflasê, ne bawer bû ku vî diravî bidê. Ji lew re dest danîbû ser kargêriya gumrika Îranê û deynê xwe ji dahata gumrikê dibirî. Û heta pazdeh salan! Çar dizaniya ku ev îmtiyaz tê çi wateyî û xweşê dewletên Ewropayê naçe. Ji ber wê, şûna kargeriya gumrikê bidê destê memûrên xwe, li kesekî gera bû ku bi ser navê wî vî karî bikê. Û Kralê Belçîkayê Leopoldê II. peyda kiribû. Piştî wê jî li dora şah şêwirmendên Belçîkî dixweyan ku hejmara wan dora sihî bûn. Di nav van de yê herî giring yekî navê wî M. Naûs bû. Di nav desthilatiyê de gihabû qata herî jor. Endamê konseya bilind ya şahaniyêbû. Wezîrê Posta û Telgrafê, Defterdar, Serekê Daireya Pasaportê û Gerînendeyê Giştî yê Gumrikêbû. Ji bilî wan peywiran tekûzkirina pergala bacê jî dabûn wî. Bi navê baca karwanan ya nû, baca ji barê hêstiran dihat standin jî ji wî dihat naskirin.

Ne hewceye bê gotin ku di Îranê de kesê herî nefret jê dihat kirin M. Naûs bû. Carna ji bo bê qewirandin hinek deng bilind dibin, lê camêr ji cihê xwe nediqeliqî. Çar, bi gotineke rasttir kesên li derdora çar, yên paşverû jî hevalbendê wî bûn. Armanca van kesan ya siyasî, di çapemeniya Saint-Petersbûrgê ya fermî de hatibû eşkerekirin: Îran û Kendava Besrayê, ti kesî re parvenekin û bêxin bin wesayeta xwe!

Rewşa M. Naûs, zehf sexlem dixweya. Heta piştevanê wî qulibî jî welê bû. Lêbelê ev buyer, ewqas zû pêkhat ku li Îranê ti kesî bawer nedikir! Du merhaleyan de! Ewul şerê Japonan! Dinya hemî li bendêbû ku Japon têk herin, lê şer dijî vê hêviyê, bi têkçûna çar dawî bû. Hêzên wî yên deryayî neman. Paşê bi rêzê ve, bi saya rêveberên bêbehre, hêrsa Ûrûsên rûmeta wan şkestî, serhildana efserên Potemkîn a Zirxî, serhildana Kronstadtê, raperîna Sîvastopolê, buyerên Moskowayê pêk hatin. Ez li ser van buyerên her kes pêdizanê nasekinim. Bi tenê, teybetî li ser civîna duma (parlemento) yê ya 1906 ê em ê bisekinin. Ev civîna Nîcolasê II. mecbûr mabû ku pêk anîbû, li ser Îranê bandorek kambax kiribû. Di nava van tevlîheviyan de buyerek zehf hêsan qewimî. Şêwirmendeke Belçîkayî baloyeke bimask amade kiribû. M. Naûs, bi temtêla melayekî tevlî vê baloyê bû. Nava çepik, fîtik û tiq tiqa ken de dora wezîr girtin, pîroz kirin û fotograf kişandin. Pişti çend rojekî fotografek ji van, di sûka Tehranê de belav bû.

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply