Ez hew dinivîsînim
Ber ew dîroka hilweşandî û tar û mar,
Ew kavilên ku bûne hêlîna kundan,
Ew zimanê ji şîr spîtir ji hingiv şîrîntir
Ku bûye qedexe û hatiye jibîrkirin, çîroka xwe binivîsînê.
Ez hew deydikim
Ber ew jinên ku di temenê bûkaniyê de
Li hember hovên sedsala bîst û yekê de
Bi çekan pareziya namusa xwe dikin, biaxivin.
Êdî ez şerm dikim
Ber ew jinên ku di paşila xwe de
Hêviyan xwedî dikin, bibêjin çîrokên xwe
Ew kaniyên ku ji sîngên wan dizin
Û ber bi azadiya mirovahiyê ve diherikin, xwe bibejin.
Êdî ez westiyam
Ber ew jinên ku bi ramûsanên xwe
Zilamên wek kevir nerm dikin
Û bi sîng û berê xwe
Ew zilamên wek qeşayê, dihelînîn,
Dengê xwe li cîhanê belav bikin.
Êdî ezê bêhna xwe berdim
Ber ew zaroyên ku li hember zordariya
Gurên har û devbixwîn
Bi keviran tekoşîna xwe nîşandidin
Û tirsê ji xwe ditirsînin,
Çîroka xwe vebibejin.
Êdî ez nabêjim
Ber ew erdnîgariya ku navê wê hatiye guhertin
Û bi çem û çiya û deştê xwe
Di bin piyê hovên xwînmij de maye
Û bi gund û bajarên xwe ve hatiye bomba barankirin,
Bibejê serpehatiya xweyî têkçûyî.
Êdî ez bêdeng dibim
Ber ew zarokên dipêçekê de
Ku li benda şîr û sînga dayika xwe,
Bûkên jibîrbûyî û desthinekirî,
Xortên ku li benda ramusaneke destgirtiya xwe,
Kalê ku li benda hêviya xwe,
Pîra ku çîroka ji dîwaran re dibêjê,
Dengê xwe bilind bikin.
Bila ew bajarê ku te di hembeza xwe de veşartiye
Ew roya ku bi tîrêjên xwe ramusanên te diyar dikê
Ew barana li ber pîye te
Ku mîna helbesteke bêxwedî dibarê
Ew kenê te yê ji nav kaniya dizê û sînoran derbasdike,
Çîroka min ji te re bibêjê.
Ezê guhdariya te bikim
Tu hemû hevîyên xweyî ku dibin tinebûnê de çilmisîne
Û ew xewn û xeyalên te ku bi sterka hatine xemilandin,
Ew dilê te ku bi ronîye geşbûye,
Çavên te ku awirên serxwebûn û serkeftinê
Li her çar aliye cîhanê belavdike, bibêjê çîroka te.
Ber ew kesên ku azadî tahm nekiribin,
Wateya azadiyê jî tênegiştibin
Û wek koleyekî ku xwe azad dihesibînin û dijîn, çîroka bibêjin
Ber hiş û bîr û têgihiştina mirovên zana
Ku dinav kesên pûç û rizî û zingargirtî de diçilmisê
Û tê hilweşandin, daxwazen xwe bibêjin
Bila ew kesên xwedî nerîn û ramanên pûç
Gund û bajarên pûç
Û li benda roniya li pişt ewran dirawestin, xeyalên xwe bibêjin
Bila ew kesên xwedî aborî û felsefeyeke têkçûyî
Ku armanceke bilind
Ber bi bexçeyê ronahiye ve avadikin, xewna xwe bibejin
Ber bê ew kesên xwedî evîn û malbat û jiyaneke têkçûyî
Serfîraziyên belengaz, hêviyên jibîrkirî
Û daxwazên bihûştê dikin, pêşeroja xwe bibejin
Ezê li bin siya darekê
Ku li serê çiyayên bilind şinhatiye rûnim
Û ezê li benda dengvedanên derengmayî bimînim.
Kurdistan, Nîsan 2021
Dilazad A.R.T