Pirtûka Bêhizûriyê

Fernando Pessoa “Livro do Desassossego” ku bi navê “Pirtûka Nerehetiyê” yan jî “Pirtûka Bêhizûriyê” tê zanîn, wekî mîrateyek edebî ya mezin tê hesibandin. Pirtûka Pessoa dikare îlhamê bide kesên ku li ser bêhntengiya hebûna mirovan û tevliheviya jiyanê difikire. Lewre jî pirtûkek hêjayê xwendinê ye.

Wateya peyva hizûrê, aramî, rehetî, sebirdarî û bêhnferehî ye. Bêhizûrî jî berevajê van peyvan e. Navê pirtûka Fernando Pessoa bala min kişand. Navê wê”Pirtûka Bêhizûriyê” ye. Ji blî navê pirtûkê kesayetiya/şexsiyeta nivîskar Pessoa û mijara beşeke di nav pirtûkê de jî bala min kişand. Navê wê beşê “Li ser hunera dîtina xewna baş” e. Ango li ser xeyalên bextewariyê ye.

Pessoa nivîskarekî Portekîzî ye. Ew ji bajarê Lîzbonê ye. Biroj di dikaneke cilfiroş de xebitiye û bişev nivîs nivîsiye. Wî di nivîsên xwe de gelek nasnavên mustear ên cuda bi kar aniye. Wî bi çend navên cuda jî çend pirtûkên cuda nivîsiye û bi wan navên cuda weşandiye.

Pessoa pêşevayekî modernîzma/nûjentiya Portekîzê ye. Wî bi 70/heftê nasnavên cuda pirtûk, gotar/nivîs nivîsiye, lêbelê navdariya wî piştî mirina wî pêk hatiye, ango ew piştî mirinê bûye bi navûdeng. Kafka jî piştî ku mir, çû ser heqiya xwe, li cîhanê bû nivîskarekî navdar û pirtûkên wî li gelek zimanên neteweyên cîhanê hatin wergerandin. Ji xwe gelek pirtûkên Pessoa û yên Kafka piştî mirina wan hatine weşandin.

Pesoa hevok û gotinên gelek balkêş di berhema xwe de bikar aniye. Zimanê wî jî zimanekî edebî, hunerî ye. Ew di destpêka pirtûka xwe de dibêje : “Wisane dê kî min ji hebûnê rizgar bike. Jiyana xwe didime axê.” Dibêjin mirov ji axê hatiye û diçe axê. Dema dimre di bin axê de tê veşartin, dibe ax, lêbelê jîndariya wî/wê di bin axê de, bi axê re didome.

Pessoa dibêje; “Min ji jiyanê hizûr xwest.” Bi rastî jî hizûr di jiyana însanan de cihê herî girîng digre. Di malê de, di nav malbatê de hizûr tunebe, jiyan li mirov diherime, hizûra mirov namîne, jiyan li ber çavên mirov reş dibe. Hizûra însan, bingeha jiyanek baş û xweş e. Pessoa di jiyanê de hizûr nedîtiye û lewre jî dest pê kiriye pirtûka bêhizûriyê û xeyalên derbarê hizûrê û jiyanek xweş de bi zimanekî edebî nivîsiye. Wî navdarî û desthilatdarî nexwestiye, hizûr û azadiyê xwestiye.

Pessoa dibêje: “Min pir xeyal dikir, ez di xeyalên xwe de dibûm xwedî her tiştan. Ez çend car bi xeyalî bûm Împarator.” Jiyan bê xeyal nabe. Her însan di jiyana xwe de xeyala tiştan dibîne, ji xwe re xeyal dike. Her însan li gor xwe, li gorê mentalîteya xwe, li gor dîtin û ramanên xwe, ji xwe re xeyalan dike, li gor daxwazên xwe xeyal dike û ew bi wan xeyalan şad û bextewar dibe.

Mirov çiqas zana be jî , dîsa jî di gelek waran de, derbarê gelek tiştan de nezan e. Dema mirov pirtûkek dixwîne, dibîne ku gelek tiştên ku mirov nizanibûye jê fêr dibe. Lewre jî ez dibêjim; divê mirov bixwîne, pir bixwîne û gelek tişt fêr bibe. Xwendin rêwîtiya jiyanê li mirov xweş dike.

Naveroka pirtûka Pessoa gelek xurt e. Ew behsa gelek mijarên curbecur dike û bi vegotinên balkêş rave dike. Ji bo ku di pirtûkê de ceribandinên cuda, mijarên cihêreng hene, mirov ji xwendina wan aciz/nerehet nabe û bi rehetî/hêsanî dixwîne. Mirov lêgerîna li pey rastiyê bi saya xwendinê fêr dibe.

Min bahs nekir û mînak neda, lê di pirtûka Pessoa de gelek aforîzmayên baş, xweş û balkêş jî hene. Pessoa li ser helbestvanê navdar Omer Hayam jî nirxandinek baş nivîsiye, berhemdariya wî hunera wî a edebî şîrove kiriye. Ew ji bo Omer Hayam dibêje : “Yê ku şahî, çalakî û hezkirinê li meyê/çerabê zêde dike ew e.” Bi rastî jî di helbestên Omer Hayam de şerab/mey, şahî û evîn hene.

Min di destpêka vê gotara xwe de gotibû; beşa pirtûkê a bi sernavê “li ser hunera xeyalê” bala min kişandiye. Ev beş gelek baş û balkêş e. Ez ê vê nivîsa xwe bi hevokek vê beşa xeyalê bi dawî bînim.

Pessoa dibêje : “Xeyal lêgerîna bextewariyê ye. Jiyana di xewnan de û bi derewîn jiyan kirin, bi her awayî jiyankirina jiyanê ye. Xeyalkirin ev e ku meriv pêdiviya jiyanê qebûl bike, li şûna jiyana jînê ya rastîn jiyana rast biguherîne. Di heman demê de nekarîna xwe ya ji holê rakirina daxwaza xwe ya jiyanê hevseng bike.”

Xwendina pirtûka bêhizûriyê bala mirov dikşîne ser girîngiya hizûrê û herweha tehmeke xwendinê a baş û xweş, tehm û lezeteke xwendina edebî dide mirov. Xwendevanên ku berhemên Pessoa nexwendine, bila bixwînin.

* Pirtûka Bêhizûriyê a Fernando Pessoa li tirkî hatiye wergerandin û di nav weşanên “Can”ê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk qalind e, 675 rûpel e.

ND GOTINÊN BIJARTE YÊN PESOA

  1. “Em hemû xwedî kesayetiyên cihê ne, bêhntengiyek cûda.”
  2. “Ez tenê ji bo kesên ku dixwazin fêm bikin dinivîsim, ne ji bo yên ku fêm nakin.”
  3. “Taybetmendiya herî mezin a mirovê bêhiş xewn û bextewariyek e ku dema xewnan dibîne pêk nayê.”
  4. “Yekane riya ku em ji jiyanê kêfxweş bibin ew e ku em bihêlin ku ew me şaş bike.”
  5. “Bêdeng û aramî dijminên herî xirab ên ramanên me ne.”
  6. “Hemû jiyan piçek xemgînî û piçek dîn e.”
  7. “Mirov di têkiliya xwe ya bi xwe re jî bi tenê ye.”
  8. “Ez mirovek im ku ji dûrbûna cîhana hundur û cîhana derve rehet im.”
  9. “Eger mirov tenê cîhana xwe ya hundurîn bijî, dibe ku cîhana derve ji wî re bêwate xuya bike.”
  10. “Dijminê aştiyê yê herî mezin tarîtî û nediyarbûn e.”

Ev gotinên li jor mînakên ku ramanên kûr û cîhana hundurîn a Fernando Pessoa nîşan didin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply