Romana Semerqand – 34 (Amîn Me’lof)

Şêrînê, yek ji wan ji min re şand. Ez hêca jî vedişêrim. Carna lê dinêrim û dikenim. Nava baxçe de, li ser mehfûrekî jin û mêr dora çil kesî. Her yekî bi temtêlekî. Tirk, Japon Awustralyayî û di nav nîvê wan de li pêşiyê M. Naus. Bi riha spî, simbêlên boz û weke papazekî bi temtêla melê de! Şêrînê li pişt fotograf ev nivîsandî ye: “Ewqas sûnç kirin ti ceza nedanê, lê ji bo qebahetekî hat lanetkirin.”

Belko Naus ne niyetbû ku tevzê xwe li melayan bike. Lêbelê, mo dikariya bi helwestek sivikahî û li ser encama wê nefikirî tewanbar bike. Ji bo Çar, weke  Hespê Trowayê roleke dabû ser milê xwe. Qebaheta wî ew bû ku şûna xwe bidê jibîrkirin, derketibû pêş. Ewul çûyîna Naus paşê jî ya endamên hukumetê hemûyan hat xwestin. Bilavok hatin belavkirin û di wan bilavokan de avakirina parlementoyekî  eynî weke ya Rûsyayê dihat xwestin. Bi salanbû rêxistinên xef dixebitiyan. Rêxistinên dijberê mûtleqiyetê, carna digotin em bi Cemaleddîn ve û carna jî eşkere digotin em bi Mîrza Riza ve giradayî ne.

Kazakan her kolan girtibûn. Li gorî gotegotên meqamên fermî belav dikirin yê cezayên tirsnak bihatan dayîn û sûk ji aliyê leşkeran ve bihata vekirin û bi gel bidan talankirin. Bi hezaran salbû ku bi vê, bezirgan dihatin tehdîtkirin.

Ji ber wê 19 ê Tîrmeha sala 1906 ê komek bezirgan û esnafê sûkê, serî li meslehetguzarê Îngilîz dan û li ser mijareke giring axivîn. Heke xetereya girtina wan çêbe, gelo yê bikaribin xwe bispêrin balyozxaneyê û yê bên parastin? Bersiv erênîbû. Yên hatîn bi minet û spasdar vegeran. Êvara wê rojê, dostê min Fazil, hinek hevalê xwe re hatibû balyozxaneyê û bi coş hatibû pêşwazîkirin. Hêca sêh salîbû, lê ji ber ku warisê babê xwe ew tenêbû, di sûkê de zelamê herî dewlumend dihat hesibandin. Bi zanîn û kultura xwe ya kûr, bandora wî li ser hempîşeyên wî hebû. Ingilîzan xwest ku ji yekî weke wî re jûra herî baş veqetînin, lê wî qebûl nekir û di bexçeyê balyozxaneyê yê fireh de li quncikekî qayîl bû. Konek, secadeyek û çend pirtûk anîbûn. Xwediyên malê jî, bi tenê lê meyze kiribûn.

Roja din sêh bezirganên din jî hatibûn. Piştî sê rojan, roja 23 ê Tirmehê hejmara kesên hatîn gihabû heşt sed û şêstan. 26 ê Tîrmehê bûbûn pênç hezar. 1 ê Gelawêjê duwazdeh hezar!

Di baxçeyekê Ingilîzan de bajarek ava bûbû. Bi rastî ev dîmeneke ecêb bû. Kon li gorî lonceyan bûbûn grup. Cihde pergalek ava kiribûn û li pişt kolika nobedaran melbexek çêkiribûn. Sîtilên mezin di nav “taxên” nava baxçede digeran û belavkirina xwarinê sê saetan didomiya.

Qet tevlîhevî û qelebalix tinebû. Wek çawa Ecem dibêjin bast hatibû kirin. Ango sitirîn hatibû kirin. Bi gotinek din li ber siha destnedana tirbekî rahiştibûn berxwedana pasîf. Li gelî deverên Tehranê tirb hebûn: weke tirba Şêx Evdilezîm û Axurên Şah. Basta herî piçûk, topa bi tekel ya di Qada Topxaneyê de bû. Heke sûçdar xwe li wir veşarta, hêzên ewlehiyê nedikarîn wî ji wê derê derêxin. Lêbelê buyera Cemaleddîn, derxistibû holê ku ew der ewqas ne ewlene. Meqamên fermî, cihê destnedanê yê dipejirandin bi tenê balyozxaneyên biyaniyan bûn.

Her penaberî, nargileya xwe û xeyalên xwe anîbûn balyozxaneyê. Navbera du konan de weke dinyayekî ferq hebû. Li dora Fazil, kesên Hemdemî kom bûbûn. Ne çend kes, bi sedan bûn. Ciwan û pîr weke encûman rêxistin bûbûn. Ev rêxistinên xef an jî nîvxef bûn! Axaftinên di navbera wan de gelî caran, di derheqê Japonya, Rûsya û bi teybetî jî Fransaya ku bi zimanê wê diaxiviyan debû. Rojname û pirtûkên Fransizî dixwendin, Fransaya Saînt-Sîmon ya Robespîer, ya Roûsseaû û Waldeck-Roûsseaû nasdikirin. Ji beriya salekî, li Fransayê zagona ji hev veqetandina dêrê û dewletê hatibû pejirandin. Fazil, nivîsara vê zagona ji rojnameyê birîbû û li hevalên xwe belav kiribû. Bi coş li ser wê nîqaş dikirin lê dengeke nivz. Ji lew re, hema piçeke ji wan wê de civîna melayan hebû.

Alimên olî bûbûn du bir: Birekî ji Ewropa çi bê bila bê, red dikirin. Heta demokrasî, parlemento, hemdemî jî! Digotin: “Heta Qur’an hebê makezagon çiye?” Li hemberê vê nûjenparêzan digot: “Pirtûk, ji mirovan re dibêjê xwe bi gorî demokrasiyê rêve bibin.” Ma pirtûkê ne digot: “Ji bo rêvebirina karên xwe bişêwirin”? peyre bi qurnazî digotin: Heke Misilmanan dema dewleta wa hatî avakirin, bi makezagonekî girêdabûyana, Îmamê Elî jî nedihat kuştin û şerê mîrateyî yê bi xwîn jî çênedibû ya.

Nîqaşên teorîk li milekî, ekseriyeta melayan ji bo rêveberiya şah ya keyfî biqedê, fikra makezagonê erênî dinirxandin. Bi kirina bastê hejmara wan gihabû sedan kesan. Ev rewş dişubihandin hicreta pêxember ya Medînê û êşa gel dikişand jî dişubandin êşa Îmamê Huseyn. Jixwe êşa Huseyîn kişandî weke ya Îsa bû. Di baxçeyê balyozxaneyê de koma girîkerên profesyonel Rozexwan hebûn û ji bo êşa Huseyîn kişandî zêmar digotin. Ji Huseyîn re digiriyan, ji xwe re digiriyan û ji Îranê re digiriyan, Hevalên Fazil, xwe ji van rapêşiyan dûr digirtin. Cemaleddîn şîreta, xwe ji dûrgirtina rozexwanan li wan kiribû. Bifikar li wan dinêriyan û guhdarî dikir in.

Şêrînê, di nameyek a xwe de bi xwînsarî şîroveyek kiribû. Wê şîroveyê zehf bandor li min kiribû. Digot: “Îran nexweş e. li ser serê wê zehf nûjdar hene. Nûjdarê hemdem, yên kevneşoperest… Her nûjdar, dermanê xwe pêşniyaz dike. Kîjan nûjdar wê sax bikê yê paşeroj ya wî bê. Heke ev şoreş serbikevê, yê mela demokrat bibin. Ser nekevê yê demokrat mecbûr bimînin û bibin mela.”

Niha hemî, heman kozikê de, heman bexçeyî de bûn. Di 7 ê gelawêjê de, li balyozxaneyê de şazdeh hezar Bastî hebûn. Kolanên bajêr xalîbûn. Hema hema bezîrganên navdar hemiyan “koç” kiribû. Ji qebûlkirina daxwazan pêştir, ti rê ji şah re namabûn. Hêca li ser Bastê re heyvek jî derbas nebûbû, Şah hilbijartin îlan kirin. Li Tehranê raste rast û li hawîrdorê ne raste rast.

Parlementoya Îranê ya ewul 7 ê Kewçêrê de civiya. Dema Cemaleddîn cara paşî çûyî Londonê, dostekî wî yê Ermeniyê Isfexanî, ew kiribû mêhvan. Ev kes, mixalifê herî kevin bû û navê wî Malkom Xan bû.  Şah, ji bo li ser navê Text axaftinê bikê, ew Malkom Xan bijartibû. Malkom Xan, weke Ingilzan bû û extiyarek merês bû. Her wextî, xeyala xwendina axaftina fermanrewaneke meşrutî di parlemetoyê de kiribû. Kesên li ser wê serdemê lêkolînê bikin, bila di nav belgeyên wê serdemê de li Malkom Xan negerin. Weke serdema Xeyam lê jiyayî, îro jî Îran rêveberên xwe ne bi navên wan, bi sanên wan nas dike: Mîna “Roja Şahîtiyê”, “Stûna dîn”, “Siha Siltan”. Malkom Xanê serdema demokrasiyê dayî despêkin jî navnasê herî navdar jê re hat dayîn: Nîzamulmûlk! Îrana Şaşker! Nav tevlîheviyan de ewqas sabît û nava guhertinan de jî ewqas xwe bi xwe!

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply