Romana Semerqand – 35 (Amîn Me’lof)

Tevlîbûyîna hişyarbûyîna Rojhilat berbijariyeke; kelecanek, coşek û gumanek e. Gelo di mejiyê wê yê razayî de, çi fikrên xêr, an jî cinawirî heşîn bûbûn? Heke hişyar bibê yê çi bikê? Yê êrîşê yên ew vehejandîn bikê? Wek taviyên teyrokê nameyên xwendevanan yê bifikar ji min re dihatin. Hêca di hişê wan de, serhildana Pekîn Boxersê ya sala 1900 ê ya dîplomatên biyanî rehîn hatîn girtin hebû. Ji ber ku artêşa lejyoner, dijberê “Keça Tirsnak ya Ezmanan” keybanûya Extiyar sekinîbû ji Asyayê ditirsiyan. Gelo yê Îran cudabûya? Min bawerî li demokrasiya nû diza tanî û ji lew re min digot “Erê”. Makezagonek û Zagona Mafê Mirovan derêxistbûn. Heroj hinek komel ava dibûn. Di heyvekî de hejmara rojname û kovaran gihaştibû nohtan. Navê wan weke Şaristanî, Wekhevî û Azadî bû. An jî hinek navên bi şêweyeke girantir Borazana Vejînê… Di van de behsa çapemenîya Ingilîzan an Ryecha liberal dikirin. Carna jî qala rojnameya Rûsan ya Sovremenny Mîr ya sosyal-demokrat dikirin. Rojnameyek ya Tehranê ya mîzahê, hêca hejmara ewulde ji destê hev direvandin. Karîkaturîstan berê tîrên xwe dabûn salûsên qesrê, sîxurên Çar û zêdetir jî bawerhişkan.

Şêrînê halê dinivîsiya: “Hefteya bihorî, hinek melayan xwestin ku di sûkê de havalbendan ji xwe re çêkin. Makezagon weke dijî dîn îlan kirin û didanên gel sîr didan, da ku bimeşe Baharistana parlemento lê. Ser neketin. Kirin û nekirin gel guhê xwe neda wan. Carna kesek disekinî û li wan dinêrî lê paşê dimeşi û diçû. Soxinê sê ûlemayê bajêr yên navdar hatin. Berê wan, sernivz û bêhêvî dan malên wan. Ez bawer nakim: Li Îranê bawerhişkî mir.”

Min, di nivîsa xwe ya herî baş de, ev hevok kir sernivîs. Min ew qas bawerî bi nivîsên keybanûyê anîbû ku nivîsa min bû senet. Gerînendeyê Gazetteyê xwestibû ku ez nermtir binivîsim, lê ji nameyên xwendevanan min fêhm kir ku nivîsên min tên pejirandin.

Ji wa nameyan yek, xwendekareke Zanîngeha Prîncetona New-Jerseyê Howard C. Baskervîlle şandibû. Destûrnameya Bachelor of Arts standibû û ji bo tiştên min nivîsandî di cihê wê de bibîne, dixwest ku herê Îranê. Hevokeke wî nivîsandî zehf bandor li min kiri bû: “Ez welê bawerdikim ku serê vê sedsalê de, Rojhilat hişyar nebê yê Rojava nikaribê razê.” Min bersivê de, teşwîqkirina çûyinê dikir û soz didayê ku heke herê, Ez ê navê çend dostên xwe bidimê. Bakervîlle, piştî çend heftekî agahiya xwe ya hatina Annapolîsê da min. Digot: “Ez ê li Dibîstana Kurikan ya Tebrîzê ya ji aliyê Dêra Amerikan Presbîteryen ve tê rêvebirin de mamostetiyê bikim.” Yê dersên Ingilîzî û Fenê bidan zarokên Îraniyan. Niyet bû ku tavilê bikevê ser rê. Ji ber wê hatibû ku hinek şîret û pêşniyaran ji min bistînê. Min ew pîroz kir û bê perwa min soza heke ez werim Îranê ez ê wî bibinim, da yê.

Lê min qet bawer nedikir ku ez demek nîzing de herim. Ya rastî min dixwest, lê ji ber tewanbariya bê bingeh, min ev rêwingîtî hêca zû didît. Ma ez ne hevparê kujerê şah dihatim hesibandin? Li Tehranê guhertin çêbûbûn lê, heke ji ber wan belgeyên kevin ez di tixwûbde bêm girtin û nikaribim xeberê bidim balyozxaneyê? Ez ji wê ditirsiyam.

Çûyîna Baskerville, ji bo tekûzkirina rewşa min bo sedemê hinek hewildanan. Min soz dabû ku qetiyen ez ji Şêrînê re nenivîsim. Min biryarda ku ez ji Fazil re binivîsim. Fazil, çiqas diçû bandora wî xurttir dibû. Di Meclîsa Netewî de gelek bi hêzbû. Piştî sê heyvan min bersiva wî stand. Bersivek dostanî bû. Ji Wezareta Dadê nivisek fermî standibû ku ez ji her cureyên tewanbariyê hatibûm paqijkirin û ew belge ji min re şandibû. Ango êdî li ser axa Îranê, li her deverî min dikariya serbest bigerim. Min berê xwe da marsîlyayê û ji wê derê jî ez çûm Selanîkê. Stenbol, Trabzon û pişt re jî li ser pişta hêstirê ser Çîyayê Agirîyê re Tebrîz!

Rojeka germ ya pûşperê, ez giham Tebrîzê. Dema ez li karwansaraya li taxa Ermeniyan cih bûm, tav daketibû sawiya banan re. Welê jî ji ber ku min dixwest ez zû Baskervîlleyî bibînim, min rast berê xwe da Dibîstana Presbîteryen û ez çûm wir. Avahiyek nivz û dirêj bû. Nû bi rengê spî hatibû boyaxkirin. Nav darên mişmişkande bû. Li ser şebekan û li ser bên du xaçên piçûk û serderê ve alek bi stêrk hebûn.

Baxçevanek Îranî ba li min ve hat. Ez birim cem keşeyeke birih û por sor. Ji berî axaftinê xwest ku ez bibim mêhvanê wan:

-Ji bo hemwelatiyên me yên bêxeber tên û me şad dikin, her wextî jûreka me ya vale heye. Ji bo we em tişteke teybet nakin. Ji roja ev sazî avabûyî û heta niha ev adeteke!

Ji dil min xemgîniya xwe anî zimên:

-Min tiştên xwe danîne karwansarayê. Dusibe jî min niyete ku ez herim Tehranê.

-Tebrîz layiqê zêdetirî rojekîye. Madem tu heta vê derê hatî, tu yê çawa Sûka Mezin, bermahiyên Mizgefta Heşîn ya navê wê di Elf Leylê(Hezar şev)* de dibore nebînî û herî? Nizanim ji bo çi, lê vê serdema me de zehf leza rêwingiya heye.

Ji ber ku ez ne gerokek başbûm, gazind dikirin. Ez mecbur bûm ku xwe biparêzim:

-Bi rastî li Tehranê karê min heye. Sebebê hatina min ya Tebrîzê, ji bo dîtina mamosteyeke we Howard Baskervîlle bû.

Bi gotina vî navî, medê wî qermiçî, samîmiyet kêm bû, kefxweşî çû û sohbeta germ sar bû. Helwesta qelenderî nema, rûyê wî tirş bûbû û çavên xwe direvandin. Piştî qaseke dirêj yê bi acizî pirsî:

-Hûn hevalê Howard in?

-Ji terskî ve, ez berpirsyarê hatina wî ya Îranê me.

-Berpirsyariyeke giran e!

Ez di rûyê wî de, li beşişandinekî geriyam lê beytişe. Ji halketî û hedimî dixweya. Hesko çavên wî lave bikin:

-Vaye pazdeh salin ez vê derê rêve dibim. Dibistana me, dibîstana bajêr ya herî qenc e. Ez di wê baweriyê de me ku karên em dikin hem bi kêrdar û hem bi xêr e. Kesên tevlî xebatên me dibin, heke ne di vê baweriyêdebin, gelî caran nîvengeke neyaretiyê de naxwazin werin vir. Tişteke xurtiyê li wan bike nîne.

Ti sedem tinebûn ku ez bi guman bim lê kelecana zelam di têde xwe diprast, xweşê min naçûya. Vaye çend xulekbûn ku ez jûra wî de, min ew bi ti tiştî tewanbar nekiribû, min ti tişt ji wî nexwestibû. Bi tenê min bi kubarî serê xwe hejand. Wî domand:

-Heke mîsyonerek ji êş û jana Îraniyan re bêeleqe bimîne, heke mamosteyek ji bo pêşketina xwendekarên xwe, ti keyfxweşiyê nişan nede, ez cihde şîreta çûyîna Emerîkayê li wan dikim. Carna yên herî ciwan jî, bêkelecan dibin. Ev ne tişteke Mirovî ye?

Pişt re keşe bêdeng bû. Tiliyên wî yên mezin, bi hêrs qelûna wî diguvaştin. Min peywira hêsankirina karê wî girt ser milê xwe.

Hesko qet nexema min be:

-Hûn dibêjin nav çend heyvan de, Howard wêrekiya xwe winda kir, Tu dibêjî elaqeya wî ya Rojhilatî hewesek bû?

Xwe hilavêt:

-Ya xwedê na, min ji te re behsa çend kesan kir, ka çi anîne serê me, lê ne Baskervîlle. Bi hevalê we re tam dijê wê dibe û ji ber wê ez zehf ditirsim. Ji alekî ve nava mamosteyên hatîn vê derê de, yê herî baş e. Xwendekarên xwe gelek baş têdigihînê û malbat dibêjin hebê

tinebê ew. Mîsyona me heta niha evqas diyarî nestandibûn: Berx, dîk, helaw, hemî ji bo Baskerwîlle. Meseleya wî, jibîr dikê ku kesek biyanî ye! Heke bi tenê weke kesên vê derê cil wergirtan, bi min re jî bi zaravayê vê heremê baxiviya û keyfa wî ji girarê re bihata, ne xem bû. Ez ê bikeniyam û biboriyam. Lê temtêl tenê têra Baskervîlle nake. Ketiye nava şerê sîyasî. Pesnê Makezagonê didê. Xwendekarên xwe hemberê Ûrûs, Ingilîz, şah û melayên paşverû de fît didê. Ez bigumanim ku ew li vê derê “Kurê Adem” anko endamê rêxistina xef be jî.

____________________________________

(*)Elf Leyl: Di Rojhilata Navîn de, rêze çîrokeke bi nav û deng e. Nava Kurdan de jî tê gotin û gorî devoka Kurdî navê wê bûye ‘Elîf Leyla’. Wateya wê hezar şev e.

Keserek kişand:

-Duh sibeyî, li ber deriyê me xwepaşandanek hat lidarxistin. Bi pêşengiya du melayên mezin, hat xwestin ku Baskervîlle herê, hey ne mîsyon bêgirtin. Piştî sê saetan xwepêşandanek din hat lidarxistin. Wan jî, destek dida Howard û dixwestin bimînê. Hûn fêhm dikin, ne welê? Ev rewş bi vî awayî bidomê, em nikarin bimînin vî bajarî.

-Hûn bi Howard re neaxivîn?

-Belko sed caran, her şêweyî, her rengî. Dibêje: “Hişyarbûna Rojhilat, ji çarenûsa mîsyonê giringtir e” û tiştekî din nabêjê. Dibêjê, heke şoreşa Makezagonê têkherê, jixwe em ê mecbûr bibin, herin. Rastî ez dikarim peymana wî betal bikim lê ez wê bikim, ez ditirsim ku kesên her wextî destek dayîn me hêrs bibin. Bi tenê, çare arambûna Baskerville ye. Belko tu bikaribî vê bikî.

Bêyê ez sozek welê bidim, min xwest ku ez Howard bibînim. Rûyê keşe geş bû û da xwe, rabî:

-Li pey min werin, ez nîşa we bikim. Bawerke ez ê bizanibim li kû ye. Bê deng wî bişopînin, hûnê bizanibin ka ji bo çi ez ditirsim û hûnê min fêhm bikin.

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply