Armanc

Di jiyana gerdûnî de tu exlaqê bi îdeal û hedefa îdeal bê bedelên giranbûha negihîştiye armanca xwe.

Kesê ku di nava mirovên ku bi hestên çavnebariyê tevdigerin û bi hestên nefretê dijîn de xwediyê armancên îdeal be, bifikirin ku ew xwediyê îdeal dê çiqasî were lêdan û bi kîjan zehmetiyan re rûbirû bimîne.

Mixabin nexweşiya mirovên hesûdkar nefreta wan pir bi bahayek erzan û ji kesê ku di nava civakê de bi rêzikên îdeal xwedî armancan re rihet dibin astengî.

Lê rêya têgihîştina armancên bi îdeal lazime bi biryarek diyarî ji civakê dûr bikeve û demekî dûr ji civakê dûrî bijî hîngê bikeve nava tevgera amadekariya vegera nava civakê û fikr û ramanê xwe bi fermî ji bona xizmeta civakê pêkbîne, hînga civat qedrê tunebûna wî ferq dikin.

Naxwe ew kesê ku bi rêzikên fikr û ramanê pêşengiya ji bona xizmeta civakê dijîn, bê ji civakê dûrî jiyandin tu şansekî wî bigêhêje armanca xwe nîne û hînga wî demê hêdî hêdî bi serê xwe bigihêje armancên xwe ên bingehîn.

Ji bona hatina wê tenê bi awayek psîkolojîk û hewcetiya civakê bi lezgînî pê heye û lazime hêza ku di nava civakê de bi bandorê amadekariya hewcetiya bi wî kesî heye amede bike.

Kesên ku bi îdeal û rêzikên bi berhevî di nava civakê de yek rêyeke serkeftinê heye, ew rêya jî bi rêzik û zagonên qanûnî dadê pêk bîne û tu cûdayetiyan neke nava malbata xwe û tevahî civakê û rengên cûda, bawerî û mezhebên cûda de bi qasê yek misqaleke bê dad tevnegere.

Civak wê demê dişibe bostanê firingiyan û fêkiyên tema wan ji hev cûda dibe feyde ji tenduristiya mirovan û jiyanê re. Dema di rêvebertiya civakê de qanûn bi dad pêk were, civak bixwe rojbiroj dixwe de guherandinê çêdike û qanûn bi xalê zagonan dikeve asta berheva aboriyê û perwerde jî bi berheva aborî re derî ji serkeftinê re vedibe.

Ji civaka ku bê perwerdeye re teknolojiya herî bilind bikî xizmeta civakê di demeke pir kin de têk diçe û rêya tevlihevî ya dijwar û hev kuştinê vedike.

Civaka ku perwerdekirî bi sîstema bê dad û qanûnê ededî rêde bibî, tu wextê sîstema berhevî ya aborî nakeve xizmeta civakê, lewra sîstem tune û zagonên dadê pêk nayên anîn.

Tenê yek rêyeke ku mirov wekhevî gel hev bikaribin bijîn, lazime qanûn bi rêkûpêk bibe sîstema dadê û demokrasiyê, hîngê rêya çavkaniyên aboriya civakê bi lezgînî di xwe de guherandin pêkbê.

Kesên ku dibin xweyê nasnama karê serkeftî, wê demê her zarok di dibistanan de hunerekê ji bona pêdiviyê jiyana xwe hilbijartin û armanca hunera hilbijartî bibe  derfetên aboriya jiyanê.

Hingê civak bi gora qanûna rêveberiyê perwerde dibe û medeniyeta qedîm a bi dîrok di cihanê de dibe şanaziya jiyana civakê û rêya serdana tûrîstan re rê vedibe û dewlet dibe dewleteke mînak. Çima kurd ji bona pêşerojê xwe amade nekin. Naxwe di tevahî cihanê de miletê kurd qadirê pêşengiya medenîyeta dîrokîne û lazime miletê kurd xwe ji kevneşopiyên ededî û taybetî bi destê osmaniyan û selçûkiyan bi civakê ededên xwe yên kevneşopî wekî baweriya bi dîn bizanistî dane jiyandan.

Armanca mirovên bi rêzik, mexsed azadiya milet be, hingê bedelên giranbûha dide, bes dawî armanc digêhêje hedefa xizmeta milet û bixwe jî dibe zanistê civaknas û bi tesîr dîroka miletê xwe de mora pisportî digre, dibe kesekî avaker û nemirî ya şehîdî di nava milet de tim bi bîranîn dijîn.

Behçet Ateş: 15-08-2023 Gimgim

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply