Însanên Heywanî

Ahûramazda (Ezda) rojekê ji rojan gazî Melekê Tawûs dike û jê re emir dide, dibêje: “Min wezîfeya xuliqandina dinyayê daye te. Here û dinyayê biafirîne, bila di hundirê wê de şînahî, însan û heywan hebin.”

Melekê Tawûs ji hizûra Ezda derdikeve û dest bi wezîfeya xwe dike. Wezîfeya xwe di şeş rojan de diqedîne. Gava wezîfeya wî diqede diçe hizûra Ezda û jê re dibêje: “Min wezîfeya xwe anî cih ezbenî.”

_upscale

Ezda berê xwe dide dinyayê û lê dinêre. Dibîne ku di dinê de hejmara heywanan ji ya însanan zêdetir e û bi piranîya heywanan li Rojhilata Navîn kom bûne. Ezda cardin ferman dide Melekê Tawûs û dibêje: “Li gellek cihên dinyayê lê bi piranî li Rojhilata Navîn hejmara heywanan ji ya însanan zêdetir e. Here ji wan heywanên ku te afirandine hinek ji wana bike însan.”

Melekê Tawûs cardin bi hurmet ji hizûrê derdikeve û tê dinê. Li dinê wekî Ezda ferman dayî ji heywanên ser rûyê erdê însanan çêdike.

Dibêjin ku ji wê rojê heta niha di nava komên însanan de lê bi piranî di Rojhilata Navîn de însanên heywanî hene. Her çiqasî bi şekil bûbûn însan jî lê bi tebîet nebûne însan û ji însanetîyê dûr mane.

Mihyedîn Nahrîn

Etîket: însan, Melekê Tawûs, Polylang KMR, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Çîroka Çar Bajaran

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Kî Bizewice Kerîz e?

Tarîtî û Ronahî

Bedîuzzeman û Zimanê Dayikê: Nasname, Perwerde û Pirzimanî

Şîroveyekê bihêle