Rêvebirîya Gunehan

Guneh, tevgereke çewt e. Ne di rê de ye, ne li gorî aqlê hevpar e. Di guneh de neheqî li kesekî din dibe. Dibe ku herkes gunehan bike; lewra em li gorî ku karibin gunehan bikin, hatine xuliqandin. Kesên zane û bawermend, dikarin gunehên xwe birêve bibin; lê yên ku ji tahma gunehan têr nabin, guneh wan bi  rêve dibin.

Îblîs, gunehê xwe birêve nebir; lewma hate lanetkirin. Ji bedêla ku çewtîya xwe qebul bike û tobe bike yan xiraptir kir: xwe mezin dît û çewtîya xwe parast. Ji ber ku meseleke me ya kevnar û gerdûnî pê re heye, dev ji me naqere û di hemû gunehên me de teşwîq û weswesa wî heye. Lewra dixwaze me li ber çavê Xwedê bêqîmet bike. Helbet herkes bi ya wî nake. Qelsî û kêmanîya mirov wêrektîya wî cor dike. Piştî ku guneh diqewime mirov tenê dihêle. Êdî tu û rêvebirîya guneh bi tenê dimînin.

Mirov naxwazin gunehên wan eşkere bibin. Lewma derew û qebhetên xwe diveşêrin. Eger dema ku gunehek be wê bi hêsanîtir birêve biçe; lê ku guneh dikevin ser hev êdî çareserîya wan zortir dibe. Şeytan hemrazê gunehkaran e. Li hemberî vê hemrazîyê dike ku gunehin din bike. Ev hemrazî, arişetî ye jî. Dibêje ku tu vê nekî wê ev sirrê te eşkere bibe. Êdî tu xwe dixe destê wî. Ew dostekê xapînok e. Her ku dostanîya we pêş dikeve deyndarî û tirsa te bêtir dibe. Êdî tu girêdayî wî ye. Tu hemû çewtîyên xwe asayî dibîne. Kesên ku tu neheqîyê li wan dike, li ber çavê te kêm in. Tu xwe ji wan mezintir dibine.  Tewanbarî ji te re dibe jiyan.

Rêvebirîya gunehan di destê vîna mirovan de ye. Kesên ku wî lanetî ji xwe dûr nexin, nikarin gunehên xwe bi rêve bibin. Lewra bi hemû wesweseyên xwe mirovan bi xwe gire dide. Dixwaze ku hefsarê vîna mirovan di destê wî de be. Dixwaze tu şopînerê wî be. Dixwaze rêberê te be. Rê û rêbazên wî xemilandîne; lewma kesên nebawermend an jî yên ku şirîkan ji Xwedê re çê dikin, ew rê ji wan re xweş tê. Lê kesên ku bi dilekî safî li ser rêya Xwedê ne, ji wan re rêya wî şeytanî kirh xuya dike.

Xapînokê gunehan, hertim maweyê dide ku tu bi ya wî bike. Ew mawe dike ku tu çareserîya guneh li paş bixe. Gunehê ku di dema xwe de çareser nebe, bi xwe re derdora xwe jî genî dike. Maweya ku şeytan dide dil, ji ber têkûzîyê ye. Têkûzî, di hiş de weke bêgunehîyê tê ber çav. Lê bêgunehî ji mirovan re nîne. Ev xapandina şeytên bi xwe ye. Lewma hemû nixumandinên gunehan ji bo xuyangê ne. Xapandineke xuyanga hişmendî mirovan diewiqîne. Ev ewiqandin, xemleke guherbar e. Lewra hemû mirov nayên xapandin.

Divê ku mirov guneh kir jî rêyekê vegerê ji xwe re bihêle. Ku kêrek li kesekî xist divê wê navê kêrne din lê nexe. Eger mirov yekî bikûje divê mirov neke didu. Eger ku te zînayek kir neke didu. Divê mirov barê gunehan zede neke.

Tobeya derî hertim vekirîye; lê weswese dixwaze te bargiran bike û te bêhêvî bihêle.

Rêvebirtîya şeytan ne ji xêra mirov re ye. Qanunên ji bilî yên Xwedê, ji tewanbaran re jî zulm e. Biryarên qanunên Xwedayî, di cihê xwe de ne û gunehan paqij dike. Kesên ku neheqî li wan bûye, pê diltêr dibin.

Sazîyên gunehan, bûne holdîng. Fermîya wan ew qasî li pêş ketiye ku hew kes ji wan gumanê dike. Lê bawermendê têkoşer, divê pêşî gunehên xwe bi rêve bibe û van sazîyan ji holê rake.

Zîwer Îlhan

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply