Bîranînên Amed Tîgrîs

Piraniya pirtûkên bîranînên ku ji alî rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd ve hatine nivîsîn bi tirkî ne. Lêbelê bîranînên ku Amed Tîgrîs nivîsiye bi kurdî ye û ev jî nirxa wê ji yên bi tirkî bilindtir û baştir dike.

Pirtûka bîranînên Amed Tîgrîs di nav weşanên Ranya/Kurdpel de li Wanê derketiye. Çapeka vê pirtûkê jî ji alî weşanên Apecê li Stockholmê hatiye çapkirin. Pirtûk 424 rûpel in. Di sî rûpelên dawîn de wêneyên curbecur hene. Edîtorê pirtûkê M. Hakkî Balta (B. Welatevîn) e.

Bîranîn cureyek otobiyografîka şexsiyetan/kesayetiyan e. Di bîranînan de jînegeriya ew kesê ku bîranînên xwe nivîsiye tê rave kirin. Mirov bi xwendina bîranînên wê/wî kesî hîn baştir wî/wê nas dike. Min birêz Amed Tigrîs ji sala 1975 ve nas dikir, lê bi saya xwendina bîranînên wî, min gelek hêlên wî yên ku ez pê nizanibûm nas kir, fêm kir.

Di pirtûkek 424 rûpelan de gelek tişt hatine qal kirin û di gotarek danasîna pirtûkê de mirov nikare behsa hertiştên ku hatine kalkirin bike.

Lewre jî ez ê behsa hinek tiştên ku bala min bikşîne yan jî ez texmîn bikim ku ji bo xwendevanan balkêş e, ez ê qal bikim. Amed Tîgrîs ji biçûkiya xwe ve dest bi bîranînên xwe dike, behsa malbata xwe, dê û bavê xwe, kalikê xwe dike.

Amed Tîgrîs di pirtûka bîranînên xwe de pir dirêj, bi berferehî behsa dibîstana razanê ya dewletê ku li navçeya Erxeniyê ku li wir xwendiye dike. Wî pirtûka bîranînên xwe de qalkirina biçûkahî û dibîstana razanê û pêvajoya xwendin û buyina mamostetiyê pir fereh girtiye, dirêj qal kiriye. Di bîranînên wî de cihên ku qala siyasî û rêxistinî dike li xweşa min çû, bala min kişand û ji min re balkêş hat.

Di behsa damezrandina rêxistinên/komeleyên demokratîk yên ku li Licê hatibû damezrandin de bîranîneke şaş heye. Amed Tîgrîs dibêje; li Licê komeleya ciwanan ya bi nave Lîg-Der hatibû damezrandin. Yanî nave bi tirkî Lîce Gençlîk Dernegî. Lê, bi qasê ku tê bîra min nave komelê ê kin Lîk-Der bû. Yanî bi tirkî Lîce Kultur Dernegî bû.

Di bîranînan de hinek tiştên ku têne qal kirin, ji bo ku ez jî wekî xortekî Licêyî bubûm şahidê wan bûyeran û beşdarê wan çalakiyan bubûm, xortaniya min a wê demê anî bîra min. Wek mînak konsera Şahturnayê, meşa Licê heta Amedê û hwd.

Amed Tîgrîs di bîranînên xwe de, têkiliyên xwe û Tkpê, çûyina Almanyayê, di radyoya Tkpê de xebat û nasîna sekreterê Tkpê laz Îsmaîl Bîlen û herweha Kemalîstiya wan baş qal kiriye. Tkp bi rastî jî partiyeke sosyal şoven bû, kemalîst bû, tirkperweriyê dikir. Ji xwe Laz Îsmaîlê kemalîst bi kurdan henekên xwe dike û dibêje ”Ma kurdî jî ziman e.” Ji bo heqaretên Laz Îsmaîl Amed Tîgrîs bêdeng namîne, li hemberê wî derdikeve û bersîva wî baş dide û êdî li hemberê Tkpê helwest digre û ji wan vediqete. Lê piştî veqetandinê Tkp li Almanya rojhilat A. Tîgrîs, jina wî û zarokên wî di malek de sal û nîv hepis dike.

Piştî salûnîv hepisa male Tkp wan berdide û dişîne Stenbolê.. Ew jî ji Stenbolê diçine Amedê. Piştî demeke A. Tîgrîs dibe Kîp/Ddkdyî. Serokê Kîp/Ddkdê Omer Çetîn re hevdîtin çêdike û paşê Ddkd wî dişîne Almanya rojava û paşê jî ji wir dice Swêdê û 40 sal li Swêdê dijî. Niha jî carna li Swêdê lê piranî li Amedê dimîne.

A.Tîgrîs di bîranînên xwe de bi berferehî qala rewşa siyasî a kurdên li Swêdê, parçebûna Kîp/Ddkd û behsa siyasetên kurdan yên din û gelek tiştan qal dike. Di parçebûna Ddkdyîyan de dibine sê alî û her alî bi heman navî kovar “Armanc” derdixe.

Di bîranînan de di derbarê sîstema siyasî û civakî, sîstema perwerdeyê û perwerdeya zimanê dayikê de agahdariyên gelek baş û berfereh hene. Kurdên ku ne li Swêdê ne, dema vê pirtûka bîranînên A. Tîgrîs bixwînin dê derbarê Swêdê de gelek tişt fêr bibin. Di bîranînan de bi sernavê ”Xwînîtî dînîtiye” de behsa kuştina pismamê A. Tîgrîs û paşê tolhildana wî dike. Bavê pismamê wî dice du bira li ser hevûdu dikuje. Wê demê gotin Apê Mekî Xoce û birayê wî ew kuştine. Min bi xwe heta ku pirtûka bîranînên Amed Tîgrîs xwend, min jî digot qey ap û birayê wî ku navî Eşref e, wan herdu birayan kuştine. Herdu bira ji mehleya Kerehasanan ji mala Miko bû. Dibêjin mala Miko ermenîne, berê xaçperest bûne û paşê bûne misilman. Mala Miko bi piranî/bi taybetî jî xortên wan soreşger bû. Ev herdu birayên ku bi doza xwînê hatibû kuştin, zarokên wan hevalên me yên siyasî ên ku di rêxistina riya azadî (PSKT)de bû. Kurekî wan çû çiya li çiya hate kuştin, şehîd ket. Kurekî wan jî bi keça xweşka min re zewicî, bû zavayê me. Ji bo doza xwînê û bi hestên tolhildanê wê malbatê biryar girtibû ku Mekî Xoce/Amed Tigrîs bikujin. Ji bo nekuştina Amed Tigrîs ez ketim nav hewldanek û min gelek xebat kir, bi wan re hevûdudîtin pêk anî ku doza xwînê nedome û A. Tîgrîs nekujin. Hevalê me ê rêxistinî yê wê demê Mahfuzê postecî ku karmendê postexaneyê bû bi min re di nav hewldanê de bû ku em pêşî li ser pevçûna mala Mekî Xoce û mala Miko û pêşî li kuştina Mekî Xoce bigrin. Di encamê de jî em bi ser ketin, me wan îqna kir ku ew li pey doza xwînê negerin û herweha Mekî Xoce ê kuştinê nîn e ku ji bo doza xwînê were kuştin û divê ew neyê kuştin.

Min di nav pêvajoya jiyana xwe de şeş kesan ji kuştinê xilas kiriye. Ango ez bûme sedem ku ew neyêne kuştin. Yek ji wan şeş kesan jî Amed Tîgrîs bû. Heger rojeke ez jî bîranînên xwe binivîsim, ez ê 5 kesên din ku min wan çawa ji kuştinê xilas kiriye binivîsim. Mesela xilasiya Amed Tigrîs jî piştî 45 salan ez hêj nû cara yekem di vê nivîsa xwe de dibêjim.

Pirtûka bîranînên Amed Tîgrîs pirtûkek hêjayê xwendinê ye. Divê xwendevanên kurd û bi taybetî jî Lîcêyî wê bixwînin. Wî bîranînên xwe bi şêweyeke realîst, objektîf ango rastiyê nivîsiye. Rastiya dema burî û şoventiya Tkpê aniye zimên, şoventiya Tkpê teşîr kiriye. Wî di bîranînên xwe de wek hinekên din ku bîranîn nivîsîne çamor neavêtiye kesekî û li kesek derew nekiriye, ew rastgo ye û rastî çiye, çibûye wan gotiye, qal kiriye.

Yên ku AmedTîgrîs nas dikin dizanin û di bîranînên wî de jî diyar dibe ku wî çiqas pir ji bo çand, ziman û wêjeya/edebiyata kurdî û herwehaji bo perwerdeya kurdî xizmet kiriye. Di mesmedia kurdî de gelek nivîsên wî yên bi kurdî û herweha gelek pirtûkên wî yên kurdî hatine weşandinê.

Wek min berê jî got pirtûka bîranînên Amed Tîgrîs qalind e, 424 rûpel e û lewre ez nikaribûm di gotareke danasînê de behsa hemû tiştên ku tê de hatine rave kirin, qal bikim. Ji xwe min behsa gelek tiştan nekire. Di pirtûkê de gelek tiştên hêja hene ku divê xwendevan bixwînin.

Wek gotina dawî ez dixwazim bi çend gotinan hevjîna wî a rahmetî Emîne Xanimê bi rêz bi bîr bînim. Emîne Xanim jineka hêja bû, Lîcêyîyeka baş û kurdperwereka baş bû. Ruhê wê şad be, mekanê wê bihuşt/cenet be.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply