Mîh û Şêr û Gûr

Hebû tunebû, carekê ji caran êleke koçeran bar kir, mîhek li şûna waran ma. Mîhê jî rê girt ûçû, çû rastî mêrgekê hat; mêrgeke pirr xweş. Mîhê di mêrgê de warê xwe çekir û za; du berxên mê anîn.

Rojekê mîhê dît ku vaye şêrek bi ser de hat. şêr jê re got:
-Tu çima li vê derê yî?

Mîhê got:
-Bi saya serê te, ku tu siltanê heywanan î, ez û berxikên xwe li vê derê, di vê mêrgê de diçêrin.

Şêr got:
-Qet tu hesaban meke, dilaram be, ez parêzerê te me. şêr çû bi riya xwe de mîh û berxikên xwe man di mêrgê de.

Rojekê mîhê dît ku va ye gurek hat. Gurî jê re got:
-Matu nizanî ku ev mêrg a min e? Tu bêyî pirsê ji min bikî hatiyî tê de diçêrî.

Mîhê got:
-Ev mêrg, ya şêrî ye. Gurî got:
-Na, ev mêrg a min e û ez ê her du berxên te ji dêlva çêreya xwe bixwim.

Êrîş bire ser her du berxikan û ew xwarin, piştre vegeriya bi ser mîhê de:
-Heke careka din ez vegerim û te li vê derê bibînim, ez ê te jî bixwim. Gurî da rê û çû. Rojekê şêr li welatê bin destê xwe digeriya, hat ser mêrgê jî. Mîhê hal û hewalên xwe û gurî jê re gotin. şêr gava mesele bihîst got:
-Guhê xwe bide min bê ez ji te re çi dibêjim. Ez ê xwe di pişta vî kevirê han de veşêrim. Gava gur hat û gote te » ev mêrg a min e,« tu bibêje »na, ev mêrg a şêrî ye«. Heke gpt »na, ev mêgr a min e«, tu bibêje »hema sê gavan ber bi vî kevirê han de bavêje û sond bixwe åbêje bi vî kevirî ev mêrg a min e¼ min qebûl kir«.

şêr rabû xwe di pişta kevirî de veşart. Qederek di ser re derbas bû, gur hat gote mîhê:
-Hêja tu li vir î? Ma min ji te re negot ji vir here?

Mîhê got:
-Ev mêrga şêrî ye.
Wî got:
-Na!

Li dûmahîkê mîhê got:
-Ji min re bi vî kevirê han sond bixwe, min qebûl e.

Gur jî li tiştekî wiha digerriya. Hema ber bi kevirî de çû û jimart:
-Ev gavek, ev du gav û ev sê gav….

Di gava sisiyan de çavên wî bi yên şêrî ketin, tirsiya, destê xwe avêt pêsîra xwe, got:
-Bavo, ez bextê xwe xera nakim, ev mêrg a şêrî ye.

Çaxa wilo got, şêr ji pêl ve rabû û ber bi wî ve hat, jê re got:
-Belê guro, ji ber ku te ez li pişt berî dîtim, ev bû mêrga min. Lê gava te berxik xwarin ev ne mêrga min bû.

Şêrî hema pençeyek li qafê gurî da û gur di cih de kuşt.

Çîroka min li diyaran, rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.

çavkanî:demacirok.wordpress.com

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *