Çîrokname

Karbidest

Ez bi gavin sist bi derencê ve hilkişîm. Hetanî ku ez gihştim qata sisiya devê min zuha bû. Derbasî oda ku zarokan lê qeyd dikin bûm. Min destê xwe dirêjî karbidest kir, bi tirs û sawê ez girtim. Min di nava xwe de got: ” Dibe ku berra min de ji vir, yan jî bi ser min de rabe û …

Bêhtir »

Buharên Wî

Bayê buharê yê hênik, bêhna erdê, tîrêjên rojê, vebûna gula, û dilê wî yê reben ku di tenêbûna xwe de her roj sed carî dimre. Buharên xelk û alemê tev de bi kêfûşahî, hezkirin û ramûsanan derbas dibin, yê wî, bi hisret, fîxan û kulan re derbasdibe, û dubhure. Blê dilê wî yê bi tenê derbasî kêleka vî bajarê bê dil , bê cerg û hinav dibe. Dilê wî tê sûtandin û henek jî pê tê kirin. Ew û dilê xwe yê reben, ku ji rebenîya xwe hew dikare hezbike, anjî bawerî yê bi hezkirinê bîne. Roj û şev li cem dilê wî weke hevin.

Bêhtir »