Derewa Ji Rastiyê Çêtir

Dibêjin, carekê şêxek ji şêxên Ereb, xeber ji qiralekî Kurd re hinartiye, gotiye:
– Ez ê leşkerê xwe hildim û werin ser te. Ez ê qetik têxim stuyê te û te li dira serbajarê te bigerînim, heta ku tu ji kerê re bêjî ŞOŞ DAYÊ!
Qiralê Kurd jî xeber ji wî Şêxê Ereb re şandiye û gotiye:
– Ez zirt li te nakim û fortên xwe jî nadim. Lê dema ku tu hatî, Silav li qewetê ye!
Şêxê Ereb fermanek ji hemwelatiyên xwe re belav kiriye, gotiye:
– Ji piçûk û ji mezinan, hemû kesên ku destê wan şûr digire, bila filan rojê werin û li Meydana Cengê amade bibin. Ez ê agahdariyeke bidim.
Roja ku Şêxê Ereb gotiye, her kes hatiye li wê meydanê amade bûye û Şêx ji konê serokatiyê derketiye, çûye ser kerkerokê axaftinê û gotuye:
– Gelî welatiyan! Binerin, em li vê berriya sîlekan dijîn, hesreta me qurçek ava hênik e, em ji bo xwarina şênikahiyekê û fêkiyekî quzilqurtî dibin. Ev Qiralê Kurd hemî wan çiyayên avî, mêr û çem, geliyên tije bax û baxçe dixo û tiştek jê nade me. Em filan rojê diçin ser welatê wî û em ê wî dîl bikin, piştre em ê qetik têxin stuyê wî û wî li dora bajarê wî bigerînin. Em ê li ber çavên wî hemû hemwelatiyên wî bikujin, piştre jî wî bikujin. Ev e ew welat, ew avên hênik, ew bax û bostanên kesnedîtî, ew keç û zeriyên nazenîn tev dibin ên me.
Şêxê Ereb û şervanên xwe, bi siwariya huşturan ketine rê û li riya Kurdistanê kudandine. Çûne li nêzê serbajarê Qiralê Kurd hemû rêyan vegirtine û kê ji bajêr derketiye yan çûye bajêr, girtine û bi şûr serî jê kirine.
Qiralê Kurd dîtiye ku heftiyeke, kes nehatiye bajarê wî û yên ji bajêr derdikevin jî, bi şûnde venagerin. Dema zêrevanên wî herên çavdêr kirine, dîtine ku Erebên bi kiras hemû rê vegirtine û rêwiyan dikujin.
Piştî ku Qiralê Kurd bi wê meselê agahdar bûye, birrek leşkerên taybet amade kiriye û ew jî ketiye pêşiya wan, çûne şerê Şêxê Ereb. Demekurtek şûnde Şêx û berpirsên şer ên pê re tev dîl ketine destê Qiralê Kurd. Şervanên dî jî tev reviyane û bi şûnde çûne welatê xwe.
Qiralê Kurd dest û nigên Şêxê Ereb girêdane û wî li ser pişta hêstirekê xistine cembekeyan û anîne bajarê xwe.
Piştî çend rojan, Qiralê Kurd komek ji rîspiyên xwe amade kiriye û du tercumanên Kurd ên ku bi erebî dizanin anîne, çûne îfadeya Şêxê Ereb girtine. Şêxê Ereb zirtên xwe dane û gotiye:
– Şûrê me pir tûj e, kengê hebe em ê vî welatê rengbehişt ji Qiralê Kurd bistînin. Ma hûn Kurd nizanî ku Ereb wekîlê Xwedê ne û em qenctirîn milet in li dinyayê? Dinya jî tev malê Xwedê ye.
Tercûmanek çûye eynî van gotinên ku Şêxê Ereb gotine, gotiye Qiralê Kurd.
Bêguman Qiralê Kurd pir bi gotinên wî zêvir bûye û piştre tercumanê dî xwestiye ba xwe ku ew jî gotinên Şêxê Ereb jê re tercûme bike.
Tercûmanê dî weha gotiye Qiralê Kurd:
– Şêxê Ereb got: Ez ereboşkekî reş ê qûntazî û lêvdeqandî me. Ma ez dikarim bibim hempayê Qiralê Kurd? Em hatin virê ku em hinek şêlandin bikin û ji xwe re hin xwarin û kinc bibin û dîsa vegerin herin welatê xwe. Yanena, ji bavê me ne zêde ye ku em şerê Kurdan bikin?
Qiralê Kurd, ferman daye ku Şêxê Ereb bibin serşoyê, kincên paqij lê bikin û çend bar xwarin, barek zêr û du bar zîv li huşturên wan bikin û wan bi rêzmendî bişînin welatê wan.
Piştî ku ew fermana Qirêl bi cih anîne û Şêxê Ereb digel hin hevalên wî û wan barên ku gotiye bi rê kirine, tercûmanê pêşî çûye ba Qiralê Kurd û gotiye:
– Qiralê min, wî tercûmanî ne rast gotiye. Gotinên wî hemû derew in.
Qiralê Kurd gotiye Tercumanî:
– Hişbe! Eger gotinên wî derew bin jî, ji rastiya gotinên te çêtir in…
******
Ciwanên Hêja!
Bi rastî hin derew hene, eger ji bo meslehet bin, gelek ji gotinên rast ên ku xisar ji wan çêdibin çêtir in.
Yanî DEREWA BI XÊR, JI RASTIYA BÊ XÊR ÇÊTIR E.
Zeynelabidîn ZINAR
   30/ 01/ 2017
(Ev çîrok ji rûpela zeynelabidin ya facebokê hatiye wergirtin)

Derbar ziman

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply