Dûvkê rûvî

Hebû tunebû pîrek hebû. Bizineke wê hebû.
Pîrê her roj bizina xwe didot, şîr dadanî sivderê û diçû malê cîrana.
Heta vedigheriya, dahat dinhêrî şîr tune.
Carekê ji bizina xwe dot, şîr dani ciyê her roj, da balte û xwe li pij dêri da teland.
Hew nêherî rûvî tele/tel hat kete sivderê, devê xwe kire dîzikê, şîr gişk çelpand, ew bû wê derketa biçûya, pîrê balte kewkî kirê.
Balte lêket poça rûvî kokê da firand. Rûvî ancaxî serê xwe xilas kir, revî çû nava rûvîyê havalên xwe.
De, rûvyê bê dûvik wê çawa be? Heval gişk pê kenyan, qerfê xwe lê kirin, ketine kir:

Rûvîko, mûviko,
Kanê dûviko?

Rûvî ji zû dibin. Dît çare jî ji hevala nave, xwe xwe ji nikare bê poç debûrke, rabû çû ber derê pîrê:
”Yan bira min bikuje, yan ji dûvke min bide.”
Pîrê jî anibû dûvkê rûvî bi nexş û renga, bi morî-mircana xemilandibû, sivderê xwe da dardakiribû.
Rûvî bi lavayî hate pîrê:

Pîrê, pîrê dûvkê min bide
Herim, herim…

Pîrê gotê: ” Here şîrê min bine”
Rûvî çû cem bizinê gotê :

Bizin. bizin şîr bide,
Şîr pîr bide,
Pîr dûvkê min bide,
Herim, herim..

Bizinê gotê: ”Here mi ra çilo (giya) bîne”
Rûvî çû cem darê, gotê: :

Darê, darê çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin şîr bide,
Şîr pîr bide,
Pîr dûvkê min bide,
Herim, herim..

Darê gotê: ” Here avê bine ser koka min da ke”
“Çû cem kaniye gotê:

Kanî, kanî av bide
Av dar bide,
Dar çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin şîr bide,
Şîr pîr bide,
Pîr dûvkê min bide,
Herim, herim..

Kanyê gotê: “Here bêje keçika, bira bên dora min govendê bigrin, bilîzen, ku av bide der, avê ji hilçînin bivin”
Rûvî çû lavayî keçika kir:

Keçek. keçek pê kutî,
Pê anî kutî,
Kanî av bide.
Av dar bide,
Dar çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin şîr bide,
Şîr pîr bide,
Pîr dûvkê min bide,
Herim, herim..

Keçika gotê: “Em pêxas in, here me ra sola bîne”
Çu cem solbend, gotê:

Solbend, solbend sol bide,
Sol keçik bide,
Keçik pê kutî,
Pê anî kutî,
Kanî av bide.
Av dar bide,
Dar çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin şîr bide,
Şîr pîr bide,
Pîr dûvkê min bide,
Herim, herim..

Solbend gotê: ” Here heqê min, hêka bine”.
Çû cem mirîşkê, gotê

Mirîşk, Mirîşk hêk bide,
Hêk solbend bide,
Solbend sol bidê,
Sol keçik bide,
Keçik pê kutî,
Pê ani kutî,
Kani av bide.
Av dar bide,
Dar çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin şîr bide,
Şîr pîr bide,
Pîr dûvkê min bide,
Herim, herim..

Mirîşka gotê: ”Here me ra qût bîne”.
Çu cem kewarê, gotê:

Kewar, kewar qût bide,
Qut mirîşk bide,
Mirîşk hêk bide,
Hêk solbend bide,
Solbend sol bidê,
Sol keçik bide,
Keçik pê kutî,
Pê anî kutî,
Kani av bide.
Av dar bide,
Dar çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin şîr bide,
Şîr pîr bide,
Pîr dûvkê min bide,
Herim, herim..

Kewarê gotê: ”Deryê min hilşaye, here hinek herî bîne pê çêke, qût xwe ra bive”.
Baran barî bû, hema ber derê kewarê erd dûbû herî, Rûvî gote erdê:

Erdê, Erdê herî bide,
Herî kewar bide,
Kewar qut bide,
Qut mirîşk bide,
Mirîşk hêk bide,
Hêk solbend bide,
Solbend sol bidê,
Sol keçik bide,

Keçik pê kutî,
Pê ani kutî,
Kanî av bide.
Av dar bide,
Dar çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin şîr bide,
Şîr pîr bide,
Pîr dûvkê min bide,
Herim, herim..

De, erd/ax, dê ye, ruhber ji tev ewlerê wê ne, tu kesî ra mana nake, gotê:
”Çikas dixwazî ji xwe ra hilde”.
Rûvî herî hilda pê derê kewarê çêkir. Kewarê qût dayê.
Qût da mirîşkê, mirîşk hêk daye
Hêk bir da solbend, solbend sol dayê.
Sol bir da keçika, keçika sol pêkirin, dora kaniyê govend girtin, lîstin.
Av ji kaniyê kişya. Keçikan av hilçinin birin li ser darê da kirin, darê çilo dayê.
Çilo bir da bizinê. bizinê şîr dayê. Şîr bir da pîrê, pîrê ji dûvkê wî yê xemilandiyê bedew anî, rind bi wî va dirût.
Rûvî sa bû, da tawlebazya, çû nava rûvya. heval dora wi tov bûn, dûvke wi yi bedew ditin, li ber lava kirin, çika wi dûvkê usayi bedev ji ku aniye,
ew ji herîn ji xwe ra binin…
Lê rûvî qerf û qarê wan, tiranê wan bira nekiribû, dixwast heyfa xwe ji wan hilde, gote wan:
-Hûn dixwezin dûvk;e we giska mina dûvkê min be?
Hemi hevre goten:
-Erê!
– De weki use ne, bidne pey min.

Rûvî hevalê xwe hemî top kirin, da pey xwe, bir ber çemê nêzikê gund.
Zivistan bû, sur/serma.
Çem qhermî bû, tek ci ciya cemed şikesti bû.
Rûvî got wan:
– Dûvkê xwe têkine nava avê, heta sibê.
Sibê dûvkê we yê minanî yê min be.
Wan dûvkê xwe kirne avê, hetani sibê sekinîn.
De hişkiya zivistanê, duvkê wan cemedê va qhermî; bû mina kevir.
Rûvîye me ji qestana çû keta nava gund, seye gund pê hesyan, dane pey, ew ji revî û seyê pey xwe anî herî nav rûvîyê ser çem da. Bi xwe ji çû xwe li ber zinarekî da teland û li wan mêze kir. De seyê gund, seyê şivanan ên dir, bi rûvîyê cemedê va qherimî qelîbin.
Sa/kuçik hinek xeniqandin, hineka poça xwe qetandin, qol, evin, serê xwe xilaz kirin.
Ya nebûyi hate serê rûvya.
Rûvyên me ji, li dûr va wan dinhêri û dikenya:

Rûvîkno, mûvikno,
Kanê dûvikno?…

demacirok.wordpress.com

Derbar ziman

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply