Wek qijo, dîk jî carek
Rabû ser şaxê darek
Ji rewşê dibû diyar
Ne ferx e ew extiyar
Bang didan bi kubarî
Ka qirikê çi karî
Rovî çawa dengê dîk
Seh kir xwe gihand nêzîk
Dilşad û bi lezgînî
Got: Birako mizgînî
Li hev hatin ajal tev
Êdî ne hewce ye rev
Ez sûnd dixwim bi îman
Xirab nabe ev peyman
Destbira ne vêca em
Ne derd hene ne jî xem
Tu bi Xwedê ji darê
Bêje “pirt” were xwarê
Ez te maçî kim hinek
Rast dibêjim ne henek
Divê ez vê xeberê
Bigehînim her derê
Pir ku heye karê min
Sivik bike barê min
Her digerin hûn betal
Lew karan nakin mital
Ha! Îşev qet nîn e xew
Şeng şahî ye êdî hew
Dê em jî bin alîkar
Çimkî hat li me bihar
Ez di bextê te were
Aşîtî ye ne şer e
Ji nêz ve bikin pîroz
Çi şirîn î dîkê boz
Dîkî gotê: Birê min
Wey tu taca serê min
Hingî evê gotinê
Şad nebûme li dinê
Nexwasim ku ji we tê
Mizgîniya cinetê
Pir mame heyret û mat
Şahiya min bû du qat
Yeqîn bo vê xeberê
Wa du tajî tên li rê
Ew jî bi ecele ne
Çi xweş jî tên maxane
Madem wisa ne ew çax
Va xwe davêjim ji şax
Em tev bêne serê hev
Pîroz bikin ta bi şev
Rovî çawa lê meyzî
Ji ser ta pê tevizî
Got: Bira xatirê te
Paşî dê bêm serê te
Ji ber vî karê bilez
Pêwîst e bibezim ez
Ji tirsa rih û canî
Rovî ling lingan danî
Ew diçû tajî li pey
Te digot bager e qey
Heta vexwî qurtek av
Winda bûn ew li ber çav
Li pêş her sêyan ve dîk
Dikenî bi hîkehîk.
08.04.2019
La Fontaîne
Lêanîn: Memê Miksî