Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe dikir bin teştekê û diparast. Rovîyek jî, her roj, bi dizî dihat mala pîrê û şîre wê vedixwar.

 

Pîrê meraq dikir: Gelo ew kî ye şîrê çêleka min vedixwe?

 

Rojekê pîrê bivirekî tûj dixe destê xwe û disekine. Rovî dîsa tê ku şîr vexwe. Pîrê bivir radike û bi hemû hêza xwe li duvê rovî dixe. Duvê rovî qut dibe. Dibe kaze-kaza rovî, digîrî.

 

Rovî, şerm dike ku bê duvik here ba hevalên xwe. Li ba pîrê radiweste û li ber pîrê digere ku pîrê duviêa wî bidê.

 

Rovî lavan dike û dibêje:

Pîrika min a delal! Ji bo xwedê duvikê min bide min.

Pîrê dibêje: Ku tu şîre min bide min ez ê jî duvikê te bidim te.

 

Rovî diçe cem bizinê û dibêje: Bizinê bizinê ka hinek şîr bide min!

Bizinê dibêje: Ka here ji min ra giha bîne.

 

Rovî diçê mêrgê dibêje: Mêrgê mêrgê, ka giha bide min.

Mêrg dibêje: Ka here çend keçên bedew bîne bila li ser min bikenin û govendê bigirin ku ez jî giha bidim te.

 

Rovî diçe cem keçên bedew û ji wan ra dibêje: Ka werin em herin li ser mêrgê bilîzin.

Keçik dibêjin: here ji me ra mircanan bîne, em têxine stûyê xwe ku em bilîzin.

 

Rovî diçe cem serraf û dibêje: Ka mircanan bide min.

Serraf dibêje: Ka here ji min ra hêkan bîne ku ez mircanan bidim te.

 

Rovî diçe cem mirîşkan û dibêje: Ka çend hêkan bidne min.

Mirîşk dibêjin: Here ji me ra hebên garisê misrî bîne, em bixwin û hêkan bikin ku em bidin te.

 

Rovî diçe nav bostan û dibêje: Ka garisê misrî bide min.

Bostan dibêje: Ka here ji min ra avê bine, ez vexwim ku ez garisê misrî bidim te.

 

Rovî, îcar berê xwe dide ber bi çem û dibêje: Çemo, ez bi gori, ka hinek av bide min.

Çem avê dide rovî, rovî avê dide bostan, bostan hebên garisê misrî dide rovî, rovî garisê misrî dide mirîşkan, mirîşk hêkan didin rovî, rovî hêkan dide serraf û mircanan distîne, rovî mircanan dide keçikan û keçik li ser mêrgê dikenin û govendê digrin, mêrg gihayê teze dide rovî, rovî giha dide bizinê û şîr jê  distine, rovî şîr dide pîrê û duvikê xwe jê distine.

 

Rovî ji kêfa duvikê xwe difire û ber bi hevalên xwe ve baz dide. Dema ku di ber çem ra derbas dibe, çem gazî wî dike û jê ra dibêje:

 

Birayê rovî! Ku careke din duvikê te ji te bistînin, ne ez avê didim te, ne bostan hebên garisê misrî, ne mirîşk hêkan, ne serraf mircanan dide te, ne keçikên bedew bi mircanan li ser merge dilîzin û ne jî bizin şîr dide te.

Tu yê heta dawîya umrê xwe bê duvik bigerî. Rovîyê bê duvik jî ji xwe ne tu rovî ye.

Baştir e ku tu dev ji dizîyê berdî.

batmangundem.com

Derbar ziman

Check Also

Derewa Ji Rastiyê Çêtir

Dibêjin, carekê şêxek ji şêxên Ereb, xeber ji qiralekî Kurd re hinartiye, gotiye: – Ez …

Leave a Reply