Nizanim ji ber çi tawan û gunehan
Xwedê xezeb barandî bû ji asmanan
Girtî bû her derî webayê
Nalenalek êxistî bû dunyayê
Nexweşî ku hat û
mirinê li ber derî teqe teq kir
Nevroz û çile çi ferq dikir
Tehma devî di reviya bi yekcar
Êdî aramiyê xatir dixwest û
dikir bar
Ne gur li pey berxan dibezîn
Ne rûviyan mirîşk difekirîn
Hizir ke qumrîyan jî terk dikir eşqbazî
Evîndaran nebû hewesa mirazî
Îca evîn jî nemîne li vê dinê
Çi ferq dimîne di navbera jîn û mirinê
Welhasil ew qeder xirab bû hal li candaran
Divê çareseriyek dîtiba rêveberan
Mîrê daristanê şêrî bi vê nîyetê
Civînek pêkanî bo meşveretê
Go: “yeqîn ev weba
sizaya Xwedê ye
Divê qurbanî bikin em
her kî guneha wî zêde ye
Kêm nake xezeba Xwedê
tu tişt ji bilî vê tedbîrê
Wextê hûn dinêrin li dîrokê jî
Fîda dibe canek, ji bo canek bijî
Werin bê derew û dek û dolabê
îtiraf bikin û xwe bikêşin ber hisabê
Da bibînin çend qûrûş e qumaşê me
Bila derkeve holê rast û hem şaşê me
Çi dîyar e dibe ku ez bim xirabtirînê we
Zilimkar û sitemkar û bêbexttirînê we
Dizanim ji ber bênefsiya xwe nediçûm
gelek caran
Min bizin û mîh dixwarin
û belav dikir garran
Pez xwarin jî cihê sehkirinê ye
lê ne bes mîh û bizin, şivan min xwarin şivan!
Rûvî go:
haşa mîrê min ev çi gotin e
Ev qas xwe nizim kirin ne layiqê cenabê te ne
Noşîcan be bizina te xwarî bi dil xweşî
Rastî bi xwarina wê te şeref bexşî
Çi rûmetek mezin e bo bizina genî
Ku bû ye rizqê te ezbenî
Her çi şivan e, belê heq dike
Ne hedê wî bû xwe mezin bike
Edetê şivantîyê ji ku derxistî ye
Ma nabîne ku maniê rizqê mîrî ye
Gotinên rûvî coşandin hemû qeşmer
Dengê çepikan dagirt meclîs, bê navber
Êdî piling û hirç jî bi kiryarên xwe dikir şanazî
Kûçik qey te digo ewlîya ye, Xudê jê razî
Wê demê kerî jî dest bi îtîrafa gunehan kir
Dest avête guneha xwe ya herî kirêttir
Go: rojekê derbas dibûm
di nav zevîya melayî
Gelek birçî û tênî û westiyayî
Wextê min dî ne nasyar heye ne bîyanî
Li dûv nefsa xwe ketim ya şeytanî
Min leqek avête hindek gîyayê hêşîn
Çend pelên wê min xwarin
bi neçarî û şermîn
Di gel îtîrafa kerî
heyteholek kete cemaetê
Ker kirin îblîs û lê bar kirin barê le’netê
Gurek hate coşê û dengê xwe bilind kir
û bi zimanek tund
Go: misoger ev e egera xezeba esmanê bilind
Ji her kunek palpişt û delîlek derxist û pêk anî
Ker kire zalim û xirabtirînê wî zemanî
Di gavê da tevav bû darizandina kerî
Derket fermana kuştina wî xwelîserî
Îca li qesran ho ye edalet ey guhdar
Wisa tê cuda kirin neheq û mafedar
Hêzdar dunyayê xerab bike ser seran
Zeîf xwe bibizive dibe guneh û tawan
Werger ji La Fontaine – Muxlis Gerdî – 13.04.2024
Wergêr: Muhlis Sönmez. 1999ê li Şemzînan ji dayîk buye. Li Zanîngeya Marmara beşa îlahiyatê xwendiye û niha Li Zanîngeya Istanbul Medenîyetê li ser felsefeya Islamê masterê dike.