Fermano Malxirabo

Ferman lawê xwe yê mezin sala par zewicandibû. Li ber zewac û bi mal û halbûna lawê xwe şadibû û dixwest ku îsal, zivistanê biçe mala lawê xwe û zivistana îsal li mala wî derbas bike. Bi malîvana xwe re ji bona çûyînê qise kiribû. Ferman, ji bona çûyînê biryar dabû.

Çiqas bi malîvana xwe re qise kiribe û parve kiribe jî bi rastî pirsa dawîn ya Ferman bû. Di mal de ewqas guh nedida kesî. Çi bikira bi serê xwe, wek xwe dikir. Lê dîsa jî biryarekî hevbeş di mal de derketibû holê û zarên wî jî ji vê biryara hanê re erê gotibûn. Bi malbatî digotin : « Emê îş û karên xwe zû xilas bikin, dewarên xwe teslîmê yekî bikin, derîyê mala xwe kilît bikin û biçin. »

Du lawên wî yên ku li der ve dixebitîn, bi nîyeta alîkarîya bavê xwe û bi nîyeta di nav eqrebayên xwe de derbaskirina cejna qurbanê hatibûn gund. Îş û karên xwe êpêy dabûn hev, di meha tebaxê de, xênjî du sê remork gihayê wî, hema hema îşê wan, yê havînê, qedîyabû. Hetanê roja erefatê xebitîbûn. Ji ber ku hemû îş û karên xwe biqedîne, Ferman lez û bezekî zêde dikir, çend caran, ji bona bilez tevbigerin, dilê zorokên xwe şikandibû û wan aciz kiribû. Van rojan lezgînîyekî bêhempa di çûyîn û hatina wî de û kelecanekî bêhesab di dilê wî de hebû. Eqrebayên wî di nav hev de qise dikirin :

-Îsal vaya çima wiha bê sebir e ?

-Wellehî ez nizanim !

-Dibêje ez îsal diçim mala kurê xwe û zivistana xwe li wê derê derbas dikim. Ji ber vê yekê ji hersal zêdetir lez dike.

-Kuro bi wî laşê xwe yê giran tu dibê vizik e, diçe û tê !

Çûyin û hatina wî ya bi lezgînî bala merivan dikişand. Lê belê balkêşîya herî mezin rûyê wî yê biken bû ! Fermanê bi awir û bi hêrs çû bû yekê dinê hatibû ! Van rojan rûyê wî dikenîya û hergav bi henek û tinaz bû. Bi der û dorên xwe re bi kêfxweşî qisedikir. Eqreba û gundîyan :

-Gelo bi vîya çi bûye, hergav bi mehde û mirûz bû, ecêb, van rojan ewqas devbiken e ?

-Kuro Fermanê niha wek yê berê nin e !

-Xwedê bi xêrê bigerîne !

Zarên wî jî digotin :

-Bavo ewqas giran bû, çawa bûye, wisa sivik bûye ?

-Nahêle em xwe bidin erdê.

-Erê, erê qe nebêje !

Di cejna qurbanê de hemû eqrebayên wan, yên ku li bajarên din dijîyan, hatibûn û bi dilşahîyekî mezin cejna xwe bi hev re derbas dikirin. Çûn malên hev hatin. Mezin û nexweşên xwe zîyaret kirin. Ferman jî di nav van komên çûyin û hatinê de bû.  Bi dilekî germ û niviz çû malên cinarên xwe û serlêdana hemû nexweş, kal û pîrên gund kir ! Îsal ji bona dê û bavê xwe û birayê xweyê bê mirad yê ku çend sal berê, ter û can li welatê xerîbîyê qeza derbas kiribû û miribû, kurbanekî serjê kir û goştê qurbanê par bi par li cînarên xwe parve kir.

Roja duduyan bû. Ferman geh bi telefonê diaxivî geh diçû der û dihat hundir. Tebat û rihetîya wî tune bû. Mêrga xwe ya Newala Dirikan bi nîvî da bû Hemoyê Gomikê, para wî du sed û panzdeh balye gîha ketibû û hîna nekişandibûn. Piştî çend caran dîsa têlefonê Hemo kir û Hemo jê re got :

-Xwedê jê razî, apê Ferman, ez mêze dikim tu bêsebirîyê dikî, ma min ji te re negotibû : « Mereq neke piştê eydê, para te dikişînim tînim, dikim lodê. Gîhayê xwe kişandî bihesibîne ! » Sebir bike, welleh billeh ez du sê rojên din şûnda gihayê te tînîm dikim lodê.

Lê belê camêr rihet nedisekinî ! Dilê xwe de digot :

-Ez vî gîhayê hanê jî bînim, dawî li kar û barên min tê.

Te digot qey hemû îş û karên wî maye û berf ketîye ser gurzên gîhayê wî ! Mal awabûyo ! Carek kiribû serê xwe ! Rihetîya wî tune bû ! Di nav rojê de biryara xwe dabû ku sibehê zû biçe û wî gîhayê berîya taştê bîne, li ser loda xwe ya nîvco bixîne û her wiha di nav ap, pismam û birazîyên xwe de berdewamê rê û rêzanên eydê bike !

Ber bi êvarê ji birazîyê xwe re têlefon vekir :

-Kuro tu dikarî sibehê werê alîyê me, dorekî gîhayê me he ye.

-Belê apo !

-Tu min nexapînî ha !

-Na apo çima ez te bixapînim ? Sibehê ez vala me, ma dorekî tenê nin e ?

Ji her du lawên xwe yên ku di mal de bûn re got :

-Emê serê sibê biçin gihayê me yê ku li Newala Dirikan maye bînin !

Lawê wî :

-Bavo çi leza te heye tu û Xwedê ? Bila eyd û erefat derbas bibin emê biçin bînin. Îşê te pê neketîye. Ma Hemo jî ji te re negotibû : «  Ez tînim.» Eger neyne, em dikarin bînin ?

Lawê wî yê din jî :

-Bavo, cîyê mêrga me cîyekî asê ye ! Kişaneka motorê û serê remorka me jî têkuz nin e. Motora me jî, ji derbijêran re zexm nin e. Ka te digot « Emê motor û remorkekî dinê emanet bigirin û pê bikişînin. »

Tiştekî ji kurên xwe re negot û bi telefona xwe ve bilî bû. Kurên wî jî xuyê bavê xwe dizanîbûn ku çi bibêjin bavê wan guh nade wan û êdî dengê xwe nekiribûn.

Ferman, ji ber ku kişaneka motorê qels bû, serê remorkê avêtibû şûna eyarê kotanan. Her wiha ji biharê heta niha bêtirs û bêxem remorka xwe bikar dianî. Bi vî awayîyê jî bê fesalî ji motorê re çê dibû. Hetanê çend eqrebayên wî ji bona kişanekê jê re gotibûn. Lê xema wî nebû !

Êvarê çû mala apê xwe li ba eqreba û mêvanan rûnişt. Di nav qisedanên xwe de anî ziman ku ewê sibehê zû biçe gîhayê xwe bîne. Apê wî jê re got :

-Bavê min çi leza te he ye ? Hela bisekine em gişt bi hev re eyda xwe bi dilekî xweş bavêjin pişt xwe. Rojek du roj îşe te bi şûnda bikeve çawa dibe !

-Welleh emê sibehê zû biçin û berîya taştê îşê xwe xilasbikin. Apo, te wer mêze kir ku em hatin ser sifreya we û me bi hev re taştê xwar !

-Xwedê tebayê îşê te be ! Bi fesal biçin !

Ferman ji odeyê derket û li derê malê ji Hemo re têlefon vekir û got :

-Ez sibehê zû têm wî gîhayê para xwe dikişînim ! Gelo tu dikarî tevê motora xwe werê alîyê me ? Em bi du motoran bi carekî ve rabikin !

-Apê Evdirehman, ez têm dest û lingên te, sibehê na du sibehê daweta me he ye, em di tewdîra dawetê de ne. Welleh ez vala nin im. Ma sibehê nebe nabe ?

-Na, nabe, min tevdîra xwe ji bona sibehê dîtîye !

-Ez sozê didim te, min berê jî gotibû, çawa daweta me pişt bikeve gihayê te tînim dikim lodê. Xwe aciz neke, tu qet qarişê tiştekî ne be !

-Na, na yeqîn ez sibehê zû têm û gazî te dikim emê bi hev re biçin mêrgê !

Ferman merivekî serhişk bû. Xebera tu kesî nedikir. Çi bixwesta û bigota dikir ! Pêşnîyar û gotinên kesî nedida ser kêmê ! Hergav biryar û qirar ya wî bû.

Ji ber ku zarok, ji bona gîha kişandinê, serê sibê zû radibûn, hinek zû ketin nav cî û nivînên xwe û raketin.

Ferman jî derbasê odeya xwe bû. Îşligê xwe derxist û giran giran rabû ser xwe û îşlig darde kir. Hat li ser nivînan rûnişt, gore ji lingên xwe şiqitand û avêt ber dîwar. Hinek sekinî û ponijî, rabû ser xwe û qayîşa pişta xwe vekir, şalê xwe derxist û danî ser kursîyê dar. Di odeyê de lihev çû û hat, te digot tiştekî xwe winda kirîye ! Ji jina xwe av xwest, jinikê jê re di şerbikê de av anî û bi carek ser xwe de kir. Ava sar xweşê wî çûbû, oxîneke dirêj kişand. Şerbik dirêje jina xwe kir. Li der û dorên xwe mêze dikir, radibû û li ser nivînan rûdinişt ! Jina wî, ji sserê sibehê hetanê niha ji rewş û tevgera wî tiştekî fehm nekiribû ! Li mêre xwe mêze kir û bi dengekî bilind got :

-Mehrûmo, te xêr e ? Te çi bihîstîye ? Ji bona çend gurz gîha te aqilê xwe winda kirîye ?

-Tu çi dibêjî lê ?

Ketin nava cîyan. Jina wî xew re çû, lê xew ne ket çavê Ferman. Di nav nivînan de qilqilî û xwe rast û çep wergerand. Wî jî, ji halê xwe tiştekî fehm nedikir û nizanîbû çi jê re hatîye ! Bi taybetî îro, di dilê wî de kelecaneke bêhempa hebû, di serê wî de gellek tişt digerîyan. Hingî dest bi çinîna gîha kiribû, aramî û rihetîya wî tune bû.

Belê, îşev diltengî û bêhizûrîya wî ji her şev û rojê zêdetir bûbû. Çend caran rabû û çû xanîyê malê av vexwar. Di nav malê de diçû û dihat, dîsa diket nav cîyê xwe. Bi taybetî îro, ango, îşev, bê aramîya bê aramîyê dikişand ! Rewşa wî ya dêrûnî ya vê şevê, merivan nikarîbû watedar bikira! Gelo va bê aramîya hanê wî ber bi çi dikişand ? Geh xew re diçû geh şîyar dibû hetanê destê sibehê bi şevê û tarîyê re şer kir! Te digot qey tiştek di dilê wî de qetîyaye û tiştekî xwe winda kirîye ! Nizanîbû çîye ? Di malê de xênjî wî tu kes hişyar nebû. Dikir nedikir xewekî şirîn nediket çavên wî.

Wexta nimêja sibehê bû hînga erd ronî nebûbû, rabû ser xwe, Desmêj girt û nimêj kir û piştê nimêjê hinek aramî û rihetî lê çê bûbû ! Cil û bergên xwe li xwe kir, ji odeyê derket çû xanîyê malê,  dolab vekir û hinek goştê xaşîyayî yê qurbanan tevê perçeyek nan xwar. Kurên wî li odeya mêvanan radiketin, derîyê wê li derve bû. Derket derve li derê odeyê xist. Di despêka ronahîya sibehê de zarokên xwe hişyar kir. Ji birazîyê xwe re têlefon vekir. Herdu kurên wî rabûn. Ji ber ku zû rabûne û bêxew mane reng û rûyên wan xweş nebû. Bi mirûz û mehde bûn. Derketin derve, ji ber ku li welatê Serhedê, şeveqên meha tebaxê pirr hênik in, herdu kurên Ferman kincên xwe yên xebatê li xwe alandin. Bavên wan, bi lez û bez derket derve. Di wê kêlîyê de birazîyê wî jî hat. Ferman dîsa remork bi alozî girêdabû. Çavê birazîyê wî li serê remorkê ket û li pismamê xwe yê piçûk mêze kir. Pismamê wî mina ku bibêje « ez çawa bikim » destê xwe li ba kir. Zaran şirît, tirmix û pêlekana xwe avêtin ser remorkê. Jina wî li pê wî derket, ji bona xurînîyê ji wan re hinek tişt amade kiribû û turikê xwarinê li ser motorê bi cî kir û vegerîya ser Ferman :

-Lo mêriko, te çima ewqas zû zarok rakirin ? Hûn bi bêhna fireh biçûyana ! Xwedê rast bîne tu ji bona çi ewqas lez û bez dikî ? Îşev xew neket çavên te, tu û Xwedê tu motorê hêdî bajo û bi fesal biçe !

Vê sibehê zû, ji nişka ve tirs ket dilê jina wî. Li zarokên xwe û mêrê xwe mêze kir û dilê wê şewitî, nizanîbû çima, xwe bi xwe got :

-Îşê vî mêrikê hanê hergav wiha ye xebera me nake ! Hela bibêje ewqas zû tu ku de diçî, di van rojên havînê de eceleya te çî ye ?

Ferman derket ser motorê û xebitand. Di wê wextê de mêş firbida dengê vizîna mêşê li gund belav dibû. Motorê bêdengî û kerr û lalîya gund dawî kiribû. Bi dengê hesinên remorkê û motorê ji derê malê wek gulle dûr ket û di nav toz û dûmanê de xwe di derbijêrê gund de berda. Li pê wan toz û dûman rabû û malên ku li ber û berê rê de bûn, di nav toz dûmanê de winda bûbûn. Ajotina Ferman wek hemû caran dijwar û bêfasal bû ! Her du lawên wî û birazîyê wî li ser motorê xwe bi zor digirtin. Bêhna wan ji toz û dûmanê çikîya bû. Ferman ne digot çal ne jî digot kort motor dajot.

Li Gomikê, li derê mala Hemo bûn. Êdî tirîncên tavê avêtibûn ser bilindcîyan, hewa hîna qasê meriv bicemide hênik bû. Hemû bi hev re ji motorê peyabûn û Ferman bi qêrîn û hêwirze li derê Hemo xist:

-Hemo, Hemo!

Hemo dizanîbû ewê were lê ewqas zûhatina wî nehesibandibû ! Li pişta derî Hemo got :

-Apê Ferman, tu nahêlî em rakevin, mala te awabûyo !

Ferman û zarên wî tevê birazîyê wî li ser kursîyên ber derî rûniştin. Hemo bi mistdana çavên xwe re derket derve !

-Apo hûn bi xêr hatin, eyda we ya derbasbûyî pîroz be ! Te zehmet kirîye, tu ser çavan hatîyî lê bi Xwedê îş û karên me he ye, sibehê daweta me jî he ye ! Ez dîsa dibêjim, piştê dawetê ez gîhayê te dikişînim. Tu zehmet nexwe ! Emê bi hev re taştê bixwin, eydanîya xwe bigirin û hûn vegerin gund.

Di wê kêlîyê de çend gundî jî hatin ba wan. Gundîyan jî lavayê wî kirin. Lê wî « la digot îllellah nedigot ».

-Kurên malawa, ez vê sibehê zû hetanê vê dera hatime, êdî dirêj nekin lo ! Di nav du, sê saetan de em gîhayê xwe digirin û diçin gund. Hemo tu neyê jî ez diçim. Lê min çawa ji te re gotîye remork û motora min hinek qels e ! Gereka em bi motora te cîyê berbijêr de remorkan bikin xware ! Hemo mêzekir ku Ferman servext nabe êdî dest ji ber xwe de berda û got :

-De bila mîna te be! Hela bêhna xwe fireh bike, em bi hev re taştê bixwin.

Ji alîyê malê sifreya xwarinê hat û li ber derî li ser sifreyê rûniştin. Bi hev şabûn û bi henek û kêfxweşîyan çay, taştê û çerez xwarin û li rabûnê Hemo got :

-Lê remorka min jî tune ye! Aha gundî vane li vir in, remorkek têkuz emê bigirin û biçin.

Gundîyekî jî got :

-Remork bila bi qurbana we be!

Rabûn ser xwe, çûn remorka wî girêdan û hazirîya xwe dîtin. Bi dengê her du motoran re hemû malên nêzik, rabûbûn û li ber derên xwe mêze dikirin. Zarokan bi lezgînî xwe avêtin ser remorkan û Ferman li pêşîyê, Hemo li pê wî. Ketin rê û berê xwe dan Newala Dirikan. Herdu motor ji nava gund derketin û xwe dan bireka gund. Di vê saeta hanê de li der û doran xênjî dengê motoran tu dengekî, xênjî pale û peyayên Ferman tu kesekî tune bû. Wekî dinê dinya kerr û lal bû.

Çûn di nava balyeyên gîha de sekinîn. Ferman xwe avêt jêr û balye jimart:

-…Çar sed û sî, sî û yek, sî du. Para min du sed û şanzdeh, ne wisa?

-Belê apo wisa ye !

-Temam emê para min nîvanîv li remorkan bikin. Lê, emê zêde li ya te bikin! Hemo!

-Ape Evdilrehmen, tu çawa dixwazî wisa bike!

Berê ewil dest bi barkirina remorka Ferman kirin û destpêka barkirinê de Ferman ji birazîyê xwe re got:

-Tu derkeve ser remorkê.

-Na apo tu derkeve ser, ez dikişînim.

-Na, na tu nikarî !

Ferman û zarên xwe wek pizot bi balya ketin ! Hemo jî alîkarîyê wan dikir. Di demekî kin de tam sed û sê balye li remorka xwe barkirin û girêdan. Paşê dest bi ya Hemo kirin, tam xilasbûna barkirinê de Hemo mêze kir ku Ferman xwe ber bi motora xwe dikişîne bi lava û rica got :

-Apê Ferman, motora te qels e, nebî tu remorkê bi ya xwe dikî xwarê ! Sebir bike, em remorka me girêbidin. Emê remorka te bi motora min bikin xwarê.

-Temam lo!

Hemû pale bi remorka Hemo ve bilî bûn û remork girêdidan. Motora sor û remorka barkirî wek miqledûz Ferman ber bi xwe kişandibû. Ji wê derê dûr ket û ber çavan vinda bû. Ji nişka ve deng bi motora wî ket, bû reqîn û teqîna remorkê û ber bi jêr daket.

Hemo ji zaran re got :

-We dît, dîsa fena xwe kir ! Çend deqîqeyan sebir nekir, ez ditirsim, ji xwe re belayek bîne ! Qaşo bi xwe jî gotibû motora min qels e.

Gotina xwe ya li ber derê Hemo gotibû, te digot qey bîrve kirîye ! Remork giran bû û serda jî ne serê remorkê ne jî frênê wî têkuz bû ! Giranîya barê motorê jî, ji bona serbijêr, ji quweta wê zêdetir bû û zor dida motorê ! Ma bi hev re birê biketana çawa dibû ?

Çawa ber bi jêr bû, remork li motorê sîyar bû û motor li pêşîya remorkê reqisî û dest bi xişbûnê kir! Ferman qaza motorê kêm kir û lingê xwe da ser frênê, lê belê mêzekir ku tu çare tune ye ! Zêdetir motor xiş dibû. Remorkê pirrî zor dida motorê êdî gerra tekerlekên motorê têra zor û zerpa remorkê nedikir. Tekerê motorê wek mangêr erd rêç dikir û motor û remork di toz û dûmanê de winda bûbûn. Bi rastî kişaneka motorê têkuz ba û pergala frêna remorkê zexm ba, ewqas li motorê siwar nedibû ! Yekten maliqê serê remorkê ji cîyê ku Ferman bi emanetî aloz kiribû derket û firîya… Gewdeyê Ferman giran bû. Hêz kir ku xwe ji ser motorê bavêje, lê fesal nedîtibû…Her wiha remork çerixî û gerîneka remorkê ket ber tekera mezin ya alîyê jêrîn û teqle li motorê ket. Li pê motorê remork jî wergerîya. Ferman hetanê niha, gellek talûke û qeza derbas kiribû, lê îcar xwe xilas nekiribû! Motora mîrat wexta teqle avêt bi giranî û zerpa teqleyê, li ser pişta Ferman sekinî bû. Ferman dikir nedikir bêhna wî dernediket. Hemû masûlke û girdikên xwe şidand û xwe req kir. Lê di binê vê giranîyê de bê fayde bû…reqbûna wî çû, xwînê di devê wî re avêt, dest û pê ji ber xwe berda û sûretê xwe da ser axê û ji xwe çû…

Cîyê wergerandina motorê bi yên dinê ve nedixwîya. Hemo, birazî û her du lawên wî wexta remorka xwe girêdan û ew jî birêketin. Hemû di kabîna motorê de bûn û çavên xwe li ber bi jêrê  gerandin. Motor di nepenîyê de winda bûbû nedixwîya. Çawa hatin ser derbijêr, mêzekirin ku motor wergerîyaye ! Kirin qêrîn û zarîn, xwe ji ser motorê de avêtin û revîyan li dora motorê çûn hatin. Ji Ferman ne deng hebû ne jî hîs. Motor bi hemû giranîya xwe li ser pişta wî bû. Îmkana ku Ferman ji binê motorê derxînin tune bû. Kurên wî û birazîyê wî bi qêrîn û zarîn li dora motorê diçûn û dihatin. Hemoyê belengaz jî nizanîbû çi bike.

Hemo telefonê eqrebayên web yên Gomikê kir, alîkarî xwestibû. Kurê wî yê mezin ji malê têlefona xwe negirtibû, li cêva bavê xwe, ku di binê motorê de hincirîbû, dest gerand û têlefona wî girt. Ji pismam û mamê xwe re têlefon vekir, gazî da gund. Gazî û hawar li hemû endamên malbatê belav bû. Lê gazîya ewil ji Gomikê hat. Di nav hawar û qêrînan de dest avêtin motorê û ji ser Ferman rakirin. Lê hilma germ di devê Ferman de tune bû. Dîsa jî li erebeyek kirin û ber bi nexweşxaneya navçeyê birê ketin. Ji gund herkes bi wesayîtan ketin dûrêzê li pê wan herikîn. Hîna bire neketibûn ambulans xwestibûn, ambulansê zû xwe gihand wan û Ferman girtin ambulansê. Lawê wî yê piçûk, carna diqêrîya û ji şifêr re digot :

-Zû bajo bavê min xilas bikin !

Ambulansê di demekî kin de xwe gihand derê nexweşxaneya navçeyê. Wexta Ferman girtin hundir, çi ji destê doxtor hat kir lê mixabin… bi rastî li cîyê bûyerê Ferman miribû.

Doxtor ji kabînê derket. Li çavên eqrebayên wî mêze kir, rasterast negot mirîye û beredewam kir :

-Çi ji destê me were, emê bikin, lê ji her tiştî re amade bin…

Li ber derîyê nexweşxaneyê bi sedan kes li hêvîya xeberek xêrê bûn. Paşê xarzîyê wan, yê ku çend sal berê şaredarê navçeyê bû, derket ber derê naxweşxaneyê û bi dengekî lerzokî got :

-Mixabin, me Ferman winda kir ! Serê me hemûyan xweş be !

Li ber derîyê nexweşxaneyê hemû gundî û eqrebayên Ferman bi şîn û girîyên xwe li nav hev ketin û dilorandin. Jin û zarên Ferman digirîyan, lê ya herî digirîya û dizarîya xwîşka Ferman bû.

Bi dengekî dilşewat dikir qêrîn û zarîn :

-Eza porkura reben ! Xwedê Yarebbî, yek birayekî min bû, te ew jî ji min girt ! Wey, wey ! Fermano malxirabo, te çima li min wiha kir…

Nasir Kemaloglu

Derbar Çand Name

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply