Şanoname: Qasim
Lîstikvan: Çîrokbêj, Gulxatûn, Zembîlfiroş
PÊŞGOTIN
Li gorî dîroka kurdan, Zembilfîroş ji Feqiye Teyran ve hatiye gotin. Wexta ku Feqiye Teyran di serî de zembîlfiroş devki gotîye, ê tabî çîrok jî her tim bi devkî belav bûye, veguherîye, veguherîye (wekî guh bi guh hatîye gotin) û hatîye wextê me. Vêca îro jî dîsa hat guhertin. Ji ber vê sedemê, çîroka nûdem hat çêkirin.
(Her çiqas çîroka rastî tê parastin jî, bi awayekî mîzahî were gotin. Yanê Zembîlfiroşa Xeyali)
Berî em derbasî çîrokê hebin, em hinekî li ser Feqiye Teyran hîn bibin. Navê Feqî, rastî Mîr Mihemedê Evdillah e. Feqiyê Teyran di sala 1590an de li gundê Miksê, Hekarîye dayîk bûye. Li gorî çavkaniyên nivîskî, Feqiyê Teyran pêşî li medreseyên Bidlîsê xwendiye, piştre jî li Medreseya Sor a Cizîrê perwerdehiya xwe domandiye. Di sala 1660an de li Xizan,Bedlîsê çûye ser dilovaniya xwe. Di edebiyata kurdî ya klasîk de helbestvanek pêşeng e ku bi Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Mela Huseynê Bateyî û Ehmedê Xanî re yek ji damezrînerê kevneşopiya edebiyata kurdî ye.
Me gotîbû Zembilfîroş ji Feqiye Teyran ve hatiye gotin. Ew qasîye ku destaneke gelek navdar e, di nav kurdan de çîrokek naskirî ye. Disa tê gotin ku ev çîrok di serdema Merwaniyan de derbas bûye. Ew kurê mîrê Hekarîyê ye. Navê wi jî Mihyedîn bûye.
…………
Mihyedîn mêrekî dewlemend bû. Xizmetkar timî di xizmeta wî de bûn. Zilamekî eware, tolaz û pozbilind bû. Lewma qet nizanibû tunebûn çiye. Rojekî çûbû gera nêçîrê di vegerê de li ber zîyaretekê derbas dibe. Dibîne ku ji tirbê serî û destek derketîye derve. Heta wî wextî mirin qet nedihat hişê wî. Piştî dîtina ser û dest mirîyekî guhertinek mezin çêdibe di jîyana Mihyedîn de. Difikire ku dinya vala ye, dev ji her nîmetê qesrê berdide û mîna derwêşan bala xwe dide ser rêya Xwedê.
Piştre ji Hekarîyê derdikeve bajar bi bajar digere heta digihe Farqînê. Li vir dizewice û jîyanek nû ji xwe re ava dike.
Bi navek nû “Zembîlfiroş”
Çîrokbêj
“Zembîlfiroş zembîla tîne
Delalo zembîla tîne
Kolan bi kolan digerîne
Nan û dahne pe distîne
Zarokan pe ditevrîne”
Erê erê, wekî hate gotin, karê Zembîlfiroş, her tim zembîl firotin e. Çêdike û difiroşe. Li sûkê, dikanek wî biçûk heye. Ji ber ku google, e-bazirganî, navîgasyon tune ye, kolan bi kolan digere û reklama xwe dike.
Zembîlfiroş
Zembilfiroş hat, werin selikan fêkî, ê zerzewat, ê erzaaaan, haydeee werin,..
Çîrokbêj
Zembîlfiroş, ji bo qismetê xwe kolan kolan digerîya. Îca ji Farqinê herkes hev nas dike. Lazime ku selikan xerabî neke. Yanê qalite li pêş e. Wekî din nikare bifroşe. Bi vê teqeziyê karê xwe bi rêk û pêk dikirî bû.
Zembîlfiroş
Zembilfirooooş, selikan pihêeett.. hihh! selikan fêkîîîî, ên zerzewaaaat.. hihh!..naaa!! Xwedê îro an krîza aborîyê heye an jî bextê min tûne ye. Ne pirsîn, ne jî girtin. Oyyy oy.. hihh! li ber sîyêke vêsa xwe bidim. hihh! pişta min,oyyy..pişta min, hih!..wastîyam..
Çîrokbêj
Ew qasî ku westîbû, ber sîya diwarê qesrê, barê xwe danî erde û rûnişt. Di wê deme de bêhna xwe hilgirt, cixareyek pêxist. Difikire ku zarokên xwe bi hêvî ne, feqiri, bêbext destê xwe rakir ezman û got:
Zembîlfiroş
Ey Xwedêye mezin! Zarokên min li malê bêçarene, birçîne, mecbûrî ezê wana bifiroşim. Tu vî xulamî xwe bibine. Ji xêra xwe mişterîyeki bişîne ba min.
Çîrokbêj
Ji Xwedê xwest nexwest, xizmetkara qesrê selikan dît, tavilê hat ku bistîne. Buhaye selikê ne pirsî, zembîlek girt û çû qesrê. Derî vekir, sêlik da Xatûnê.
“Xatûn, jina Mîrê Farqînê ye. Xweşik û delale. Di qesrê de bi navê Gulxatûn tê zanîn. Jinek jêhatî ye. Gulxatûn ji malbateke esîlzade ye. Lê belê jinek pozbilind, diltoloz û kazanova ye. Dilê wê têr be, çavê wê têr nabe; çavê wê têr be dilê wê têr nabe”
Îca Xatûn û carîye bi hev re mîna xwişkan nêzîk in.
Gûlxatûn
Keçê te selik anî? Lê çiqas delal çêkirî ye. Wişşş! Te çima çendik din nestand?
Çîrokbêj
Xizmetkar got: Lê dev ji selikê berde, zembîlfiroş bipirse. Çiqa zilamek ciwan û bedew e. Hiş li sere mi nema.
Gûlxatûn
Çiçiçiii!!! Zilamek bedew! Te rastî go? Ka zû here gazîke, bila were hewşê.
Çîrokbêj
Xizmetkar bang li zembîlfiroş kir, heta ji wî re alikarî kir, rahiştin selikan û hatin hewşê.
“Gava ew zembîla tîne
Xatûn li bircê dibine
Bi eşqa dil dihebîne
Aqil diçe sewda namîne”
Êlo Xatûn wexta ku zembîlfiroş dit, mîna ku dil di dev de derket. Çawa ku mîrov dîtina pêşîn de bi eşqê dikeve, eynî wisa bû. Dest lerizî, hêcanek da ser û got:
Gûlxatûn
Wan selikan hemû dixwazim.
Zembîlfiroş
Hemmûûyan dixwazî!! Kerem ke xatûna malan, “Xwedê li te razî be, binire çi qas delalin, min hemû bi destê xwe çêkir. Li sûkê her kes mi dizane Qerentîyê jî didim..
Çîrokbêj
Zembîlfiroş dilê xwe de got: (Wey qurbana Xwedê bim, min çavek xwest, te dû çav da.)
Gulxatûn jêre got hefteyê tê carek din were. Zembîlfiroş mîna ku firî, tavilê çû malê. Hevjina xwe re xeberê xweş da. Zûtirkê siparîşên xwe çêkir, paşê bir firot. Gulxatûn her hefte ji Zembîlfiroş selik dixwest. Her ku diçû eşqa dilê wê zêdetir dibû. Feqîrê Zembîlfiroş nizanîbû ku dilê Gulxatûn li wî ketîye. Her wekî din dîsa hat qesrê û çavê wê bi çavên Zembîlfiroş ket. Gulxatûn êdî nikaribû li ber xwe bide, derdê dile xwe go:
Gûlxatûn
Kuro selka vir de bîne
Mîr dixwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawiko ez birîndar im
Çîrokbêj
Bêçare zembîlfiroş şaşî bû. Êdî fêm dikir ku ew ji bo çi armancê hatiye gazîkirin.
Zembîlfiroş
Xatûna min a delal e
Min bîhîstî Mîr ne li mal e
Bazara’m bi malê helal e
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im
Gûlxatûn
Zembîlfiroş lawike beyan î
Ez dibêjim tu pê dizanî
Min bo eşqa dil te anî
Miradê min hebî, bila ji kevir bî!
Lawiko ez evîndar im
Zembîlfiroş
Xatûna min a zerîn e
Qusur li ser te qet nîne
Lê dilêm kesî nahebîne
Eyba reş, şerma gran e!
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im
Çîrokbêj
Êdî carekê Xwedê jê re got. Bi tevayî bêriya doza evînê kir. Têkilîyê serî berda, çi hate ber dev digot. Xwedê Teala Zembîlfiroş biparêze!!
Gûlxatûn
Çavên min mîna eynan e
Biskê min mîna qeytan e
Diranê min mîna mircan e
Enîya min mîna ferşan e
Sînge min mîna zozan e
Zozanên heft eşîran e
Zembîlfiroş, lawikê derweş
Heyfa ciwanîyê pîrî li pê ye!
Lê bike kef û seyran e
Zembîlfiroş
Ez çi dibêjim, bilûra min çi dibêje!
Hurmetê wey hurmetê
Topa Xwedê li qaf ketê
Te ez birim helaketê
Tirsa min ji şahê qudretê
Gûlxatûn
Zembîlfiroş lawikê feqîr e
Were ser doşeka Mîr e
Bidim te guliyên herîr e
Mîrov pîr dibe, dil pîr nabe!
Lawiko ez evîndar im
Zembîlfiroş
Tu Xatûna li birc û ban î
Li ser text û li ser seran î
Tu ji min re nabî kebanî
Xwedî zarok û eyal im
Zarok tazî û birçî li mal in
Xatûnê ez tobedar im
Gûlxatûn
Zembîlfiroş lawikê nenas î
Tena derpî û kiras î
Tu ji destêm nabî xelas î
Lawiko ez evîndar im
Zembîlfiroş
Kes nakeve tirba kes î!
Te ne derpî hişt, ne kiras î
Madam ku tu pir dixwaz î
Here ji jina min bipirs î
Çîrokbêj
Zembîlfiroş nerî çare nîn e. Xatûn vê carê bi desta berda bi linga bidû gerîya! Sîxûr şandin havîrdorê bajêr û mala Zembîlfiroş eşkere kir.
Zembîlfiroş jî fikirî; “Rîya filitî, di hevjîna xwe de diçê.” Ew qasî li şêranîya xatûna xwe pê bawer dikir. Mîna wê gotinek pêşîyan: Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e! planek baş bû. Herwiha di dawî de Xatûn dev jê berde, Zembîlfiroş jî rihet bibe.
Xatûn çû cem hevjina zembîlfiroş, hal meselê go. Ne bi kotek û zorî, zêr û zîv danî pêş xanimê.
Hevjîn jî mecbûr biryarekê bide. Xwe berdan ser çokan, serî di navbera dû destan de, çav li zêr û zîva nerî. Ji alîyeke din de mêrikê xwe fikirî. Sekinî, sekini. Heta wexteke deng lê derneket. Paşê dest avet zêra û got” “destê di qilêr li ser zikê têr!” û li hev hatin. Zêr li Xanimê, mêr li deste Xatûnê de ma. Heta Xanim, xilxalê lingê jî xwest, bi taybetî Xatûn neda.
Zembîlfiroş
Xatûna gerden bi morî
Tu zivirî zivirî dîsa liv ir î!
Berî pêş ser doşeka mîr î
Xwestinê min nimêjek daw î
Gûlxatûn
Zembîlfiroş, lawike derwêş e lo,
Jin kelehe, zilam girtî ye! loo,
Were mirazê min li şûnê derxe looo..
Ar pê ket benda te me loooo….
Çîrokbêj
Li wê loyînê, Xatûn mîna ku firî çû ezmana. Zembîlfiroş jî giran giran hilkişî ser banî, ji Xwedê re dûayên û nimêje xwe kir. Piştre li banê xwe avet erde û melkemot canê wî stend.
Dawîya çîrokê de loyînê Xatûnê nivce dimîne û melkemot tê canê wî jî distîne.
Çîroka me li dîyaran
Rehmet li dê û bav hazir û guhdaran.
PAŞGOTIN
Li gor dîrokeke de jî Zembîlfiroş misînek av dixwaze û diçe ser bircê. Li wê derê destnimêja xwe digre û ji Rebbê xwe re dûa dike. Piştî dûaya xwe qedand xwe ji bircê diavîje xwarê. Bi destûra Xwedê Cebraîl tê Zembîlfiroş digre û hêdîka ditanî erdê. Zembîlfiroş ji Gulxatûnê xilas bû û rasterast diçe cem xanima xwe.
Gulxatûn piştî vê bûyerê dîn û har dibe. Sîxûr dişîne havîrdorê bajêr û mala Zembîlfiroş eşkere dike. Gulxatûn rojekê diçe cem hevjîna zembîlfiroş, hal meselê xwe jêre dibêje. Ji bo şevekê bi Zembîlfiroş re derbas dike zêr û zîv dide xanimê. Jina Zembîlfiroş zêr û zîvê Gulxatûnê qebûl dike û wê şevê konê xwe ji wan re dihêle. Xatûnê zarokê xwe hildigre û diçe qesra Gulxatûnê.
Dema dibe êvar û reşî dikeve erdê Zembîlfiroş qesta konê xwe dike. Tê dibîne ku çira temirîye û deng ji kon nayê. Ew jî bêdeng xwe berdide nava nivînan. Dema kete nava nivînan dengê xilxalê dibihîze û fam dike ya di nava nivînan de ne xanima wî ye. Ji nava nivînan derdikeve lê dixe û direve.
Gulxatûn dide dû Zembîlfiroş. Ji Farqînê heta Pira Malabadê tên. Zemnbîlfiroş dibîne çare nîn e. Ji Xwedê re dûa dika da canê wî bistîne.
Dûayê wî qebûll dibe û melkemot tê canê wî distîne. Gulxatûn tê li ser laşê wî digirî û ew jî heman dûayê ji Xwedê dike. Melkemot canê wê jî distîne.
Çîroka me li dîyaran
Rehmet li dê û bav hazir û guhdaran.
Qasim Bozan