JINA ÇÊ Û YA NEÇÊ!

Pîrê Xerzanê gotiye ku ew bûye dîdevanê vê meseloka li jêrê:
Li herêmekê dibêjin Hecî Elko hebûye, bavê 30 kur û keçana bûye û sê jinên wî jî hebûne. Lê mala her jinekê cuda bûye.
Hecî Elko kesekî xuyaî û nandayî bûye. Sifreya wî ya xwarinê hertim li erdê bûye, mêvan dihatin û diçûn, piraniya gundiyên wî jî li ser sifreya wî amade dibûn…
Hecî Elko şevekê li mala jina xwe ya Xatê bûye, sê siwar hatine ber deriyê malê. Xulaman hespên wan birine tewlê, mêvan jî çûne odeya mêvanan û rûniştine.
Hecî Elko gotiye jina xwe:
-Xatê, zû xwarinekê hazir bike, mivanê ku bi şevê tên birçî ne.
Xatê jî li ba mêvanan gotiye:
– Hecîyo, ka çi di mala te de heye ku ez vê şevê xwarin çêbikim?
Hecî Elko bi wê gotina jina xwe teyijî ye û hema çûye kozikê malê. Telîsek birinc aniye ba mêvanan, dîsa çûye telîsek savar, kupek qelî, kupek tewaş û laşek goştê hişkirî anîne danîne ber mêvanan û gazî jina xwe Xatê kiriye û gotiye:
-Keçê, ma ev tev ne tiştên xwarinê ne di mala te de? Ka bêje, te ez kuştim û nehişt ku dilopek xwîn ji min daweribe…
x x
Erê ji ber vê ye ku dibêjin:
-Jina çê mêrê xwe serfiraz dike û jina neçê mêrê xwe sernixwûn dike.
Gotineke Pêşiyên Kurdan jî weh aheye:
ŞÊR ŞÊR E, ÇI JIN E, ÇI MÊR E!
(Çîroka ku jinikê zebeşekî tenê heft car ji kadînê biriye ba mêvanan û dîsa vegerandiye biriye kadînê…, nimûneyeke pir xweş e)
Zeynelabidin Zinar
22/ 02/ 2024

Derbar ziman

Check Also

Derewa Ji Rastiyê Çêtir

Dibêjin, carekê şêxek ji şêxên Ereb, xeber ji qiralekî Kurd re hinartiye, gotiye: – Ez …

Leave a Reply