Çîrokname

Hemolek û Kemolek

Hebû tûnebû, ji rojan rojkî, Hemolek û Kemolek hebûn. Herdu bihevra dijiyan. Rojekî biharê, baran barî û xaniyê wan dilop dikir. Hemolek derdikeve ser xaniyê ku banê wî lox bike. Linga wî dişimite û dikeve bin loxê dimire. Xwîna wê bi ava baranê ve ji çironekê tê xwarê. Wê demê Qijtik jî tê mêvaniya wan û mêze dike ku ji …

Bêhtir »

TEYRÊ SÎMIR Û GELIYÊN WÎ

Sîmir kelîmeyeke Kurdî ye û din av gelan de Zûmrûdê Anka jî tê zanîn. Ev çûka ku tê dawiya emrê xwe xwe dişewitîne, ji xweliya xwe nû ve çêdibe û çûkek mîtolojî ye. Çîroka Sîmir kamilbûna ezêtiyê ye. Tevahiya çukan wer bawer dikin ku Sîmir zana ye û wê sîmir wan xelas bike. Û li benda wî ne. Tu yekî …

Bêhtir »

Pisîk Goşt Naxwe Lê Mişk Pola Dixwin

Zelamek ket ber mirinê, bang li kurê xwe kir û jê re got: -Kurê min, vaye dem hat. Ez dimirim. Yek wesiyeta min heye, baş guhê xwe bide min. Min tu tişt ji te navê. Ne isqat, ne qurban ne sedeqe. Yek tiştî ez ê bêjim te, lê tu soz bidî min dema roja wê bê tu binî cih. Kur …

Bêhtir »

Gayê Belek

Mêşek pîs xwe bi xwîna gayekî qut û lawaz qelew kiribû, her ji danê sibhê ta demê cot û berdanê wî ew şerenqa xwe “ya ku ji serê derziyê ziravtir û ji neşterê tûjtir bû” di çermê wî re dikir; ji teniştê derdikir diçû di piştê re dikir, paşê firrek li xwe dida û bilind dibû ta ji ber çavan …

Bêhtir »

SILOYÊ DERPÊ BIPÎNE

Bi temenê xwe ji min mezintir hevalekî ji Wanê ji min ra ew çîrok (bi rastî serpêhatî ye) gotibû. Li gundekî jinek Brûkî û hevserê wê mirî bi çend zarokên xwe bi hêjarî dijîn. Kurê wê Silo kesekî netebitî, malkor, diz û çi karên nebaş henin hemî li cem wî nin. Gelek caran ji ber kirinên wî yên nebaş dêya …

Bêhtir »

Kurikê Ku Parsêla Cenetê Difiroşe

Jinek li ser rê dibîne ku kurikek rûniştiye çoyê xwe girtiye erdê xêz dike. Ev bala jinikê dikşîne, bi rûkenî jê dipirse: Ji bo çi erdê xêz dikî? Zarok: Ez erdê cenetê parsel dikim û difiroşim. Jinik zanibû ku erdê cenetê nayê firotan lê jê re: Ka parselekî bide min, ez ê pere bidim te Zarok dibêje: Parselek 20 baqnot …

Bêhtir »

Evîna Germ, Mirina Sar

Ruştî xortekî zerîn, çavên wî hişîn, porên wî çûr, bejnbilind, bi pal û pişt û bi dest û pê bû. Bejn û bala wî û girêdan û timtêla wî bi dilên merivan bû. Bi gorî rêzik û rêzanên civakê tevdigerîya û cîwanekî rûnerm, delal û zîrek bû. Birayê çar qîz û sê lawan bû. Çawa hezkirîyê malbata xwe bû wisa …

Bêhtir »

Beq û Şivan

Çi hebu ye çi tunebu ye. Li gundekî Şivanek hebu ye. Wî her sibê li berbangê, pezê xwe dibirîye çêrandine û li dora nîvro jî, li hêla çemekî av dida ye û mexel dikirî ye. Rojekê dîsa Şivên pezê xwe li hêla çem mexel kirî ye û bi bilûra xwe jî ji kilamên dila lêxistî ye. De tu were, ji …

Bêhtir »

ÇÎRVANOKA ”CAW CAWÊ TE YE”YÊ HATE DÎTIN

Şaxê Sisiyan ji ÇÎRVANOKA ”CAW CAWÊ TE YE”YÊ HATE DÎTIN Gotineke Pêşiyên Kurdan weha heye: CAW CAWÊ TE YE. Wateya wê ev e: Bes e derewan bike, ji xwe tu çi bêjî mîna te ye û kes nikare bêje ne wusan e. Min ew çîrvanok berî sala 1990 mivîsiye û di cildekî Xwençeyê de jî hatiye weşandin. Dema ku min …

Bêhtir »

Dilop ( Ji bo zarokan Çîrok )

Çend sal ser re derbas bûbûn û çiqas dem borîbû ez nizanim. Gelo ev çend salbûn ku ez di xewê de? Bi tenê tişta tê bîra min, ez dizanim ku zehf sar bû û hêca jî ez germ nebûme. Ez bi xuş xuş û gum gumê hişyar bûm. Em bi milyonan dilop hemû bi heve zelqîbûn û weke kevireke hişk …

Bêhtir »