Rojek şêrê bi heybet Fermanek da bi taybet Got: Çi ciwan çi jî kal Dixwazim hemî ajal Bêne li vê dîwanê Ez lê binêrim kanê Li bin destê min çiqas Ajal hene bikim nas Heta sih rojan temam Li qesra min yek miqam Ji evê ziyafetê Hildin tam û lezzetê Û dê bibînin ji nêz Şahê xwe yê pir …
Gulan, 2023
-
23 Gulan
Çîroka Gundê Dizava
Li warekî dûr û helemost gundekî biçûk hebû ku hemû xelkê wê dizek bûn û ji ber hindê di nav gel de bi gundê wan re digotin gundê Dizava. Bi dizînê û rêbiriyê debara jiyana xwe dikirin û qey dibû rêwî û rêvingek li kewşenê wan derbas bibe û neyên şêlandin. Her çiqasî navê gund Dizava bû û gundiyan bi …
-
17 Gulan
Bêjeyên Zarokan
Bix: Di peyvê de wek “big” tê bikaranîn; di wateya tiştên birrînde de ye. Ango, “xetere ye, dibirre!” (Bi henekî “bixa dikim”, ango “ezê, te bibirim!”) Bij: Bi wateya xwe “mîz” e. Dema “bij bij” tê gotin, ango “mîza xwe bike!” Bil Bil: Bi wateya xwe, dîsa hiş- yardana mîzkirinê ye; ango “mîza xwe bike!” Biv: Bi wateya xwe, balkişandina …
-
7 Gulan
Ax Tamara! Ax Tamara! Axtamar…
Ji zemanê berê ve evîn hebû û evîn tenê ne para me bû. Bi saya çîrokan evîna beşerî bûye nemird. Ji zemanê berê keçeke xweşik ya keşîşê girava behra Wanê hebû ku niha ji wê giravê re Axtamar an jî Aqdamar tê gotin. Navê keçikê Tamara bû. Tamara jineke li hev hatî û jina herî bedew ya bajarê Wanê bû. …
-
7 Gulan
Kes li Vir Tune ye
Kes li vir tune ye Û ev çingila jî tenê bi kêrî gopalekî tê Li vir gurek digrî Û balndeyek bê kêndir bidarve bûye Û ji wêneyê ku li ser dîwêr derya diherike Û dengek li pêlan siwar dibe… Kes li vir tune ye Kes di biniyê peyalê de tune ye Û ne jî çavek di qula derî de heye …
-
6 Gulan
Habîtûsa Kurdan
Em sê Kurd bûn. Li Stenbolê, sê namzetên doktorayê. Serê sibehekê me ji Starbucksê qehweyên xwe stendin û em ber bi jor ve bi inte intê hilkişiyan. Em di nava niqaşeke bêserî de bûn. Me di dirêjiya kolanê de dîrokê didewisand. Nîqaş bi Tirkî bû. Min qurtek ji espressoya xwe hilda û got “divê Kurd bibin dewlet.” Yê din got …
-
5 Gulan
Bi Vê Qûşê Naçî Mûşê
“heke hing zor bin em hingo ra zortir in” Peyvên “Kurd” û “Lojî” di van salên dawî de exleb bi hev re tên emilandin. Ev navê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ye ku li sê zanîngêhên (Mûş, Bîngol, Mêrdîn) Tirkiyê vebû û jê re bi gelemperî gotin Kurdolojî. Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ew beş e ku personelek zanîngeha Mûşê …
Nîsan, 2023
-
6 Nîsan
Mezûvan
Li ber te vegirtî rûpeleke reş im dîyar û nedîyar ji te re dibexşim ji destên nazenîn nivîsîn û nexş im gava mijar tu bî ez bê mey serxweş im. Serxweşê xweşîya ji reşahîyê me ber bi newalê ve serdawa çîyê me kenê kulîlkekê li mêrg û gîyê me hinguvê nanikê çi şîrîn û xweş im. Heger hat bîra te …
-
6 Nîsan
Ger tu Nikarî
Bo malbata her çar pakrewanên bajarokê Cindirêsê û devera dîl We gelekî spas dikin ku hestên we Li nik tirajîdiya wan Bi xemxwarî xwe dirêj dikin We pir spas dikin ku hûn rewşa wan a rojane Li ser alavên ragihandinê Bi kuzûr belav dikin We zef spas dikin Ku hûn ji çend rojan de Li şûna eynikan Di ronahiya …
-
5 Nîsan
Ên ku hezkirinên wan herî dijwarin
Ên ku hezkirinên wan herî dijwarin divîyabû bihatana hezkirin .. gul li wan hat çilmisandin çerxa wan hat zivirandin ma kî dizane ên ku hezkirina wan herî dijwar e bi kîjan kotekîyê re rû bi rû mane loma ye; derîyê hezkirinê lixwe dada ne şewqa bedewîya xwe nixafitine dil li wan hatîye jenandin nema ye ku bi ramyarin ji xweşîya …