Kes li Vir Tune ye

Kes li vir tune ye
Û ev çingila jî tenê bi kêrî gopalekî tê
Li vir gurek digrî
Û balndeyek bê kêndir bidarve bûye
Û ji wêneyê ku li ser dîwêr derya diherike
Û dengek li pêlan siwar dibe…

Kes li vir tune ye
Kes di biniyê peyalê de tune ye
Û ne jî çavek di qula derî de heye
Li vir kes nîne
Leşker hene
Û orispî
û rahibekî li ser minareyekê
û bangewazek dibêje:
xençerê kê ji bo firotanê heye bila li ba xwe bihêle
Pênc demsal hene
Çaran hûn dinasin
Û yek jî bi şêweyê pirwazê ye…

Li vir noq dibim û bi ser dikevim
Û wêne jî keştiya qul ya tenha ye
Ez li vir di pevşûnê de me
Û dijberên min xençerhavêjin
Û li pişta kûçikan siwar dibin
Û diqêrin: Dîwarên wêneyê hilweşînin…

Kes li vir tune ye
Ne nebûn derbas dibe
Ne jî dûratî digihîje an jî hêl dibe
Û ti derpoş ji bilî perdeya şanoyê
Li ser ev tawanê nîne
Ti nîşan li vir tune ne
Û li ser stûyê rê
Pênc tilî axîna tiştê derbasbûyî difetisînin
Lewra ez li vir dimeşim
Û bi peyarê re dibêjim: Tu dîdivanê tenha yî
Yê ku naaxive
Tu yî ê ku ger li kenara yên koç kirine raweste
Dê ji parsiyên wan hûtê vê nebûnê nêçîr bikira
Platform li vir nîne
Û li pişt daniştokên temaşevanan

Refika pirtûkên min û yarek ji hêza çepikan ketiye
û ez ji vir de
Bîlêtên berê bikar hatine difiroşim
Û ji nebûnê re
Li ser çavê ku min di qûla derî re dîtiye, diaxivim.
ــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Helbest: Malik Medxene (Maykarodo).
Wergerandin ji erebî Majêd a Mihemed.

Etîket: Helbest, kes, Polylang KMR, sernivîs, tenêtî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Şervanê Azadîyê Nelson Mandela

Edebiyata Berxwedanê Çi ye?

Dîwanên Cegerxwînî Hatin Dîjîtalîzekirin

Kurteya Romana ”Hinara Dawî ya Dinyayê” ya Bextîyar Elî

Roman çima tên nivîsandin?

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle