Ger tu Nikarî

Bo malbata her çar pakrewanên bajarokê Cindirêsê û devera dîl

 

We gelekî spas dikin

ku hestên we

Li nik tirajîdiya wan

Bi xemxwarî xwe dirêj dikin

We pir spas dikin

ku hûn rewşa wan a rojane

Li ser alavên ragihandinê

Bi kuzûr belav dikin

We zef spas dikin

Ku hûn ji çend rojan de

Li şûna eynikan

Di ronahiya dîmê wan de

Bi hezkirin xwe temaşe dikin

Lê eger hûn bi giştî

An tu wek nûnerê ku li şûna wan rûniştî

Bi çi awayî nikarî

Êş û azarên wan ji berê siviktir bikî

Ger tu nikarî

Fişarên mezin ji ser jiyana wan kêm bikî

Ger tu nikarî

Barê giran ji ser pişta wan rakî

Ger tu nikarî

Stiryekî ji mitên di govdeyê wan de hilkî

Ger tu nikarî

Çeperekê ji tevaya navbirên jiyana wan tarûmar bikî

Ger tu nikarî

Zîndanekê ji nav tevaya girtîgehên wir ji holê rakî

Ger tu nikarî

Wan an wî ji nav lepên stemkarê qirêj serbest bikî

Ger tu nikarî

Guhartinê hema piçekê di ketwarê wan de çê bikî

Ger tu nikarî

Zordaran li seranserê gerdûnê riswa bikî

Ger tu nikarî

Dewletan di rûyê dagîrker de har bikî

Ger tu nikarî

Mûçeya heyvekê pêşkêşî endamên tevgereke azad bikî

Ger tu nikarî

Wî an wan rizgar bikî

Dirûşmên giran velû guhên wan neke

Nîgaşên serfiraziyê bi ser wan wer neke

Bi sirûdên rizgariyê wan xilmaş neke

û hêviyên xapînok di hişê wan de mezin neke.

27/3/2023

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

Helbest: Majêd a Mihemed

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply