Bêjeyên Zarokan

Bix: Di peyvê de wek “big” tê bikaranîn; di wateya tiştên birrînde de ye. Ango, “xetere ye, dibirre!”

(Bi henekî “bixa dikim”, ango “ezê, te bibirim!”)

Bij: Bi wateya xwe “mîz” e. Dema “bij bij” tê gotin, ango “mîza xwe bike!”

Bil Bil: Bi wateya xwe, dîsa hiş- yardana mîzkirinê ye; ango “mîza xwe bike!”

Biv: Bi wateya xwe, balkişandina ser talûke û xeterê ye. Ango, “zînhar, xetere ye, dûr bise- kine!”

Çiço: Bi wateya xwe hem “şîr” e, hem jî “pêsîrê dayîkê”ye.

Dardarik: Ji bo sekinandina li ser lingan ya zarokan ev hişyarî tê dayîn.

Durin: Bi wateya xwe, her cûre “trombêl û temafil” e. Di heman wextê de ji bo “me- şandin”a wan tê bikaranîn.

Eçî: Bi wateya xwe, lêdana bi he- nekî ye; ango “ezê li tedim/li texim!”

Emê: Bi wateya xwe, “xwarin” e. Gidê gidê: Ji bo kenandina pitik an zarokan ev peyv tê gotin û bi serê tiliyan laşê wan tê ciqandin.

Gimgim: Bêjeya “gumgum”ê ya denglêdana tiştekî ye.

Gimboze: Bi wateya xwe, tiştên “girs û mezin” e.

Gixa: Ji bo kenandina pitik an zarokan, bi serê tiliyan velîs- tina bi lêva wan. Serlêvkirina wê “giğa” ye.

Hem: Hişyarkirina ji bo “daqurtîn” an xwarina “bi tûmarî ” ev bêje tê bikaranîn.

Hep: Bi wateya xwe “xwarin” e; hişyardana wê, “hepê bik!” e.

Hoç: Bi wateya xwe “rabûn” e; hişyardana wê, “hoçe” ye, ango “rabe!”

Hopa: Bi wateya xwe, “derve, çarşî an bajar” e. Hişyardana wê, “em diçin hopa!” ye.

Kaka: Bi wateya xwe, “hêk” e.

Kiçî: Bi wateya xwe, “şikandin” e. “Kiçî bû”, ango “şikest”.

Kix: Bi wateya xwe, “pîs û kirêt e, nêzîk nebe!” ye. Dema “kix e an kixê ye!” tê gotin, ji bo dûrxistina ji tiştên pîs e.

Lala: Bi wateya xwe “raketin, razan” e. Di hişyarkirinê de “lala bik!” tê bikaranîn.

Mama: Bi wateya xwe, tiştên vexwarinê ye, bi taybetî jî “av” e.

Mem: Ji bo vexwarina av an şîr, bi bêjeya “mem” hişyarî tê dayîn.

Nik: Ba wateya xwe diran e; dema diranê zarokan dertên ev bi vê bêjeya “nik”ê tê bi- navkirin.

Nim: Bi wateya xwe “xwarin” e; ji bo hişyarkirinê “nim nim” tê bikaranîn; ango “bixwe!”e.

Nin: Bi wateya xwe “ling” e. Di navlêdanê de “nino” an “nigo” jî tê gotin.

Papa: Bi wateya xwe “sol/pêlav” e. Ji bo şêrînkirina bêjeyê, “papo” jî tê bikaranîn. Pepe: Bi wateya xwe “dest” e. Lê di heman wextê de, ji bo “destê xwe bide!” jî tê bika- ranîn.

Pep: Bi wateya xwe “ling” e. Tet: Bi wateya xwe “dest” e. Ji bo zarok destê xwe bidin, bi bêjeya “tet tet!” jî hişyarkirin tê dayîn.

Tiptip: Bi wateya xwe “tepûrep” e. Lê di zimanê zarokan de ev wek “tiptip”ê tê bikaranîn.

Tît: Bi wateya xwe “pêlîstok”e. “Titik” jî tê gotin. Ji bo balkişandinê “tîtê” tê gotin.

 

*Ferhengok, zêdetirîn ji devera Erxenî û Pîranê hatiye hilbijartin.

 

Yûnis Amedî 

Çavkanî: Kovara Nûbihar ê hejmara 162, Rûpel: 11,12

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply