Bi Vê Qûşê Naçî Mûşê

“heke hing zor bin em hingo ra zortir in”

Peyvên “Kurd” û “Lojî” di van salên dawî de exleb bi hev re tên emilandin. Ev navê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ye ku li sê zanîngêhên (Mûş, Bîngol, Mêrdîn) Tirkiyê vebû û jê re bi gelemperî gotin Kurdolojî. Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ew beş e ku personelek zanîngeha Mûşê ya ku di qisma karê xwendekaran(öğrenci işleri) de dixebite sê sal piştê vebûna beşê bi minasebetekê, ji xwendekarekî beşa kurdî dipirse; “aaa! Kürt dili mi var bu üniversitede?” Beşeke wisa utopîk e ku we got “Kürt Dili” kesê hember mecbûr dîsa dipirse “Türk Dili, hmm güzel güzel!” Carna jî ku te got “Kurdolojî” ya/ê hember te eger kurdek Wanî be lê li Entabê mezin bibe “Kardiyolojî” fêhm dike. Yan jî ew beş e ku her roj ji we tê pirsîn “yaw niha hûn di dersan de Kurdî diaxivin erê? xoceyên we jî Kurdî diaxivin? Yanê Kurdî erê? Awha mîna me kurdî xeber didin an Kurdiya akademîk? Hûn bi Kurdiya akademîk ji kevçî re dibêjin çi? Heval üniverste çi bû bi Kurdî?”

Zanîngeha Mûşê di sala 2013an de çil û yek xwendekar qebûl kirin ji bo beşa Ziman û Edebiyata Kurdî. Çil û yek xwendekarên Kurd di polekê de, 4 (çar) sal li ba hev… Bi tîpên zêrîn di dîrokê de neyê nivîsîn jî ev serkeftineke mezin bû. Heke em bi îstatîstîkan bêjin: “çardeh eşîr, (tenê ez bêeşîr bûm çimkî em şêx in…) panzdeh devok, sê zimanên arkaîk, heft dînê cuda, du heremê oblîque, ekolên ergatîfparêz, zayendparêz, standartparêz, liheremamewihaparêz, terîqata anlıyorumkonuşamıyorum, rêxistina xeternak annetarafımkürt” gi li nik hev bûn.

Ev beş pêşî di bin navê Zimanên Zindî de, li zanîngeha Mêrdînê vebû, ya herî navdar jî ya Mêrdînê bû. Yanê beşa Kurdî ya Mêrdînê efsane bû, hinek kesan digot hevalê me li wir dixwînin û bi vê yekê qure dibûn, hinekan digot me bi çavê serê xwe dîtiye! Tenê carna hevalên dinyadîtî ji me re behsa Kurdolojiya Mêrdînê dikirin. Eger ku beşên Kurdolojiyê her yek qonaxek be, ya Mêrdînê Ronesans bû heyran! Ew xwedî twît û floodên herî xweş ên kurdî û akademîk, xwedî wêneyên herî xweş ên Înstagramê û xwedî aforîzmayên Kurdî yên herî baş bûn di Facebokê de. Me heta dijûnê wan jî dieciband û parçeyek ji akademiyê dihesiband, çimkî Mêrdîn! Herwiha mezûniyeta xwe jî li gor standartên ODTÜyê çêkirin.

Bi belavbûna navê beşa Kurdî re meseleya “Kurdiya Akademîk” jî wek vîrûs belav bû û êdî bû pirsgirêkeke netewî. “Wêje yan edebiyat, ziman an zimên, ol an dîn, derbasî be an gêçmiş be…”

Sala ewil me navê her tiştê jî dikir Kurdî. Favoriyên min ev bûn; “ortadoxuya navîn, kesek ku paşnavê wî “Kaya” bûya dibû “Zinar”, ku navê wî Înan bûya jî dibû Bawer” Me ji bîlgîseyarê re jî nav dît lê haya we jê nîne: “Agahjimêr.” Mijarên etîmolojiyê ku bê delîl û mantiq heta Medan, Sumeriyan û Hz. Adem diçûn zehf xweş bûn. Ev nîqaş li ser medyaya civakî bi saetan, bi rojan dewam dikir û di dawiyê de gelek kes hev ji hevaltiyê derdixistin, bi ser de hev asteng jî dikirin û silava Xwedê jî êdî li hev nedikirin! Em jî werre bûn. Salên ewil, bi termînolojiya bavê min “mîna gûyê hirçê” bû.

Lê dema ku ez pê hesiyam Geverî ji bo qûnê dibêjin poz û dema ku em Serhedî behsa pozê (burun) dikin, yan jî ku em dibêjin “pozê min dixurê” Geverî dikenin û henekê xwe bi me dikin, êdî tu hêviyeke min nema ji bo Kurdiyeke standart û akademîk. Kurdî evqas “serobin” e. Beşa Kurdî hem ji bo sosyolojiya Kurdan hem ji bo sosyolojiya ‘ortadoxuya navîn’ mekanekî taybet e. (piştî gelek xebatên akademîk, mamosteyên beşê dest bi tespîtê wiha muezzem kirin)

Her xwendekarê vê beşê mecbûr e bi kitêba Dirêj Mihemed a bi navê “Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê” re wêneyek bikêşe û wî rismî herî kêm du mehan li Facebokê, mehek li Twîterê, sê mehan jî li Înstagramê bike wêneyê profîla xwe. Li gel vê helbesta yerlî û mîllî ya beşê, helbesta Rênas Jiyan a bi navê “Janya” ye. Li gor tespîtên me; di her polê de femînîstek heye û di nirxandina romanan de hertim balê dikişîne ser “objebûna jinê” û civakê bi zimanek tund şermezar dike. Piştgiriya herî xurt deffiroş didin vê beşê lewra bi vebûna beşa Kurdî re, li Mêrdîn, Mûş û Bîngolê di firotina defan de zêdehiyek çêbûye. Em dikarin vê yekê jî li gor girîngiya muzîka kurdî şîrove bikin.

Wezîfeya eslî ya xwendekarekî/e beşa Kurdî ew e ku bi naskirina herfên erebî re di profîla xwe de navê xwe bi herfên Erebî binivîse. Wek; cihan جهان û di pola duyem de jî derbasê asta “Poet” û “Writer” bibe. Herdu salên ewil bi kelecan û şox û şêng derbas dibin, di pola sêyemîn de jî derdê Qpss û “ku çözim sûrecî çêbû dîsa atama çêdibin” dest pê dike.

Axir wek ku mamostê me li ber me hîn kirin: “folklora kurdî gelek dewlemend e”  “folklora kurdî zehf girîng e” “hevalno folklor yanê ne folklor ekibi şaş fehm nekin hahaaha” “çanda devkî zahf xaş e” “ziman zehf tiştek girîng e” “zimanê kurdî zehf dewlemend e”

Ciwanên ku dixwazin di profîlên xwe de navê xwe bi Erebî, Soranî, Farisî, Dimilî binivîsin, yên ku dixwazin bi pirtûkên Mehmed Uzunî re wêneyên xwe bikêşin, yên ku dixwazin pirtûkxaneya xwe ya Kurdî sê rojan carek li gel şûşeyek çay parve bikin, yên ku dixwazin herem û devoka xwe temsîl biketin û heremên din şermezar biketin, yên ku dibêjin “ji heft gundan gundê me, ji heft malan mala me, ji heft birayan jî ez”, divê serî li Kurdolojiya herî nêzik a herema xwe bidin.

 

CİHAN KAYNAR
cihankaynar7@gmail.com
PopKurd, Jimar 1, Gulan 2018

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply