Wêjegeh

March, 2025

  • 31 March

    Alex Schulman I Îstasyona Malmayê

    Silav. Hişê mirov çi ecêb e, biranînên ku em gelekî bawer in wisa û wisa qewimîne, car û baran bi rastiyê re nabin yek. Guherînek heye, em pê dihesin lê di heman demê de em piştrast in û loma ji a xwe nayên xwar. Ev celeb bîranîn ji bo me …

  • 21 March

    Edebiyat: Ji Kitêba Hêlîyên Heqîqetê

    Padişahê zalim; hingî ku bikeve welatekî, ji bo ku tê da kurk bikeve û hêkên xwe nikul bike û çûçikan derxe û alîkarên xwe pirr bike û mel’enetê çêbike, pêşiyê gelê welat ji mela û mezinên welat ra dixe neyar; wana berdide hev. Piştî ku zana û mezin neman û …

  • 21 March

    Helbestvanên Kurd berî hezar salan behsa Newrozê kirine

    Cejna Newrozê cejneke kevn û dîrokî ya gelê Kurd e. Helbestvanên kurd berî sedan salan behsa Newrozê di berhemên xwe de kirine. Berî zêdetirî 300 salî, Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de behsa Newrozê kiribû. Wê demê, di destana xwe de Newroz weke cejneke niştimanî dabû naskirin. Yek ji …

  • 18 March

    Guhertoyên Wêjeyî (Waryantên Wêjeyî)

    Guhertoyên wêjeyî, an bi kurdî “waryantên wêjeyî”, têgeheke girîng e ku di qada wêje û çandê de cihêrengiya form û vegotinên yek berhemê rave dike. Di wêjeyê de, “guhertoy” tê wateya versiyonên cuda yên heman çîrok, helbest, destan an nivîseke din ku di nav dem, mekan an çandên cihê de …

  • 12 March

    Ji Dojehê Ber Bi Bihûştê Ve

    Dojeh Tarî, her der û her tişt tarî Ez tiştekî nabînim, tenê tarî heye Bêhna xwîna hişk difûrê Gûm gûma agirê semawatê Xezeba kû kesî nedîtî û nebînayî Erd diqelişê, asîman diçirê Berfeke sorxwîn, baraneke mirovkûj dibarê Bêne bîra xwe, di demên qedîm de meranî li meydanê Şûr û mertal, …

  • 10 March

    Zelam, tarîtiye; nûr, ronahiye

    “Însan bi xwe hem zelam e hem nûr Adem ji Te hem qerîb e hem dûr.” Ehmedê Xanî Zelam, tarîtiye; nûr, ronahiye… Ev beyta jor di “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî de, di beşa “Pesnê Xwedê” de derbas dibe. Seyda di vir de wek ku ‘adet e ‘ewil bi hemd …

  • 9 March

    Tewş

    ez li Hewlêrê hatim dinyayê li Bexdayê min Lenin nas kir li Tehranê bi bêwelatiya xwe hesiyam li Şamê bi Kurdbûna xwe li Ostbahnhof min çavê xwe vekir li Aalborg min pasaport wergirt li Copenhagen fikira xwekuştinê ket serê min li Stockholmê cara yekem bi jineke Ewropî re razam li …

February, 2025

  • 25 February

    Otobiyografiya Dayika Min | Jamaica Kincaid

    Silav. Ka kî ji me negotiye, jiyana dijîm a yekî din e? Belê, pirî me wisa fikiriye helbet. Ecêb û zehmet e, lê ji bo hinekan sal û zeman wihareng derbas dibin, jiyanek bêyî ku tiştek jê fêhm bikin, xilas dibe. Bi qewlê Jamaica Kincaid, “Li gel mirovên ku jê …

January, 2025

  • 25 January

    Xalên Kurteçîrokekê Baş

    Nivîsandina kurteçîrokeke baş hunereke delal û kûr e ku pêwîstî bi gelek taybetmendiyên edebî heye. Ez ê van xalan bi awayekî fireh şîrove bikim: Xalên Bingehîn ên Edebiyatê: 1. Zimanê Wêjeyî Ziman di kurteçîrokê de weke rengekî cuda ye. Divê ziman ne tenê amûrek ji bo gihandina wateyê be, lê …

  • 23 January

    Silav! Pasaja nû: “Navê Min Sor e” Orhan Pamuk

    Silav. Di jiyanê de her tişt dibe. Taybetî jî li vê erdnîgariyê tiştekî ku me nedîtibe nemaye. Carna, jibîrûdestçûyên zemanên berê xwe li hiş û aqilê me diqelibînin û wisa dikin em ji qidûm de bikevin. Lê paşê em bi xwe dihesin û hêdî hêdî ji nû ve quweta me …