Habîtûsa Kurdan

Em sê Kurd bûn. Li Stenbolê, sê namzetên doktorayê. Serê sibehekê me ji Starbucksê qehweyên xwe stendin û em ber bi jor ve bi inte intê hilkişiyan. Em di nava niqaşeke bêserî de bûn. Me di dirêjiya kolanê de dîrokê didewisand. Nîqaş bi Tirkî bû. Min qurtek ji espressoya xwe hilda û got “divê Kurd bibin dewlet.” Yê din got “Heya ku şoreşeke Jakobenî neqewime ez li gel Kurdan nasekinim. Nikarim olperestan, feodalan biparêzim.” A din jî got “Dewlet çi ye ya? Ez li dijî hemû dewleta me.”

Heçko hemû taloqdanên dîroka Kurdan kom bûn ket ser milê min. Em dûrî hev meşiyan. Ditewişîn em.

Çer ku nêrînên min bi stûyê min ê xwar re hilweşiya ser kevirên kevnare yên kolanê, Celadet Elî Bedirxan niqutî hişê min. Teqez ew jî di vê kolanê re derbas bûbû. Sed sal bihurîbû. Ji nişkê ve dîrok vekişiya hundirê xwe, kin bû, ez û Celadet em li hev qelibîn. Ewî em nas nekirin. Meşiya, li biniya rê hûrik hûrik wenda bû.

Qisedana me ya bi helehel li ser pirtûka bi navê “Türklük Sözleşmesi” (Kontrakta Tirkbûnê) dest pê kiribû. Pirtûka ku rewşenbîrê Tirk Barış Ünlü nivîsiye. Dibêje ku Tirkbûn ne netewebûnek e, ne jî îdeolojiyek e. Tirkbûn hîskirin, fikirandin û tevgerîneke hevpar e. Civaknasê Fransî Pierre Bourdieu ji vê rewşê re dibêje habîtûs. Li gorî wî, hestên me, tevgerên me û şêweya fikirandina me ji aliyê şert û mercên derve (civak û dewlet) tên sazkirin û ku şert û merc biguherin jî taybetiyên me dibe xwezaya me (habîtûs) û xwe didomîne. Îdîaya Barış Ünlü ew e ku Kontrakta Tirkbûnê bi vê habîtûsê dişixule û yên ku li dijî wê bisekinin an tên cezakirin an jî li dûrî civakê dimînin.

Bi vê lêkolînê, yekem car Tirkekî zordestiya sîstematîk a Tirkbûnê bi awayekî rêkûpêk eşkere kir, bi nav kir û avêt ber Tirkan.

Min pirsî ku “Çima vê pirtûkê Kurdekî nenivîsiye? Çima kêlên Tirkbûnê Kurdekî venekiriye? Halbûkî bi tenê bindest xwediyê agahiya serdestiyê ne! Qey Kurd ewqas ketine nava Kontrakta Tirkbûnê ku bûne korê Tirkbûnê? Kurd êdî habîtûsa Tirkan nabînin?”

Di pêşgotina bo pirtûka Frantz Fanon de Alice Cherki dibêje, heta ku encamên desthilatdariyê neyên zelalkirin têkoşîna li dijî desthilatdariyê bêkêr e. Ji ber leqînên min ên bihêrs du gulp ji espressoya min rijiya, ma gulpek. Min berê xwe da ê Jakobenxwaz û got “Ev 50 sal e me hîn biryar nedaye ku em kolonî ne an nîn in!” Hilneda ser xwe. Barê min girantir kir.

A dewletnexwaz bi kelecanî li min zivirand, “Welleh hinek Kurd pir bê mantiq in! Ew yekê porgijik heye, rojnameger e, nivîskar e çi ye, navê wî ji bîra min çû. Hema her tiştî bi Kurdan ve girê dide. Ev neteweperestî ye. Sosyalîstî ne tiştekî wiha ye.”

Min got “Rast dibêjî. Her tiştî bi Kurdbûnê ve girê dide. Ji ber ku ji Kurdbûnê diqete.”

Peyv li hev ketin, bêdengiyeke şêlû çê bû.

Min bi çokên xwe yên sist berdewam kir: Formeke Kurdbûnê heye, di nava bi dehan forman de a herî krîtik. Di şerê ‘hebûnê’ de ev form nuansekê dihewîne ku hîn nehatiye şirovekirin.

Kurdên bi vê formê, bi Tirkî, qala xeletiya qanûna Tirkan dikin. Qala xeletiya dîroka Tirkan dikin. Qala xeletiya rewşengeriya Tirkan dikin. Çîroka xwe ya dilşewat dirijînin ser hunerê. Şîmaqên zexm li dewletê dixin. Jîr in. Durust in. Wêrek in.

Ji ber vê jî, barê muxalefeta Tirkan sivik dikin. Wijdana wan dilorînin. Wan aş dikin. Hişê wan zelal dikin. Kêmasiya muxalefeta wan jê dibin û wan ‘temam’ dikin. Rewşenbîrên Tirk bi temsiliyeta wan digihîjin ‘Kurdên xwe’ û mîsyona wan diqede. Ew Kurd bi xwe jî, an bi aferîna Tirkan a bi kakil, an jî bi rexneya wan a xeternak xwe têr dikin, diwestin, disitirin û hebûna Kurdbûnê diguhere, formeke nû ava dibe: Nebûna dînamîk.

Ev ‘tuneyên dînamîk’ xwedî temsîliyetê ne. Xwedî dengvedaneke fermî û civakî ne. Hey diçin ber bi herdu aliyên sînorê ve berfireh dibin. Bazara Kurdî, bazara zimanê Kurdî bi vî awayê teng dibe. Bazara zimanê Kurdî loma nikare xwe berfireh bike.

Min qurta mayî ji espressoya xwe hilda. Tehl bûbû. Kengî li Starbucksê vexwim dawiyê de dibêjim ku “min jehra mirinê bixwara çêtir bû!” Min hewl da ku vê rewşê bi Kurdbûnê ve girê bidim. Lê meşiyam, ji deriyê zanîngehê ketim hundîr. Ji hundirê xwe derketim. Dîroka duyem dest pê kir.

HATİCE KILIÇ
haticekilicc48@gmail.com
PopKurd, Jimar 1, Gulan 2018

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply