Çîroka Gundê Dizava

Li warekî dûr û helemost gundekî biçûk hebû ku hemû xelkê wê dizek bûn û ji ber hindê di nav gel de bi gundê wan re digotin gundê Dizava.

Bi dizînê û rêbiriyê debara jiyana xwe dikirin û qey dibû rêwî û rêvingek li kewşenê wan derbas bibe û neyên şêlandin. Her çiqasî navê gund Dizava bû û gundiyan bi emelê diziyê navê gund dabûn nasandin û mezin kiribûn, lêbelê di wî gundî de mirovek hebû ku çîroka wî û ramana wî ji reh ve li gel ên din cudahiyek berbiçav hebû ji erdê heya ezmên.

Ew kesekî bawermend û di rêya Xwedê û pêxemberan de bû û helalî û heramî ji hevdu nas dikir, ji nepakî û xirabiyê dûr diçû û xwe diparast. Merivê dîndar ji kiriyarên gundî nefreta wî hebû û dema biyanîyan serhevdetîya gundî didan rûyê wî, ew gelekî rûreş û şermezar dibû û serê wî ber biyaniyan berjêr dibû û nema gundiyên wî xisletek wan baş tune bû ku ew bikaribe li hemberî biyaniyan bertekekê li xwe nîşan bide. Rojek ji rojan mêrê dilsoz û dilpak biryar dide ku xelkê gund bîne cem hev û ji wan daxwaz bike ku dest ji karê diziyê û nediziyê vekişînin û riya rastî û diristiyê de bimeşin.

Herwekî biryar dabû û daxwaz kiribû gundî li qada gund kom bûn û xelkê gund ku hemû diz bûn, xeyal dikirin ku mêrê dîndar jî hez dike were ser rê û rêça wan û bi hizra wan êdî her tişt bi dilê wan e û bi şuxilê diziyê destên wan di rûn û hingiv de ye. Gundî hemû kerr bûn û guhê xwe dagirtin da ku binêrin mêrê dîndar çi gilî paxilê de hene û dixwaze bi wan re ser veke.

Mêrê dîndar ji bo ku gundî zêde egle nebin derket ser berdê pan û bi dengekî zîz û aştker dest bi axaftina xwe kir.
Gelî gundiyan em hemû beşer in û aferînerê me jî Xwedayê dilovan û dilovîn e û wî dest û ling û çav û serî daye me û ji her tiştî giringtir aqilek daye me û divê em bi hiş û ramanê xwe heqî û neheqiyê û qencî û xirabiyê ji hev kifş bikin.
Bi karê diziyê rûmeta me hatiye şikandin û serê me li ber xelkê bilind nabe û em dikevin şermê.
Daxwaza min ji gundîyan ev e ku: Giyanê xwe bi diziyê û heramtiyê lekedar nekin û tika dikim giyanê xwe bi paqijî û diristiyê bixemlînin.
Derheqê rêwî û rêboran bêbextiyê nekin û bila kulfetê we pê pariyê heram mezin nebe.
Gundiyan deng hevdu hildan: Nexêrê sofiyo me jî ramîn dikir ku tu jî dê biryar bidî werî ser şopa me, nebêje tu dixwazî me hemûyan têkî bin bandora xwe û rizq û bijewîya me biqurfînî.
Wan bi mêrê dîndar re lebeleb kirin û belengazê mêrê dîndar di nav heyho û qerebalixa wan de hêjî xeberdana xwe berdewam dikir lê zimanê wî wisa digirt û berdida ku wekî lalûteyan bû.
Gundiyan karê diziyê xwe re serbilindî û zanetî dihesibandin û ji ber hindê ji axaftinên mêrê dîndar pir qehirîn û tiştê nema biqewmiya qewimî. Gundiyan mêrê dîndar dan ber gulleya keviran û wisa kevir lê wer kirin ku mêrê dîndar can da û gundiyên dilhişk û bêrehm û serhişk dûre cenazeyê mêrê dîndar kirin gorê û bi mistên xwe xwelî û ax diavêtin ser cenaze û xwedîgiravî ji kuştina mêrê dîndar şa bibûn. Mêrê dîndar mir û karê diziyê ku ji bo Dizavayê cihê şanazîyê bû, hîmê wê hê xurttir û berfirehtir bû.

Nivîs: Yaqûb Kurmanc

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply