Ên ku hezkirinên wan herî dijwarin
divîyabû bihatana hezkirin ..
gul li wan hat çilmisandin
çerxa wan hat zivirandin
ma kî dizane ên ku hezkirina wan herî dijwar e
bi kîjan kotekîyê re rû bi rû mane
loma ye; derîyê hezkirinê lixwe dada ne
şewqa bedewîya xwe nixafitine
dil li wan hatîye jenandin
nema ye ku bi ramyarin
ji xweşîya dilê xwe !…
ew tenê dixwe de dipeyîvin
guhên xwe li rêyên bêdengîyê asê kirine
bilûra çîrokekî nebihîstî lê dide
bala xwe dane ser dengê Sûsika Simo
bilûra Egîdê Cimo
li wê dîyarê
li wê xemê
li wê xemlê
teyîsîne !..
di stranan de ewin
bê wêne, bê navin
di xemla rojê de,
dilê wan herî bedew e
nazenîn û gulbiharin
di dilbiharîyên xwe de
ji axê jîn dibin ..
bêhna baranê ji wan tê
wekî bêhnê piltan a çîya yî
Bawer Berbang