Wêjegeh

October, 2023

  • 3 October

    Çîroka Rovî

    Carekê, li welatekî dûr, bi navê  Delal rovîyek hebûye, bi tena serê xwe di nav daristanê de dijiya. Delal, dixwest bi heywanên din re hevaltiyê bike, lê ji ber baweriyek derewîn ku li ser roviyan belav bûbû, ji roviyan herkes dûr disekiniyan. Ji ber ku heywanên din rovî hîlekar û …

  • 2 October

    Şekirê di berîka bavê min de

    Nivîskar Dîlan Şewqî romana xwe ya bi navê ‘Şekirê Di Bêrika Bavê Min’ de çîrokek ji çîrokên zargotina Kurdî honandiye. Kesayetê çîrokê bêhtir jin in. Jina ko bûye destebirakê pirhebokekê. Belê mijar ecêbe lê ne xerîbe. Hemû kesayet pir nasin. Dema jinek bibe destebirakê pirhebokekê wê rastî bertekên wisa bihata. …

  • 1 October

    Bandora Edebiyata Kurdî ya Nûjen

    Edebiyata kurdî ya nûjen, beşeke wêjeya kurdî ye ku ji nîveka sedsala 20an heta îro pêşketiye û cihêreng bûye. Di vê serdemê de nivîskar û helbestvanên kurd bi bikaranîna teknîkên edebî yên nûjen û bikaranîna zimên dest bi berhemdayîna berhemên edebî kirin. Edebiyata kurdî ya nûjen bi guherînên civakî û …

September, 2023

  • 24 September

    ‘Xezal’a Sîma Semend

    Ev berhem cara ewil di sala 1961ê de li Êrîvanê, cara diduyê 1996ê li Stocholmê û cara sisê jî 2015an de li Stenbul hatîye çapkirin. Gelo ji berî Sîma Semend jininên din hin berhemên wek vê pexşan nivîsîne? Heke nivîsîbin kî ne, navê wa û berhemên wan çi ne? Bila …

  • 23 September

    Xîret Bikin Meyûs Nebin

    Ey bira îro’j mera lazim ku em xîret bikin Nav xo da çendek miran, pîsan ji nav xo dûr bikin Firset e îro ji bo me lazim e meyûs nebin Lewre ye’s duşmanê xedar e bi hîlê wer nebin Şîrê xîret bend bikin her çar teref baxê gulan Darê ku …

  • 9 September

    Miletê Min (Helbest)

    Miletê min, her bilind be rûmet û nîşanê tu… Tu hêwinga şêr û mêrxasan, hemî rêzanê tu… Lew Selaheddîn û Keyxusrew kur û yaranê tu… Xweş dixemlînî cihanê pêşewa însanê tu… Stêrka birca şeref ew bext û îqbalê te bit… Xelk û însanên dinê rêwengiyên kerwanê tu. Serkaniya îlm û …

August, 2023

  • 31 August

    Ez hunera te me

    Tu yê her tiştî, ji min bistînî Canê min hildî, min bimirinî Lê, dizanim tiştên baştirîn bidî Bi tewreke nû min biafirinî Ew tiştên ku min digot ê min in Yek ji wan jî, ne yê min bû Ez bixwe jî, ne yê xwe me Di hebûna min da, tu …

  • 30 August

    Çavzeytûna min

    ez ê pêrgîhatina te bi bişirînên gulrengîn pêşwazî bikim xalîçeya qedîfe li ber lingên te ya narîn raxim delaliya bejna te ya zirav bi fîstanê hevrîşimî bixemilînim li ser mizgîniya xêrê kilama agirê evînê bilorînim di şadiya sermestiya xwe de semaha îlahiyan bigerînim çûka dilê te ya nazenîn di hêlîna …

  • 4 August

    Roja ki zarok ber ve mirinê reviyan!

      Lo, dîroknaso! Binivîsîne du rêzan Bo zarokên ku, bi bêhna sêvê xapiyan Roja ku zarok ber ve mirinê reviyan Bo roja ku meriv fetisîn bi xerdalan Lo dîroknaso! Binivîsîne du rêzan Bona roja ku çermên laşan diheliyan Roja ku dişimitî goşt ji ser hestiyan Roja ku peritî kezebên dê …

July, 2023

  • 8 July

    Ji Zargotina Kurdî (Kurmancî) – Mamik

    1. Apê min tê ji deştê, Barek strî li piştê. <Jûjî, jijo>   2. Teq teq dike, ne dar e, Serî mişk e, ne mar e, Gîya diwxe, ne kar e. <Kûsî, kîso, kîsel>   3. Kidî kidî mistan e, Çil dergûş li destan e, Ne ber e, ne bistan …