Rojek şêrê bi heybet
Fermanek da bi taybet
Got: Çi ciwan çi jî kal
Dixwazim hemî ajal
Bêne li vê dîwanê
Ez lê binêrim kanê
Li bin destê min çiqas
Ajal hene bikim nas
Heta sih rojan temam
Li qesra min yek miqam
Ji evê ziyafetê
Hildin tam û lezzetê
Û dê bibînin ji nêz
Şahê xwe yê pir bi hêz
Yê ku seh kir ev xeber
Ber da qesra şêrê zer
Mîna biçin seferê
Hatin ji her deverê
Qesra şahê heywanan
Çi dîtin van mêvanan
Qesabxane bû yeqîn
Her der sor dikir ji xwîn
Hêjan ew li ber derî
Ji bêhnê gêj bûn serî
Hirçê kepê xwe hingav
Girt çawa ku avêt gav
Şêr gotê: Ew tu nîn î?
Qesrê naecibînî
Bi ewan penceyên girs
Hirç li erdê da bihêrs
Ev zatê wisa kubar
Ji dinyayê mal kir bar
Bi zehrekê bişirî
Meymûnê maf da şêrî
Got: Ey siltanê mezin!
Dûr bî ji kul û hezin
Qesrek nîn e wiha xweş
Guhnede kesî dilreş
Ji xeyn misk û enberê
Bêhn nayê ji tu derê
Li ber vê bêhnê jidil
Wekî sîrê ne sorgul
Şêr got: Ew qas jî nabe
Mal li direw xirabe
Ev salûs jî bi yek derb
Pêk anî wisa bê herb
Li ser kirinên şêrî
Rovî kûr difikirî
Got ev şahek cuda ye
An dînekî Xuda ye?
Hew dît şêrî bi nazî
Li ewî kire gazî
Gote rovî: Tu bêje
Ya dilî rast verêje
Rovî gotê: Mîrê min
Zêrîntaca serê min
Ji we dûr be vê sibê
Ez ketime bi şubê
Hem li rast û hem li çep
Xitimîne kunên kep
Fêm neke şaş û xelet
Bêhn çi ye seh nakim qet
Ey ehlên qesr û qonax
Ji bîr nekin hûn tu çax
Ne wekî hirç deqedeq
Bibêjin gotina heq
Û ne jî carekê hûn
Bibin lêbok wek meymûn
Lê pê hebit pêdivî
Bikin wek mamê rovî.
20.12.2020
La Fontaîne
Lêanîn: Memê Miksî