download-1080x1920-wallpaper-smoke-hot-coffee-cup-minimal-samsung-galaxy-s4-s5-note-sony-xperia-z…-coffee-wallpaper-iphone-xiaomi-wallpapers-coffee-cups.jpg

Mezûvan

Li ber te vegirtî rûpeleke reş im

dîyar û nedîyar ji te re dibexşim
ji destên nazenîn nivîsîn û nexş im
gava mijar tu bî ez bê mey serxweş im.

Serxweşê xweşîya ji reşahîyê me
ber bi newalê ve serdawa çîyê me
kenê kulîlkekê li mêrg û gîyê me
hinguvê nanikê çi şîrîn û xweş im.

Heger hat bîra te carek li min pirsî
jar tenik û zirav xerzek im li ber sî
girdar çavnebar in daristan bi hêrs î
pel bi pel zer dibim ji şaxan diweşim.

Diweşim dikevim ser rûkê axa sar
tên û diçin li min zivistan û bihar
dibêm îcar nebû heta cardin ev car
ku ez ji ketinê hilperim bimeşim.

Min xwezî ne cîhan ne jî malê wê ye
tu dilbijîna min ne bi halê wê ye
heft xwelî li serî yê ku palê wê ye
şivanek tûr li mil bê talan û terş im.

Işqa te bihişt bî ez li ber Ridwan im
bê xew û bê xwarin li ber notirvan im
heger mêvan tu bî ji dil mazûvan im
kerem bike were sifreyan vereşim.

30.03.2023

Rojar Wenda

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply