Sêşem , Gulan 21 2019
Destpêk / Forum / Nivîsxane (pel 10)

Nivîsxane

TERZÎ

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Terziyek hebû. Her roj bi penîr û reçel diçû dikana xwe. Rojekê heft mêş tên xwe li ser xwarina terzî dideynin. Terzî bi paçikekî derbeyekê li mêşa dixe. Her heft mêşa dikuje. Duvre li ser kirasê xwe; ‘Min bi derbeyekê heft can sitandin’ dinivîsêne. Dema ku di …

Bêhtir Bixwîne »

Du Pirtûkên Qahir Bateyî

Min li Wanê nivîskarê kurd Qahir Bateyî dît. Wî du pirtûkên xwe îmze kir û diyariyê min kir. Pirtûka yekem, navê wê ‘Çavxezal’ e û çapa 2’emîn e. Pirtûka din jî, navê wê ‘Perdeyê reş’e. Herdu pirtûk jî di nav weşanên ‘Sîtav‘ de derketine. Navenda weşanên ‘Sîtav’ li bajarê Wanê ye. ‘Çavxezal’ 118 rûpel e û di sala 2013’an de …

Bêhtir Bixwîne »

Mehcir Kî Ne û Çima Mehcir Bûne?

Gundê me mezin bû, xelkên têde col bûn. Erê gundê eşîra Bûbilana bû lê ji gelek eşîr û bavikên din jî, dijiya xwe têde derbas dikirin wek: Omeriya, Mihelmiya, Seyida, Bavfilleha û Mehcira.. Evên dawî (Mehcir), ji kû hatibûn, çi kes bûn, me nizanîbû.. Digotin Mehcirên welatê jorî ne; Hesena û heydera ne, ji Bedlîsê, Wanê, Başqela, Mûşê û Titwanê …

Bêhtir Bixwîne »

Geşta li Gundê Abrê; Gundê bîst û heft goristan!

Berî dor salekê li ser daxwaza min û Cemîlê Elêwî serokl eşîra Cobira, digel du hevalan çûm gundê Abrê. Gundê Abrê li herêma Aliya, bakurî Çilaxa bi dor 5 km û 50 km bareşî Qamişlo û 40 km rojavayî bajarê Cizîra Botan dikeve. Gundekî mezin û ava ye, dor 150 malî têde heye. Sirûşta gund gelekî xweş e.. Gund li …

Bêhtir Bixwîne »

Di Pêkanîna Nasnama Netewî de Bandora Edebiyatê û Ziman

Kurd di pêkanîna nasnameya netewî de ziman û edebiyatê datînin kur, ez nizanim. Lê, bi qasê ku ez zanim hinek siyasetmedarên kurd qîmet û girîngî nadine edebiyat û zimanê kurdî. Loma jî ew ne bi kurdî bi tirkî siyasetê dikin. Dema mirov tirkî bifikire, birame û bi tirkî siyaset bike dê siyaseta mirov jî bişibe ya tirkan û dê siyaseta …

Bêhtir Bixwîne »

Muqayeseya Edebiyata Kurdî û Ya Cîhanê

Hinek kes edebiyata kurdî û edebiyata cîhanê, – bi taybetî jî edebiyata ewropiyan – muqayeseyê hevûdu dikin û dibêjin edebiyata kurdî qels e. Romana kurdî li gor yên cîhanê pirûpir qels e. Heta yek –di kovareke kurdî de – ji encama vê muqayeseyê dîtina romana kurdî tune derdixe. Yekî din – di malpereke kurdî de – dibêje ”romana kurdan heye, …

Bêhtir Bixwîne »

Efsaneya Çiyayê Agirî

Ji alî efsaneyan ve Grekî û Kurd gelek dewlemend in. Gelek efsaneyên Kurdan heye ku hêj qet nehatiye nivîsîn. Lê hinekên wan hatine nivîsandin.   Efsane di bingeha xwe de çîrokên dîrokî yên gelêrî ne. Lê qalkirina van çîrokan ji derveyê eqil e, mîtos e. Di bingeha van çîrokên dîrokî yên gelêrî de bûyerekî rast jî hebe, di qalkirinê de, …

Bêhtir Bixwîne »

Aqil Taca Zêrîn e, Li Serê Me Kurdan Çima Nîn e?

Kitêba Pîroz Mizgînî bi hevoka “Di destpêkê de peyv hebû” dest pê dike. Lê kitêba pîroz rast nedigot. Di destpêkê de peyv nebû, di destpêkê de tevger hebû û her tişt ji tevgerekê pêk hat û hîn jî ji tevgeran pêk tê. Tevger bereket e, tevger çêbûn, tevger zêdebûn e û tevger azadî ye. Wekî Abbas Ahmed ji niha ve …

Bêhtir Bixwîne »