Kizwan

 KIZWAN(*) 

Kizwan; navê fêkiyekiye ku li welatê me çêdibê. Ji dara kizwanê re “Ben” an jî “benîştek” tê gotin. Çênd cûreyên wan hebin jî piranî dibin du beş: Kizwanhûrik û Bitim. Kizwan hûrik; libên fêkiyên wan hinge liba nîskê û piçekî mezintirin. Dema çêdibê rengê libên wan piranî keskin, lê hinek reng tarî nizingê rengê reş jî hene. Bitim, ji kizwanên lib gir re tê gotin. Ew jî reng kesk in, lê libên wan ji yên kizwan hûrkan girtir û hinge libên nohkan e. Darê wan û pelçimê wan jî weke hevin, lê disa dara bitmê ji ya kizwanê mezintir û bilintir e. Darên kizwanan zehf mezin nabin. Çiqas bilind bibin jî ancaq hinge dara berûyê bilind bibin. Lê darên bitman, hem mezin dibin hem jî zehf emir dikin. Darên bitman hinge binê goza[i]1 lê tên û weka wan temen dirêjin jî. Dareka bitmê 400-500 salan dijî. Dema dara kizwanê bê fitrûmkirin(tamdan=aşîkirin) dibe fistaq. Fistaqên herî baş jî ji fitrûma darên bitman çêdibin.

Darên kizwanan hema bêje seran serê welêt şîn dibê û dareke xwezayî ye. Li nava her cûreyê axê de şîn dibê û mezin dibê. Li kaş û kendalan, li zinar û latan, li deşt û zozanan, li best û baniyan û heta di nava kevir û tehtan de şin dibin, tehtê dişeqitînin û mezin dibin û fêkî didin. Dareke zexim, berxwedêr û bi inyat e.

Dara kizwanê, ketiye nava mîtolojî û efsaneyên me de jî. Dema gakûvî boça xwe li Siyabendê Silîvî didê û Siyabend tehtê de dikevê, li çiqilekê dara kizwanê yê hişk û bûyî weke singekî dikevê û ew çiq li pişta wî re diçe û zikê wî re derdikevê. Xecê tê ser serê keverê[ii]2 û wî, di wî halî de dibînê û nikarê xelas jî bikê. Ew jî xwe tavêjê, li singa Siyabend dikevê, çiqê kizwanê dişkê û herdu dikevin bine zinêr û dimrin.

Kizwan, fêkiya darêye û navê darê ben e, lê li gelek deveran ji darê re jî dara kizwanê tê gotin. Dareke zexm e û pir cihan de sûd jê tê wergirtin. Li welatê Bohta ji berê ve di nava gel de birrîna darên biber qedexe ye. Darên giwîj, karçik, kizwan, bilalûk û ww. nayên birrîn. Lê welê jî heke ben hatibe birrîn, keresteyê wê gelekî saxlem û rengê wê delal e. Ji berê ve û di dema zarokatiya me de jî siqlosimaq[iii]3 ji dara benê dihat çikêrin.

Darên benan weke her darê biharê kulilk didin. Kulilka wê gewr e, ne zehf balkêşe. Serê heyva gulanê kulilkên wîşî ve dibin libik û ji wî halî re bixwîr tê gotin. Piştî heftiyek duduyan lib gir dibin û dibin firîk. Ji firîkê kizwanan re peqpeqank tê gotin û renge wan spîye. Tama wan tirş û xwarina wan xweş e. Berê hinek koçeran peqpeqankên kizwanan dixistin nava penîrî de. Havînê rengê libên kizwanan sor dibin û wê demê nayên xwarin. payîzê re hêdî hêdî rengê libên wan kesk dibin û xilaseka heyva kewçêrê re tên çinîn.

HAWARA KIZWANAN

Her çiqas kizwanên milkan(yên di nava rez û zeviyan de) hebin jî, piraniya wan berane ne, anku ne yê ti kesîne, yên gundiyan hemûyane. Her gundeki tixwûbê bergeh û çiyayê wî heye. Kizwanên di nava

wî tixwûbî de yê wî gundî ne. Her sal dema kizwan çêdibin muxtar û rêspiyên gund rojekî kifş dikin û wê rojê bangdêr bang didê: “Hey hêêê! Îro Hawara Kizwana ye. Her çi kesê bivê bila herê. Hey hêêê!” Ji beriya hawarê her kesî amadekariya xwe kirîye. Her kes dizanê ka yê herê kîjan deverê. Herkesi dewlik[iv]4, çelak û tûrikê xwe amade kiriye û dema dibê hawar, çinîna kizwanan despê dikê. Ji berî hawarê ti kes kizwanan naçinê. Heta yên di nava zeviyên xwe de ji…

Çinîna kizwanan gelekî zehmet e. ji lew re hem darên kizwanan exlep di cihên asêde ne. Li ser teht û latan, di kaş û xwarîşteyande ne. Kizwançin, divê hem bikaribê herê ser daran, hem dema li ser darê be bikaribê xwe bitewînê, bizivirînê, vekişînê. Di wê rewşê de divê dewlik û çelakê xwe jî bigrê. Kizwançin li ser darê bi lingên xwe, xwe digrê, bi çelêk çiqilan ba li xwe ve dikişînê, bi destekî dewlikê digrê û bi destê din kizwanan diçinê. Wîşîyên ji darê vekirîn di nava dewlikê de diweşînê û libên kesk yên çêbûyîn diweşin nava dewlikê, yên spî û sor ê çênebûyî jî bi kerwîşiyan ve tên avêtin. Kizwançin, heta dewlika wê/wî tejî bibe li ser darê çinînê dikê, dema dewlik tejî bû, ji darê tê xwarê û kizwanan valedikê di nava ciwal an telîsê xwe de û dîsa diçê ser darê. Dema tûrik, kîs, ciwal, telîs an jî firaxa din ka çiye tejî bû, didin pişta xwe tînin malê û dîsa diçin çinînê. Ev karê çinînê û kişandinê heta kizwan xelas dibin didome. Divê ev jî bê gotin ku piraniya kizwançinan jinin û hemû karên kizwanan yên din jî tev jin dikin.

Gelo bi çinîn û anînê karê kizwanan xelas dibê? Bi rastî, nû despê dikê. Kizwanên hatîn malê tên şûştin. Bi şûştinê hem merês dibin û hem jî ji kerik û darik û pelçiman tên paqijkirin. Ji bilî wê dema dikevin nava avê de yên çêbûyî diçin binî û yên sor ê xang ser avê dikevin û ew jî jê tên girtin. Kizwanên şûştî li ber tavê tên rayêxistin û heta hişk dibin rojê sê çar caran tên teydan. Têra xwarina malê bitimê şûştî tên xwêkirin û hişkirin. Piştî kizwan hişk dibin, tên bijartin. Yên ji bo qehwê tên qelandin û yên ji bo sabûnê dibin êş û dihêrin.

Hin berhemên ji benan tên hilberandin ev in:

1-Çerez: Tama kizwanan gelek xweş e û weke dendikan tên xwarin. Kizwan hêca ter tên şûştin û xwêkirin û paşê li ber tavê tên hişkkirin. Zivistanê jî li rex kakilê goz û behivan, li rex mewûjan tên xwarin. kizwan hûrik jî tên xwarin, lê belê ji bo xwarinê pêtir bitim tên veqetandin.

2-Qehweya kizwana; Libên kizwanan yên hişkirî û bijartî di firnê de, tenûrê de an jî di sêla ser êgir de tên qelandin. Paşê kizwanên qelandî bi aşê destan tên hêran û dibê meremûl. Ji wê meremûlê jî qehweya kizwanan çêdibe. Jê re qehweya Kurdî jî tê gotin. Ji beriya sed salî jî di rojnameyên Prîs û New York ê de behsa Qehweya Kurdî hatiye kirin.

3-Dohnê kizwana: fêkiyê kizwanan gelek bi dohn e. Dohnê kizwanan digrin û weke derman ji bo gelek nexweşiyan bi kartînin.

4-Sabûna Kizwana: Kizwanên hişkiri dibin êş, dihêrin û têxin meremûl. Wê meremûlê diguvêşin û sê-çar rojan, hêdî hêdî dohnê wê jê digrin. Wî dohnî sîtil û qaqiban de dikelînin paşê hinek dermanê sabûnê(sodyum hidroksit) tevlî dikin û valedikin qaliban de. Ji berê ve qalibên gundiyan tara bêjingê ne. kincekî di nava bêjingê, mûxilê de rast dikin û wî dohnê kelandî yê dermankirî rûdikin nava bêjingê. Du-sê rojan dimînê û ava wê diçê û qalibê sabûnê diminê. Paşê wî qalibî li gora mirov bikaribê biemilînê qet qet dikin. Sabûna kizwanan li Botan, Xerza û Torê (Sêrt, Şernex, Mêrdîn, Batman) gelek bi qîmet û navdar e. Heta li Bohta di stranekî de dibêje: “Xerîbka ezmana, sabûna kizwana, li ser serê gundî û cîrana….”  

ji berê ve sabûna kizwanan dihat firotin, lê piştî piraniya Kurdan ket nava bajaran û êdî sabûna kizwanan bi destê wan neket û ew jî bû sektorek. Îro ev sabûn ji bajarên herêmê bigre heta metropolên Tirkiyê û heta welatên Ewropa jî diçê, lê mixabin êdî ji ber gelî sedeman kizwan û kizwançin zehf kêm bûne û ji ber wê sabûn jî kêm bûye. Sabûna kizwanan, di piyasê de weke “Bittim Sabûnû” tê naskirin.

5-Benîştê kizwana: Me gotibû navê dara kizwana ben an jî benîştek e. Benîştê darên kizwanan zehfe. Hema senede birînek piçûk jî qurm an çiqê darê ve vebê benîşt jê diherikê. Ev benîşt hem dibê qajik, tê cûtin û hem jî ji bo nexweşiya ûr û rûviyan weke derman tê bikaranîn. Li dora Merîwanê[v]5 hinek kes îş û karê wan benîştê bena ye û debara xwe ser wê dikin.


1.Binî goz: Dara mezin. Biwêj e. Darên gozan ji ber ku gelek mezin dibin, ji darên mezin re dibêjin “weke binek goz e.”

2.Kever: Zinarê bilind tehtînî

3.Siqlosimaq: darek weke singekî erdê de dihat daçiklandin, qasê metroyek metronîvê dima li ser erdê û serê wî tîj û hilûs dikirin. Yekî din qasî sê-çar metroyan dirêj, di nîvê wî, cihê dengeyê re kun dikirin. serê sing diket di kuna darê dirêj de û darê dirêj dizivirandin. Du kes lê siwar dibûn; yek li alekî, yek li alê din û xwe dizivirandin û heta gêj dibûn. Kê neketa wî kar kiribû. Ji bo hilûs be ron li serê sing û kuna darê didan.

4.Dewlik: Alavek cermînî, weke beroşê ye. Ji ber ku sivike û li hev natewe ji emlandina ser daran re rehet e.

5.Merîwan: Bajareke li rojhilatê welêt.

 

Tebaxa 2023 an SÊRT

Kurdjan SORÎ

 

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Leave a Reply