Jîyana Mîr Îmadedînê Hekarî ya Sîyasî û Edebî û Belgeyeke Nû Derbarê AqIbeta Wî

JÎYANA MÎR ÎMADEDÎNÊ HEKARÎ YA SÎYASÎ Û EDEBÎ Û BELGEYEKE NÛ DERBARÊ AQIBETA WÎ,

Yaşar KAPLAN
Hakkâri Üniversitesi, İlahiyat Fakültesi, Dinler Tarihi Bölümü,
yasarkaplan111@gmail.com, https://orcid.org/0000-0002-3960-0221

Pel: 127-143, Kovara Şarkiyat, Cild: 14, Jimar: 1
https://doi.org/10.26791/sarkiat.1068377

Kurte

Mîr Îmadedînê Hekarî, hem wekî mîrekî xurt û bi hêz ê serdema xwe û hem jî wekî helbestvanekî jîr tête nasîn. Her çend heta berî çend salan derheqê jîyana wî û helbestên da gelek kêm tişt bihatana zanîn jî niha taybetî derheqê jîyan û bizava wî ya sîyasî da gelek agahî berdest in. Lê bele sererayî van agahîyên berfireh derheqê aqibeta wî da agahîyên vebir nebûn. Di vê xebatê da dê li dû hinek belgeyên nû hatine peydakirin, taybetî li ser aqibeta Mîr Îmadedîn bête rawestan. Ev belgeyên nû hatîne dîtin, ew agahîyên derbarê aqibeta Mîr Îmadedîn da heyî serrast û temam dike. Di gel vê çendê dê bi kurtî li ser jîyana wî ya sîyasî û edebî jî agahî bêne danê. Herwesa di folklora kurdî da hinek vegotinên devkî yên li ser wî hatine gotin jî dê bêne ragehandin. Di vê çarçovê da hinek stiran û serhatîyên bi wî ve girêdayî dê bêne pêşkêşkirin.

Peyvên Sereke: Mîr Îmadedîn, Sebûrî, Hekarê, Mîrgeh, Helbest.

DESTPÊK

Di navbera dîrok û edebîyata klasîk a kurdî da peywendîyek xurt heye. Ev herdû disîplîn gelek caran muhtacê hevdû ne. Taybetî di serdemê mîrgehên kurdan a edebîyata klasîk a kurmancî tê da geş bûyî û werareke baş peyda kirî, em bêhtir peywendîya di navbera van herdû beşan dihesîn. Çunkî edebîyata klasîk di bin patronajî û xwedîlêderketina mîrên kurdan ên wê serdemê da pêşve çûye. Mîrên kurdan hem piştevanîya xebatên edebî kirine hem jî ji bo geşbûna van xebatan zemîneke kêrhatî amade kirine. Mîrên kurdan yên perwerdehîyeke baş wergirtî, bi xwe jî beşdarî xebatên edebî bûne û hinek mîrên kurdan berhemên edebî dane. Ji vana navên wekî Ya’qûb Begê Zirqî (1579), Sultan Huseynê Welî yê Amêdî (1573), Qubad Begê Amêdî (1584), Mîr Îmadedînê Hekarî (piştî 1648ê), Şerefxan Begê Hekarî (1633), Êzdînşêrê Hekarî (1692), Abdullah Begê Hekarî (1780), Mustafa Paşa (Pertew Beg) (1825) û Mihemed Teyar Paşa Amêdî (1821) têne zanîn. Ev çende, peywendîya xurt a di navbera mîr û mîrgehên kurdan û helbestvan û edîbên klasîk da aşkera dike.[1] Mîr Îmadedînê Hekarî an jî bi navekî dî Sebûrî yek ji mîrên kurdan e ku bi şa’irîya xwe ve tête nasîn. Navê wî taybetî ji ber helbesta hevpişk ya wî û Melayê Cizîrî ji berê da dihate zanîn. Lê belê ji ber kêmbûna agahîyên derbarê wî da baş nedihate zanîn kanê ew kî ye. Piştî hinek destxetên helbestên Mîr Îmadedîn ên bi mexlesa Sebûrî nivîsî hatine peydakirin êdî şik tê nema ku ew Mîr Îmadedînê Hekarî ye. Agahîyên derbarê Mîr Îmadedînî bi vê çendê ve neman. Di dawîya sala 2016ê ji alîyê nivîskar Xalid Sadînî ve derbarê wî da berhemek nû hate dîtin.[2] Ev berhem ji alîyê yekî bi navê Temerxanê Yazicî ve bi farisî hatibû nivîsîn û li gundê Artêsê yê ser bi Elbakê (Başkale) li cem Raxib Begê yê ji binemala mîrên Hekarîyan hatibû parastin. Temerxan, katibê Yehya Begê Hekarî û kurê wî Mîr Îmadedînê Hekarî bû. Vê berhemê navekî taybet nîne. Lê bele niha wekî Mîrname tête bi nav kirin. Piştî vedîtina vê berhemê, fetreyek ji dîroka mîrgeha Hekarê û mîrgehên derûdora wê li ber me rasterohn bû û derbarê Mîr Îmadedînî da agahîyên bêhempa ketin ber destê me. Ev berhem hem menzûm hem jî mensûr hatîye nivîsîn. 631 rûpel bi menzûm hatîye nivîsîn ku nêzîkî ji yanzdeh hezar beytan pêk têtin. Temerxanê Yazicî di berhema xwe da, ji destpêka mîrbûna Zekerîya Begê Hekarî yê bapîrê Mîr Îmadedînî heta Îmadedîn bûye mîrê Hekarîyan (1587-1633) bi berfirehî behsa rûdanên sîyasî yên deverê dike. Tê da derbarê baredûxê sîyasî yê kurdan û terzê rêveberîya kurdan agahîyên gelek bi qîmet hene. Lê belê mirina Temerxanê Yazicî ya bêwext muhlet nedaye wî ku berhema xwe temam bike. Temerxanê Yazicî di destpêka rûniştina Mîr Îmadedînî ya li ser kursîka mîratîya Hekarîyan da, li derdora dawîya di sala 1633yê an jî destpêka di sala 1634ê wefat kirîye. Di sala 1696ê eqrebayekî Temerxan ê ku navê xwe dîyar nekirîye, ev berheme ditîye û xatîmeyeke menzûm bo vê berhemê çêkirîye. Di vê xatîmeyê da bi kurtî behsa aqibeta Mîr Îmadedîn tête kirin. Beşa mensûr ya vê berhemê jî ji 55 rûpelên farisî pêk têtin. 42 rûpelên vê beşê di serdema Îbrahîmxan Begê Hekarî (1692-piştî 1742) ji alîyê Mîrza Mihemedê Yazicî ve hatine nivîsîn ku ew jî her kâtibe mîrî bûye. Ev beş wekî Muxteser Ehwal Ûmera hatîye bi nav kirin. Mihemed Teyar Begê Hekarî di sala 1914ê da 13 rûpelên dî li vî metnî zêde kirine û tê da ji Mîrza Mihemed heta roja xwe behsa dîroka mîrên Hekarê kirîye.[3]

Ji berhema Temerxanê Yazicî û ji jêderên Osmanî û Sefewîyan da li ser jîyana Mîr Îmadedîn a sîyasî agahîyên gelek berfireh hene. Lê belê ji ber ku Temerxan Yazicî berî Mîr Îmadedîn mirîye derheqê jîyana Mîr Îmadedîn ya mayî û aqibeta wî da em gelek tiştên têr û tesel nizanîn. Piranîya jêderan wesa didin dîyarkirin ku Mîr Îmadedîn di sala 1639/1640ê da ji alîyê Osmanîyan ve hatîye kuştin. Tenê Mîrza Mihemedê Yazicî yê serdema Îbrahîmxan Begê Hekarî da berhema xwe nivîsî, derbarê aqibeta Mîr Îmadedînî da agahîyên cûda vediguhêze. Ji ber nebûna belgeyên vebir, agahîyên ji alîyê Mîrza Mihemed Yazicî ve hatî, heta niha tam cihê xwe nedigirtin. Lê belê piştî peydabûna belgeyeke nû ya ji arşîvên Osmanî ku em dê jê behs bikin, agahîyên Mîrza Mihemed Yazicî rast derdikevin.

  1. JÎYANA MÎR ÎMADEDÎNÎ

Agahîyên derbara jîyana Mîr Îmadedîn a sîyasî piranî ji berhema Temerxanê Yazicî û arşîvên Osmanî têne bidestêxistin. Mîr Îmadedîn kurê Yehya Begê (m.1617) kurê Zekerîya Begê (m.1629) kurê Zeynel Begê Hekarî ye (m.1585). Li dû agahîyên Yazicî, Îmadedînî çar birayên ji xwe biçûktir hebûn ku navên wan: Silêman Beg, Şêr Beg, Qasim Beg û Teterxan Beg bûn. Ew, texmînên di navbera salên 1590 û 1600ê da li Şaxê (Çatak/Van) hatîye dinyayê. Piştî kuştina babê wî Yehya Begê di sala 1617ê da, bapîrê wî Zekerîya Begê Îmadedîn û birayên wî yên biçûk ji bo xudankirinê teslîmî mamê wî Zeynel Begê kirin. Zeynel Begê çavê xwe nedaye birazayên xwe û ew xudan nekirine. Piştî vê çendê Îmadedîn ji welatê Hekarê derkeftîye û berê xwe daye Cizîra Botan. Şeref Begê Botî keça xwe dabû Yehya Begê. Lewra nasyarî û dostanî di navbera Mîr Şeref û Îmadedînî da hebû. Îhtîmaleke mezin nasyarîya Mîr Îmadedîn û Melayê Cizîrî di vê seredanê da çêbûye. Heyamek paşve Îmadedîn, ji wê derê derkeftîye û çûye paytextê mîrgeha Bahdînan Amêdîyê. Lê belê li vê derê qedrê wî nehatîye girtin. Mîr Îmadedîn ji Amêdîyê derbasî mîrgeha Soran bûye. Mîrê Soran, qedrê Îmadedînî girtîye. Paş muhletekê Îmadedîn ji wê derê çûye nik Şah Ebasê Sefewî (m. 1629) û salekê li wan deran maye. Ji wê derê berê xwe daye bajarê Erzeromê. Mîremîranê Erzeromê Mihemed Paşayê Abaza (m. 1634) dema zanî Îmadedîn binyat Ebasî ye, gelek keyfa xwe pê înaye û qedrê wî girtîye. Lê belê piştî ku Abaza Paşa ji Osmanîyan pişterê bûyî û meyla Şi’îyatîyê kirî, Îmadedîn ji Erzeromê derkeftîye û hatîye Culemêrgê nik bapîrê xwe Zekerîya Begê (îhtîmaleke mezin berî 1627ê). Di wê demê Îmadedîn û birayên xwe di jar û jûrîyê da jîyana xwe derbaz dikirin. Dema Zekerîya Beg mirî, mamê Îmadedînî Îbrahîm Begê dest dana li ser Kela Culemêrgê û xwe kire mîr. Lê belê mamê wî yê dî Şerefxan Begê bi harîkarîya Îmadedîn û birayên wî karîya Kela Culemêrgê bistîne û bibîte mîr. Şerefxan Begê li hemberî xizmetên Îmadedînî di sala 1630ê da ew kirîye mîrê Kela Çehrîqê ya li ser sînorê Selmasê. Kela Çehrîqê, nêzîkî 25 kîlometreyan ji Selmasê dûr e û dikeve başûrê rojavayê wê derê. Ev kele herwesa wekî Kela Çarîyê jî tê zanîn û Simkoyê Şîkakî jî demeke dirêj tê da niştecih bûbû. Herçend ev cihe bi dilê Îmadedînî nebe jî naçar ev çende qebûl kirîye. Piştî Mîr Îmadedîn bûye mîrê Kela Çehrîqê êdî jîyana wî ya tijî şer û şûr dest pê kirîye. Mîr Îmadedînî, ji mamên xwe ewên dema hêj ew biçûk ew xudan nekirî û reftareke xirab digel wî û birayên wî kirî gelek ‘aciz bû. Wî, hem dixwest heyfa xwe ji mamên xwe hilîne hem jî dixwest kursîka mîratîya Hekarîyan ji bo wî be. Bo pêkînana vê meremê wî, çekdarên zîrek li dora xwe kom kirin û hem digel mamên xwe yên her yekî wan li devereka Hekarîyê hûkim dikir û hem jî digel hêzên Sefewî yên derdora Xoy, Meraxa û Merendê şer kirîye. Ji ber mêrxasî û wêrekîya wî hêza wî roj bo rojê zêde bûye. Piranîya deveran Selmas, Xoy, Tebrêz û Wanê êxistîye jêr destê xwe û bac jê wergirtîye. Caran hucûm dibire li ser Sefewîyan û serên wan ji bo paşayên Romî (Osmanî) rêdikir û caran jî hucûm dibire li ser Romîyan û serên wan dîyarî ji bo Sefewîyan rêdikir. Di vê navberê da karwanekî Şahê Îranê şeland û navûdengê mêrxasîya wî belavtir bû. Şerê di navbera Şerefxan Begê û Mîr Îmadedînî xûrtir lê hat. Mîr Îmadedînî hucûm bire li ser devera Elbakê (Başkale/Van) û Kela Pîzanê (di navbera Culemêrg û Elbakê). Elbak ji ber şeran kavil û wêran bû. Herwesa wî êriş bire li ser koçerê ‘Eşîreta Mizûrîyan. Mizûrî ‘Eşîretek bû ji devera Bahdînan û havînan dihate Deşta Geverê (Yüksekova). Mîr Îmadedîn ew ‘eşîret naçar kir ji axa Hekarîyan derkeve. Şerefxan Begê ji bo têkbirina Mîr Îmadedînî hêzeke ji pênc hezar leşkeran pêk hatî amade kir û hate Elbakê. Lê belê ji ber nêzîkbûna zivistanê û peydanebûna qûtê ordîyê, sefera xwe hêla bo demsala biharê. Dema Şerefxan Beg têgehiştî ku bi tenê bi hêza xwe ve nikare Îmadedînî têk bibe naçar bû harîkarîyê ji Sefewîyan bixwaze û bi vê mebestê mirovekî xwe rêkir nik Şah Sefî (1629-1642) û harîkarî jê xwest. Sefewîyan ev çende bo xwe delîve dît ku bi heceta Îmadedînî xwe nêzîkî sînorê Romê (Osmanî) bikin û Kela Wanê bistînin. Wan, daxwaza Şerefxan Begê qebûl kirin. Hêzên xwe nêzî sînorî kirin û ji nişkê ve Kela Wanê dorpêç kirin û cab bo Şerefxanî hinartin ku ew jî bête harîkarîya wan û piştî standina Kela Wanê dê biçin li ser Îmadedînî (1633). Her di wê gavê da Osmanîyan jî harîkarî ji Şerefxan Begê xwestin. Şerefxan Beg ma di nav sol û bizmarê da û bi hecata xwe berhevkirinê xwe gîro kir. Osmanî, dema ji Şerefxanî bêhîvî bûyî, Mîr Îmadedîn ev çende delîve dît û bi lez xwe gehande hewara Kela Wanê. Murteza Paşayê mîremîranê Wanê, Îmadedîn wekî mîrê Hekarîyan yê nû pesend kir û Şerefxan ji mîratîyê êxist. Mîr Îmadedîn berê êriş bire li ser Kela Şaxê û mamê wî Zeynel Beg ji kelê derkeft û revî. Heyîvek piştî vê çendê Mîr Îmadedînî leşkerê xwe di nîveka zivistanê da bi rêka zozanên Feraşînê, di sê şev û sê rojan da gehande Culemêrgê. Şerefxanî ji ber sir û serma û befra stûr ji Îmadedînî êmin bû. Belê dema spêdê rabûyî, dît ku Îmadedînî Kela Culemêrgê muhesere kirîye. Şerefxanî her çend beravanî kiribe jî kele hatîye standin û ew jî hatîye kuştin (1633/1634). Mîr Îmadedîn bi vê çendê ve nerawesta û di heman salê da Kela Pîzanê û Kela Çelê (Çukurca) jî ji mamên xwe wergirtin. Bi vî awayî Mîr Îmadedînî hemî xaka Hekarîyan êxiste jêr destê xwe. Temerê Yazicî di berhema xwe da, heta vê derê behsê jîyana Mîr Îmadedînî dike û paşî wefat dike (1633/1634). Bi vî awayî pirtûka wî nîvco maye.[4] Li xetîmeya vê berhema menzûm a di serdemê Îbrahîmxan Begê Hekarî da di sala 1696ê ji alîyê kesekî mirovê Temerxanê Yazicî ve hatîye nivîsın ev agahî lê hatine zêdekirin. Dema Îmadedîn, di sala 1634 û 1635ê ji bo harîkarîya sefera Rewanê ya Osmanîyan çûye Selmasê, Zeynel Begê mamê wî û Gulayî Begê mîrê Kela Bêtenûr bi hêzekê ve xwestin Culemêrgê bigirin. Li ser vê çendê Îmadedîn bi lez vegerî Culemêrgê û êriş bire li ser deverên Bahdînan. Kela Nêrwe, Kela Bêtenûr stand û Amêdîyê muhasere kir. Mîrê Bahdînan Yûsûf Beg naçar bû û peyman digel Îmadedînî girêda û şertên wî qebûl kirin. Piranîya mîrên kurdan yên derdorê, xwe bo Îmadedînî çemandin. Li dû vê xatîmeyê Mîr Îmadedîn heft salan piştî Temerxanê Yazicî di sala 1639ê da mirîye.[5]

Di arşîvên Osmanî û Sefewîyan da derbarê hukmê Mîr Îmadedînî yê di navbera salên 1633 û 1639ê da gelek agahî hene. Li dû van agahîyan Sultanê Osmanî Miradê Çarê (m. 1640), xelat û pêşkêş ji bo wî hinartine û herwesa Îmadedîn kirîye Mîremîranê Qersê.[6] Mîr Îmadedîn di hewa (êrîşa) Osmanîyan a bi serdarîya Sultan Mîradê Çarê ya di sala 1635ê da, li dijî Sefewîyan şerên serkeftî kirine.[7] Sultan Mirad piştî girtina Rewan û Tebrêzê dema dihate Wanê, ordîgaha xwe li Elbakê dana û caba Mîr Îmadedînî rêkir ku bête huzûrê. Mîr Îmadedîn li Kela Pîzanê bû û ew der gelek nêzîkî cihê sultanî bû. Lê belê Mîr Îmadedîn neçû pêşwazîya sultanî û cabeka ne baş bo rêkir.[8] Mîrên kurdan yên derdora Eyaleta Wanê hêj sultan negehiştîye Wanê di rê da pêşwazîya sultanî kirin.[9] Sultan, ji reftara Îmadedînî ‘aciz bû û mîratîya Hekarîyan da Zeynel Begê mamê Îmadedînî.[10] Lê belê Osmanîyan ji ber hêza Îmadedînî neşîyan vê biryarê bi cih bînin. Her çend Mîremîranîya Qersê jê hatibe wergirtin jî Îmadedîn dîsa wekî mîrê Hekarîyan ma. Paşê Sultan Mirad bi naçarî ji Îmadedînî borî û dîyarî bo rêkirin.[11] Di vê navberê da peywendîyên Osmanî û Îmadedînî ji ber girtina Miksê ji alîyê Îmadedînî ve dîsa xerab bûn. Çunkî Mîr Îmadedîn, Sencaxa Miksê ji mîrê wê standibû û êxistibû jêr destê xwe da. Mîrê Miksê revî û ji Osmanîyan xwest ku sencaxa wî ji destê Îmadedînî bête standin. Her çend Osmanîyan ji Îmadedînî xwest ku Miksê radestî mîrê wê Seyîdxanî bike jî wî guh neda Osmanîyan û her bizaveka bo vegerandina Miksê têk bir.[12] Osmanîyan hem ji ber hêza Îmadedînî hem jî ji ber rewşa xeter a di navbera Sefewî û Osmanîyan neşîyan vê meselê çareser bikin. Di dema sefera Sultan Miradî ya li ser Bexdayê (1638-1639) wesa dîyar dike ku Mîr Îmadedîn çi pûte bi emrên Osmanîyan nekirîye çi bizav li dijî Sefewîyan pêk neînane.[13]

1.1. PEYMANA QESRA ŞIRÎN Û QEDERA MÎR ÎMADEDÎN

Sultan Miradê Çarê piştî ku Bexdad ji Sefewîyan stand, Osmanîyan û Sefewîyan peymana Qesra Şirîn (1639) girêdan. Li dû vê peymanê Kurdistan di nava du dewletan da hate dabeşkirin. Vê peymanê kartêkirineke xerab li ser mîrgehên kurdan çêkir. Mîrên kurdan, şerên di navbera Osmanî û Sefewîyan ji bo manevrayên sîyasî, bo xwe wekî delîve didîtin û dişîyan serbixwetir hereket bikin. Lê belê bi vê peymanê ve şer rawestîyan û sînor hate dîyarkirin. Vê çendê şîyana manevrakirinê berteng kir. Êdî mîrên kurdan dema ji alîyekî tengav dibûn nedişîyan biçin nik alîyê dî û bi vî şeklî givaşê bêxin li ser herdû dewletan. Dewleta Osmanî ev peymane ji bo têkbirina mîrgehên kurd yên serbixwe hereket dikin, wekî derfet zanî.[14] Di wê serdemê da mîrê ku ji hemîyan serbixwetir hereket dikir Mîr Îmadedîn bû. Hema piştî peymana Qesra Şirîn di sala 1639ê da ordîyeka giran a ji hêzên romîyan û mîrên kurdan pêkhatî di bin serkêşîya Walîyê Wanê Hesen Paşa da hate li ser Kela Pîzanê a meqerê Mîr Îmadedînî. Piranîya jêderên berdest wesa dîyar dikin ku Kela Pîzanê ji alîyê Osmanîyan ve hatîye girtin û Mîr Îmadedîn jî hatîye kuştin.[15] Lê belê, wekî li jêrî dê berfirehî li ser bête rawestan, tenê tehrîrateke Kemankêş Mistefa Paşa (m. 1644) û pirtûka Mîrza Mihemedê Yazicî ya bi navê Muxteser Ehwal Ûmera her çend behsê standina Kela Pîzanê bikin jî kuştina Mîr Îmadedînî red dikin.

  1. JÎYANA MÎR ÎMADEDÎNÎ YA EDEBÎ

Mîr Îmadedîn, hem mîrekî xurt hem jî helbestvanekî hestnazik ê serdema xwe bû. Di Dîwana Melayê Cizîrî da helbesteke wî û Cizîrî ya hevpişk (Mûşa’ara) ya bi navê “Mîr û Mela” heye. Ji vê çendê tête zanîn ku Îmadedîn di nivîsîna helbestan da destekî bala hebû. Melayê Cizîrî di dawîya vê helbestê da medhên zanîn û helbestvanîya wî dike.[16] Bi rastî wekî me berê jî gotî, heta demeke nêzîk nedihate zanîn ku Mîr Îmadedînê helbest digel Cizîrî gotî, kî ye. Lê belê piştî peydakirina hinek destxetên cuda yên Dîwana Cizîrî û helbestên Mîr Îmadedîn, eşkera bû ku ji Mîr Îmadedîn mebest Mîr Îmadedînê Hekarî ye û wî mexlesa Sebûrî bi kar anîye. Heta niha heft helbestên Mîr Îmadedînî hatine dîtin. Pênc ji van helbestan bi kurdî ne û du jî bi farisî ne. Ji van heslbestan yek helbesta wî û Cizîrî ya hevpişk e. Ji bilî vê texmîsek jî li ser xezeleke Cizîrî çêkirîye.[17] Li jêrî nimûneyek ji helbesta wî heye.

Dilê mecrûhê min pir jan e dîsa

Tijî derd û xem û kovan e dîsa

 

Neşêm derman bikem derdê dilê xwe

Hekîman bêne ser min Loqman û ‘Îsa

 

Heçî dî sureta dildar û dilber

Bûye heyran diçar û kefte lîsa

 

Belê min zanîye bedbextîya xwe

Çirayê min heta subhê neîsa

 

Ji lutfa te ‘ecêb mame Sebûrî

Nego halit çi ye defternivîsa[18]

 

  1. MÎR ÎMADEDÎN DI FOLKLORA KURDÎ DA

Mîr Îmadedîn yek ji karîgertirîn û girîngtirîn mîrê Hekarîyan e ku cihê xwe li hişê civakê çêkirîye. Li devera Hekarîyan hinek stiran û serhatîyên derbarê Mîr Îmadedîn heta niha jî têne vegotin. Navê Îmadedîn di nava civaka Hekarîyan da wekî “Îmad” tête zanîn û dema bi peyva “Mîr” ve tête xwendin wekî “Mîremadî” tête bilêvkirin. Ev stirana li jêrî hatîye nivîsîn li ser sefera wî ya li ser Bahdînan hatîye vegotin. Wekî me jorî jî behskirî, Îmadedînî, Kela Amêdîyê muhesere kiribû û mîrê Bahdînan Yûsûf Beg naçar kiribû ku şertên wî qebûl bike.

Mîr Culemêrgê rabû, lo mîro Mîremadî

Alayê sor hejyabû, lo mîro Mîremadî

Li Navserê peyabû, lo mîro Mîremadî

 

Mîr hate Badînkurtî, lo mîro Mîremadî

Baziyo j’davê girtî, lo mîro Mîremadî

Bahdînan birin pirtî, lo mîro Mîremadî

 

Mîr hate Çemê Maşa, lo mîro Mîremadî

Herkesê d’ket temaşa, lo mîro Mîremadî

Mîr dê detê şabaşa, lo mîro Mîremadî

 

Mîr gehişte Rebetê, lo mîro Mîremadî

Heçyê biket xilmetê, lo mîro Mîremadî

Mîr dê cildiyê detê, lo mîro Mîremadî

 

Mîr hat Çemê Mendoyê, lo mîro Mîremadî

Dest avête nîmoyê, lo mîro Mîremadî

Xwîn diçît lewnê coyê, lo mîro Mîremadî

 

Navsera Amêdiyê, lo mîro Mîremadî

Sere borîn beriyê, lo mîro Mîremadî

Agir avêt Qumriyê, lo mîro Mîremadî

 

Navsera bi teraş e, lo mîro Mîremadî

Hekaryan bestin şaşe, lo mîro Mîremadî

Badînî dane paşe, lo mîro Mîremadî

 

Ber Berê Beladînan, lo mîro Mîremadî

Kurdyê zer tê werînan, lo mîro Mîremadî

Sînorê me w Badînan, lo mîro Mîremadî

 

Berê Beladîn zer e, lo mîro Mîremadî

Kurdyê zer deyna sere, lo mîro Mîremadî

Heft salan mabû l’ bere, lo mîro Mîremadî

 

Berê Beladîn birî, lo mîro Mîremadî

Kurdyê zer ser zivirî, lo mîro Mîremadî

Hekar, Badîna d’xurî, lo mîro Mîremadî

 

Ber Beladîn tevri ye, lo mîro Mîremadî

Hekaryan kir teybîre, lo mîro Mîremadî

Badînî bûn êxsîre, lo mîro Mîremadî

 

Kurdyê zêrîn eser e, lo mîro Mîremadî

Da ber kêr û xencere, lo mîro Mîremadî

Bir qereçê betere, lo mîro Mîremadî

 

Kurdyê zêrîn nîşan e, lo mîro Mîremadî

Da ber kêr û gûzane, lo mîro Mîremadî

Bir qereçê Botane, lo mîro Mîremadî[19]

Stiran bi giştî behsê çûna leşkerê Hekarîyan a ser bi Amêdîyê ve dike. Di stiranê da navên wekî Culemêrg, Badînkurtî, Çemê Maşa, Rebetê, Çemê Mendo, Navsera Amêdiyê, Qumriyê û Berê Beladînan derbaz dibin. Ev dere guzergâha leşkerê Hekarîyan e. Ordîya Mîr Îmadedîn li Navsera Amêdîyê peya bûye ku ev der cihek e hindav Kela Amedîyê. Li wê derê kevirekî mezin heye dibêjinê “Berê Beladînan”. Di zargotina Hekarîyan da wesa tête vegotin ku Mîr Îmadedîn, kurdîyê xwe, yanî kurk û ‘ebayê xwe danaye li ser vî kevirî. Bahdînî ji tirsa kurdîyê mîrî newêrîyan heft salan ji Amêdîyê bêne wê derê. Sala heştê qereçek ji Botan hatîye û ew kurdî ji bo xwe birîye. Piştî vê çendê Bahdînî ji tirsa Mîr Îmadedînî xalî bûne.

Li devera Bahdînan jî li ser vê meselê vegotinên cuda hene. Li dû vegotina Sadiq Bahaedîn Amêdî, Mîrê Hekarê Amêdîye muhasere kirîye û paşê nameyek bo mîrê Amêdîyê rêkirîye. Di nameyê da hatîye gotin ku kela we hatîye dorpêçkirin û hûn neşên berevanîya xwe bikin. Dive hûn herdû dergehên kelê vekin û bajêrî teslîmî min bikin. Mîrê Amêdîyê ev çende qebûl nekirîye. Paşê Mîrê Hekarê nameyek dî rêkir û tê da got ku ez dê ji nû dara hinarê biçînim. Heta ev dare mezin dibe û ez berê wê dixwim leşkerê xwe venakêşim. Dorpêça kelê heft salan dewam kirîye. Di sala heftê da Mîrê Amêdîyê xwarina Pelavê daye çêkirin û tijî li ser goştê kewê kirîye û digel nameyekê ji bo Mîrê Hekarê rêkirîye. Di nameyê da hatîye gotin ku eve heft sal e xwarina me eve ye. Tu heft sal dî jî dorpêçê dewam bikî xwarina me dê her wiha be. Li beramberî vê çendê Mîrê Hekarê gotîye ku wesa dîyar e hema we tenê ev birince hebû, we kirîye Pelav û Xwedê dizane kanê we kewa kîjan feqîrî jê wergirtîye û biraştîye. Em tenê bi şertekî dê muhaseraya kelê rakin. Dive hûn bi şert çekên xwe danin, dergehên kelê vekin. Em dê ji dergehekî têkevin kelê û ji dergehê dî da derkevin. Bila her kes li ser karê xwe be û em çi zererê nagehînin çi kesî. Paşê bi sond em dê leşkerê xwe vekêşin. Bahdînîyan jî naçar ev şertê Mîrê Hekarîyan qebûl kirîye. Mîrê Hekarîyan emir da leşkerê xwe ku kes di kelê da destdirêjîyan neke. Heke yek xerabîyekê bike mîr dê guhê wî bibire. Dergehê kelê hatine vekirin û leşkerê Hekarîyan keftîye nava kelê da. Di wê gavê da darqelûna leşkerekî Hekarî şkestibû û dema di nava kelê da çûye dukanekê û ji bo xwe qelûnek hilgirtîye. Dema Mîrê Hekarîyan ev çende bihîstî di cih da guhê wî birîye. Leşkerê Hekarîyan di dergehê dî yê kelê derkeftîne û çûne nik Berê Beladînan û Mîr kurkê xwe ji xwe kirîye û danaye li ser wî kevirî. Paşê wiha gotîye:

Eve berê Beladînan e
Şahid ji her sê dînan e
Sînorê Hekarîyan û Bahdînan e

Li ser gotina mîrî, ji ber ku gelek erdê wan dikeve di destê Hekarîyan da dîsa halê Bahdînan nexweş bûye. Yekî Bahdînî yê zana û aqildar xwestîye vê nexweşîyê li ser Bahdînan rake. Bi vê mebestê cilên derwêşan li xwe kirîye û ji ber ku êdî Mîrê Hekarîyan vegerîyaye Kela Culemêrgê, ew jî hatîye Culemêrgê. Vî mirovî bi xwendina helbestên dilveker ve navûdengê xwe li nav Hekarîyan belav kirîye, heta ku nave wî ber guhê mîrî jî keftîye. Mîr, derwêşî dixwaze huzûra xwe û guhdarîya helbestên wî dike. Derwêş sê şev û sê rojan dibe mêvanê mîrî û paşî destûrê dixwaze ku biçe mala xwe. Mîrî jî gote gizîrê xwe ku deh zêran bide derwêşî. Lê belê derwêşî deh zêr qebûl nekirin. Mîrî got deh zêrên dî bidenê. Derwêşî dîsa qebûl nekir. Bi wî awayî heta sed zêran dane derwêşî belê wî dîsa qebûl nekirîye. Dawîyê mîrî bi xwe gotîye derwêşî; derwêşê delal te çi divê. Ma sed zêr kêm in? Derwêş lê vedigêrîne û dibêje ku; ez benî yek zêr bo min bes e. Lê belê min ew kurkê li ser Berê Beladînan divê. Mîr dibêje eve heft sal e me kurkê xwe danîye wê derê, niha ew rizîye. Derwêş dibêje; bila mîrê min ez dîsa pê razî me. Mîr dibêje derwêş ez meqseda te têgehiştim. Li ser xatira te min ew sînor rakir. Sînorê me dê dîsa wekî berê be.[20] Herwesa Badgerê oryantalîst yê di navbera salên 1842-8144ê da li Bahdînan û Hekarê gerîyayî jî di pirtûka xwe da behsê Berê Beladînan dike û sefera Mîr îmadedînî bi çavê Bahdînîyan ve vedibêje û vê bendê lê zede dike:

Berê Beladîna
Qibla hersê dîna
Tuxûbê Şembo û Badîna[21]

  1. AQIBETA MÎR ÎMADEDÎNÎ

Du jêderên derbarê aqibeta Îmadedînî da agahîyên cuda didin tehrîrata Kemankêş Mistefa Paşa (m. 1644) û pirtûka Mîrza Mihemedê Yazicî ya bi navê Muxteser Ehwal Ûmera ne. Li dû tehrîrata Wezîrî’azam Kemankêş Mistefa Paşa ya di 21î Nîsana 1640ê ji bo muhasîbê Sultan Miradê Çarê nivîsî da tête gotin; ji ber ku Îmadedîn di vegera sultanî ya ji Rewanê nehatibû pêşwazîyê û dest danabû li ser Miksê û guhdarîya emrê vegerandina Miksê bo xudanê wê nekiribû, min emir da Walîyê Wanê Hesen Paşa bi hêzeka mezin ve biçîte li ser Kela Pîzanê ya ku Îmadedîn eve sê sale tê da çek û cebilxanê kom dike. Mûcîbî vî emrî Kela Pîzanê hatibû girtin, malbat û mirovên Mîr Îmadedînî hatibûn êxsîrkirin. Lê belê ji ber ku Îmadedîn wê gavê di kelê da nebû û li cihek dî yê Hekarîyê bû revîbû û nehatîye girtin.[22] Wekî ji vê çendê tête zanîn Mîr Îmadedîn ji alîyê Osmanîyan ve nehatîye girtin. Jêdera dî ya derbarê aqibeta Mîr Îmadedînî da agahîyên cuda dide pirtûka bi navê Muxtesar Ehwal Ûmera ye ku ji alîyê Mîrza Mihemed Yazicîyê katibê Îbrahîmxan Begê Hekarî ve hatîye nivîsîn. Li dû agahîyên vê pirtûkê dema Kela Pîzanê hatîye girtin Mîr Îmadedîn revîye û xwe gehandîye bajarê Helebê. Li wê derê hatîye girtin û bo Stenbolê hatîye rewanekirin. Li Stenbolê heft salan li zîndana Baba Ce’fer da maye. Zîndana Baba Ce’fer di Stenbolê qeraxa Xelîcê ye û vê gavê kêmek jê maye. Di sala heştê rehim bi halê wî hatîye birin, ji zîndanê hatîye derêxistin û meqamê (mîratîya) wî lê hatîye vegerandin. Dema zivirî ku bête Culemêrgê li bajarê Edenê tûşî ta’ûnê (weba) bûye û wefat kirîye.[23] Belgeya me nû dîtî ku em dê niha behsê wê bikin, agahîyên tehrîrata Kemankêş Mistefa Paşa û Muxtesar Ehwal Ûmerayê piştrast dike.

  1. DERBARÊ MÎR IMADEDÎNÎ DA BELGEYEKE NÛ

Ev belgeye derbarê aqibeta Mîr Îmadedînî da agahîyên gelek girîng dide. Ji alîyê sedrazamî ve di 8î Tebaxa 1648ê da bo Sultan Îbrahîmê Osmanî (1640-1648) hatîye ‘erzkirin. Di vê belgeyê da tête gotin ku:

“Arz-ı bende-i bi miktar budur ki: Azametli ve şevketli padişahım, Van serhadinde Kürdistan vilayetinde Hakkari hâkimi olan Mir İmad demekle maruf şakinin ademi itaati zahir olmakla merhum padişah [IV. Murad)] zamanında Van beylerbeyi kulları asker ile üzerine gönderilip firar ve hükümeti Zeynel kullarına verilmişti. Ba’dehu her ne canibe gitmiş ise ele getirilmek bende-i etraf ve eknafa emir olunmuştu. Merkum Mir İmad me’azallah bir maraza mübtela olup marazını ilaç etmeye Haleb’e geldikte kaleye ahz olunup habs olunduğunu [Haleb] beylerbeyisi bildirmekle mukaddiman arz olunmuştu. Hala [şimdi] merkum Mir İmadı [İstanbul’a] gönderip kuyucular odasına konulmakla malumu hümayunları olmak üzere arz olunmuştur. Ferman padişahımındır.”[24]

“Erza xulamê kêm eve ye ku: Padîşahê min ê bi ‘Ezamet û bi şewket, di serhedê Wanê di wîlayeta Kurdistanê hakimê Hekarîyê, şeqîyê [eşqîya] bernîyas yê bi navê Mîr Îmad ji ber bêîta’etîya xwe di serdemê padîşahê merhûm da [Sultan Miradê Çarê] Mîremîranê Wanê bi leşkerê xwe ve çûbû ser û ew revîyabû. Herwesa hukumeta wî hatibû danê ji bo Zeynel Begê. Paşî ferman ji bo xulamên her terefekê hatibû rêkirin ku ew kî ve çûbe bête girtin. Herwekî ji alîyê mîremîranî ve [ji Helebê] hatîye ragehandin û berî niha hatîye ‘erz kirin, Mîr İmadê me behs jê kirî, Xudê me jê biparêzît tûşî nexweşîyekê bûbû û dema ji bo dermankirina nexweşîya xwe hatibû Helebê û ketîye di kelê da hatiye girtin û avêtine zîndanê. Bo zanîna we tête ‘erzkirin ku Mîr Îmadê navborî hatîye rêkirin [bo Stenbolê] û niha di Quyucular Odasî hatîye bicihkirin. Ferman ya padîşahê min e.”

Sultan Îbrahîmî li ser belgeyê nivîsîye kû belê ev agahî me’lûmê min bûye. Dema Mîr Îmadedîn hatîye girtin rewşa Babi’alî gelek aloz bû. Çunkî deh roj piştî hîngê 18î Tebaxa 1648ê Sultan Îbrahîm ji xundkarîyê hatîye wergirtin û xendiqandin û kurê wî yê heft salî Sultan Mihemedê Çarê (1642-1687) hatîye li ser textî. Vêca Îmadedîn di nava qerxeşê da înandine Stenbolê. Herwekî ji belgeyê dîyar dibe Mîr Îmadedîn piştî keftina Kela Pîzanê ji sala 1639ê heta sala ev belgeye hatîye nivîsîn, yanî 1648ê li Helebê hatîye girtin, şîyaye xwe veşêre û xwe nedete destê Osmanîyan. Lê belê di sala 1648ê ji ber nexweşîya xwe ya giran mecbûr maye biçîte Helebê û li wê derê hatîye girtin û bo Stenbolê hatîye rêkirin û li Stenbolê hatîye zîndanîkirin. Wekî dîyar ev belge agahîyên herdû jêderên me behs kirî temam dike. Em nizanîn kanê gelo Mîr Îmadedîn di navbera salên 1639 û 1648 li kî derê û çawan jîyaye. Bi rastî Mîr Îmadedîn li Wanê, Hekarê, Bahdînan û sînorên Sefewîyan da gelek dijmin hebûn û te’qîbata wî dihate kirin. Ji ber vê çendê mumkîn e ku xwe li Botan veşartibe. Çunkî Şeref Begê mîrê Botan keça xwe dabû Yehya Begê babê wî û ji wî gelek hez dikir. Hîngê ji Botan zêdetir erdekî ewle û êmin ji bo Mîr Îmadedînî dîyar nake. Wesa dîyar e piştî tûşî nexweşîyê bûyî mecbûr maye biçîte Helebê û li wê derê hatîye nasîn û hatîye girtin. Lê belê eve hemî hizr û boçûnên me ne. Heta hinek belgeyên vebir dest me nekevin em derbarê vê fetreyê da neşên çi gotinên qet’î bibêjîn. Herwesa derbarê aqibeta Mîr Îmadedînî ya piştî girtina wî û jîyana wî ya Stenbolê çi agahîyên têr û tesel li ber desten me nîne. Gelo li Stenbolê çend salan li zîndanê maye û bi diristî kengî û çawan mirîye em çi jê nizanîn. Lê belê heke em pirtûka Muxtesar Ehwal Ûmerayê ku wesa dîyar e agahîyên wê cihê bawerîyê ne, esas bigirîn tê da tête gotin; Mîr Îmadedîn heyameke dirêj (heft salan) li zîndanê maye û paşî mîratîya wî lê hatîye vegerandin û di vegerê da li bajarê Edenê mirîye. Heke ev heşt salên piştî girtina wî ya Helebê jî bêne zêdekirin mumkîn e Mîr Îmadedîn li derdora sala 1658 miribe.

ENCAM

Mîr Îmadedîn yek ji girîngtirîn mîrê serdema xwe bû. Wekî ji bîyografîya wî ya sîyasî tête zanîn ew her çend mîrekî şervan, mêrxas, xurt û dilreq bû jî di heman demê da helbestvanekî dilnazik û zîrek bû ku karîbû digel Melayê Cizîrî helbestekê binivîse. Wekî gelek zana û edîbên kurd, jîyan û kesayetîya Mîr Îmadedîn jî di bin mij û moranê da bû. Belê piştî peydabûna hinek destxet û belgeyên nû yên derbarê wî da niha derheqê wî da em gelek tiştan dizanîn. Wesa dîyar e di nav kesayetên dîrokî yên kurd da em ji hemîyan zêdetir derbarê Mîr Îmadedînî da xudan hûrgilîyên berfireh in. Bi saya berhema Temerxanê Yazicî yê katibê Mîr Îmadedîn û babê wî Yehya Begê derbarê jîyana wan ya sîyasî gelek agahî berdest in. Lê belê mixabin derbarê jîyana wî ya edebî û berhemên wî gelek kêm tişt di ber destê me da hene.

Mîr Îmadedîn kartêkirinek mezin li ser hişê civakê kirîye. Lewra di nava gel da hêj niha jî gelek stiran û serhatî li ser wî têne vegotin. Her wekî ji stiran û serhatîyên li ser wî yên di vê nivîsarê da hatine behskirin dîyar dibe, di serdemê wî da Mîrgeha Hekarîyan sînorên xwe berfireh kirine û hinek deverên mîrgehên kurdan yên din hatine wergirtin. Mîr Îmadedîn di vegêranên folklorik da wekî mîrekî şerker û bi biryar tête taswîrkirin. Herwesa wekî di serhatîya derwêşê Bahdînî da hatîye vegêran, îşaret bi hezkirina wî ya bizavên edebî û xwendina helbestan hatîye dîyarkirin.

Di vê nivîsarê da li ser danasîna jîyan û bizava Mîr Îmadedînê Hekarî hatîye rawestan. Ji bo vê çendê ji berhema Yazicî û arşîvên Osmanî hatîye îstîfadekirin. Li dû agahîyên berdest Mîr Îmadedîn ji sala 1633yê heta 1639ê li Mîrgeha Hekarîyan hukim kirîye. Piranîya jêderan wesa radigehînin ku di sala 1639ê ji alîyê Osmanîyan ve hatîye kuştin. Lê tenê berhema bi navê Muxtesar Ehwal Ûmera ya 1692yê hatîye nivîsîn agahîyên cuda dide û dibêje ku Mîr Îmadedîn 1639ê nehatîye kuştin. Li dû agahîyên vê berhemê ew revîyaye û paşê li bajarê Helebê hatîye girtin. Ji wê derê ji bo Stenbolê hatîye rewanekirin û heft salan li zîndanê maye. Sala heştê hatîye berdan û di rêka vegerê da li Edenê wefat kirîye. Jiber ku ev agahî çi jêderên dî da derbaz nedibûn ev agahî nedihatin piştrastkirin. Lê bele piştî belgeyeke nû ji alîyê me ve hatîye dîtin wesa derkeft ku agahîyên jorî rast in. Li dû vê belgeye niha baş tête zanîn ku Mîr Îmad heta sala 1648ê sax bû. Heke agahîyên Muxtesar Ehwal Ûmera rast bin hîngê mumkîn e ku heta sala 1658ê jî sax be. Tiştê ji bo mirovî mereqê çêdike ew e ku gelo Mîr Îmadedîn di navbera 1639-1648ê li kî derê xwe veşartibû û hem di vê fetreyê û hem jî fetreya li Stenbolê ya di zîndanê da berhemên edebî dane an na. Heke berhemên wî yên edebî hebin gelo aqibeta wan çi ne.

JÊDER

JÊDERÊN ARŞÎVÊ

Cumhurbaşkanlığı Osmanlı Arşivi

COA. A.{DVNS.MHM.d.86/16, 341. H. 16. 02. 1046, 13 02.1047 (20 Temmuz 1636, 7 Temmuz 1637).

COA. A.{DVNS.MHM.d.89/124. H.29.09.1054 (29 Kasım 1644).

COA. A.{DVNSMHM.ZYLd. 9/194. H.03.04.1044 (26 Eylül 1634).

COA. TS. MA. E. 799/12, H.18. 07. 1058 (08 Ağustos 1648).

COA. TS. MA. E. 730/56, H.29. 12. 1049 (21 Nisan 1640).

BERHEM

Amêdî, Sadiq Bahaedîn. Ji Folklorê Kurdî. Hewlêr: Dezgey Aras, 2002.

Aykaç, Yakup. Kürt Mirliklerinde Edebi Patronaj (1514-1846). Diyarbakır: Dicle Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Kürt Dili ve Kültürü Anabilim Dalı, Doktora Tezi, 2020.

Badger, George Percy. The Nestorians and Their Rituals. 2 vols. London: Joseph Masters, 1852.

Cizîrî, Mela Ahmedê. Dîwan. Çev. Osman Tunç. İstanbul: Nubihar Yayınları, 2008.

Doskî, Tehsîn Îbrahîm. Baxê Îrem. Dihok: Weşanxana Spîrêz, 2019.

Ergün, Zülküf. Bajar Edebîyat û Cizîra Botan. İstanbul: Nûbihar, 2014.

Gulî, Nizar Eyûb. Îmaret Hekarî fî’l-Ahdî’l-Osmanî. Dihok: Weşanxana Spîrêz, 2017.

Kaplan, Yaşar. Kaniya Stranan. İstanbul: Nubihar Yayınları, 2015.

Kılıç, Dündar Ali. Abbasi Devletinden Hakkâri Beyliği’ne İrisan Beyleri. İstanbul: Tarih Düşünce Kitapları, 2015.

Muzûrî, Ebdurrehman. “Sebûrî û Mîr ‘Îmadeddînê Hekarî”. Peyv 60, (2012), 6-14.

Naima, Mustafa. Ravzatü’l-Hüseyn fî Hulâsati Ahbâri’l-Hâfikayn. İstanbul: Matbaa-i Amire, 1281.

Sadînî, Xalid. “Hakkâri Mîrleri/Beylerinin Mîrnamesi”. Kürt Tarihi Dergisi 29, (2017, Temmuz-Ağustos-Eylül).

Tan, Hasan. Hakkâri Beyleri’nin Tarihi, Muhtasar Ahval’ûl-Umera: Van Vîlayeti Dâhilinde Ve Hakkâri Merkez Ve Kazalarındaki Beylerin Tarihi-Metin Ve Tahlili. Mardin: Mardin Artuklu Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Tarih Anabilim Dalı, Yüksek Lisans Tezi, 2017.

Tek, Ayhan. Hamisiz Şair Babasız Metin, Mem û Zîn ve Osmanlıca Çevirileri Üzerine Bir İnceleme. İstanbul: Nûbihar, 2018.

Tek, Ayhan. “Li Dor Behsa Patronajê Mem û Zîna Ehmedê Xanî”. Mukaddime 3/3 (2010), 42-60.

Yazicî, Mîrza Mihemed. Muxtesar Ehwal Ûmera. Wergêran ji Farisî: Nizar Eyûb Gulî. Dihok: Weşanxana Spîrêz, 2012.

Zeyrek, Yunus. IV. Sultan Murad’ın Revan ve Tebriz Seferi Rûznamesi. Ankara: Kültür Bakanlığı Yayınları, 1999.

___________________

[1] Ji bo patronajî û edebiyata kurdî lê bnr. Yakup Aykaç, Kürt Mirliklerinde Edebi Patronaj (1514-1846) (Diyarbakır: Dicle Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Kürt Dili ve Kültürü Anabilim Dalı, Doktora Tezi, 2020); Ayhan Tek, Hamisiz Şair Babasız Metin, Mem û Zîn ve Osmanlıca Çevirileri Üzerine Bir İnceleme (İstanbul: Nûbihar, 2018); “Li Dor Behsa Patronajê Mem û Zîna Ehmedê Xanî”, Mukaddime 3/3 (2010), 42-60; Zülküf Ergün, Bajar Edebîyat û Cizîra Botan (İstanbul: Nûbihar, 2014.

[2] Bo çîroka peydakirina vê berhemê bnr. Xalid Sadînî, “Hakkâri Mîrleri/Beylerinin Mîrnamesi”. Kürt Tarihi Dergisi 29, (2017, Temmuz-Ağustos-Eylül).

[3] Nizar Eyûb Gulî, Îmaret Hekarî fî’l-Ahdî’l-Osmanî (Dihok: Weşanxana Spîrêz, 2017), 19. Beşa manzûm ya berhema Temerxanê Yazicî ji alîyê Xalid Sadînî ve ji bo çapê tête berhevkirin. Lê belê beşa mansûr ya bi navê Muxteser Ehwal Ûmera; du wergerên osmanî/tirkî û wergerek kurdî heye. Nusxeyek wergera osmanî di sala 1947ê ji alîyê Huseyîn Hîlmî Îstanbolî ve hatîye kirin. Di vê wergerê da hem xetê Farisî hem jî yê Osmanî heye. Ev wergere ji layê Dûndar Alî Kiliç ve hatîye weşandin. Dündar Ali Kılıç, Abbasi Devletinden Hakkâri Beyliği’ne İrisan Beyleri (İstanbul: Tarih Düşünce Kitapları, 2015). Wergera dî ya Osmanî jî ji alîyê Xidir b. Ebdullah el-Xalidî Neqşebend ve hatîye kirin. Ev werger bi navê Van Vîlayetî Dahîlînde ve Hakkârî Merkez ve Kazalarindakî Beylerîn Tarîhî Neseplerîyle Coğrafî Vesaîr Ahvallerî’ ye. Berhema navborî li pirtûkxaneya Îbrahîm Hakki Konyalî di bin reqema 1985ê hatîye qeydkirin î ji alîyê Hasan Tan ve hatîye weşandin. Hasan Tan, Hakkâri Beyleri’nin Tarihi, Muhtasar Ahval’ûl-Umera: Van Vîlayeti Dâhilinde Ve Hakkâri Merkez Ve Kazalarındaki Beylerin Tarihi-Metin Ve Tahlili (Mardin: Mardin Artuklu Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Tarih Anabilim Dalı, Yüksek Lisans Tezi, 2017), 32-56. Wergera Kurdî ji alîyê Nizar Eyûb Gulî ve hatîye kirin û bi navê Muxtesar Ehwal Ûmera hatîye çapkirin. Mîrza Mihemed Yazicî, Muxtesar Ehwal Ûmera, Wergêran ji Farisî: Nizar Eyûb Gulî (Dihok: Weşanxana Spîrêz, 2012).

[4] Gulî, Îmaret Hekarî fî’l-Ahdî’l-Osmanî, 164-165

[5] Ev agahî ji pirtûka Temerxanê Yazicî ya hêj wekî destxet hatine wergirtin. Ji bo xwendin û rêkirina kurteyekê ji pirtûkê gelek spasîya Dr. Nizar Eyûb Gulî dikin.

[6] COA. A.{DVNS.MHM.ZYLd.9/194

[7] Yunus Zeyrek, IV. Sultan Murad’ın Revan ve Tebriz Seferi Rûznamesi (Ankara: Kültür Bakanlığı Yayınları, 1999), 21.

[8] Yazicî, Muxtesar Ehwal Ûmera, 69.

[9] Zeyrek, IV. Sultan Murad’ın Revan ve Tebriz Seferi Rûznamesi, 38.

[10]       Mustafa Naima, Ravzatü’l-Hüseyn fî Hulâsati Ahbâri’l-Hâfikayn (İstanbul: Matbaa-i Amire, 1281), 3/271.

[11]       COA. A.{DVNS.MHMd.86/16, 341.

[12]       COA. A.{DVNS.MHMd.89/124.

[13]       Gulî, Îmaret Hekarî fî’l-Ahdî’l-Osmanî, 166-169, 206-207.

[14]       Gulî, Îmaret Hekarî fî’l-Ahdî’l-Osmanî, 169.

[15]       Gulî, Îmaret Hekarî fî’l-Ahdî’l-Osmanî, 169-170.

[16]       Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, Çev. Osman Tunç (İstanbul: Nubihar Yayınları, 2008) 528-541.

[17]       Ebdurrehman Muzûrî, “Sebûrî û Mîr ‘Îmadeddînê Hekarî”, Peyv 60, (2012), 6-14; Tehsîn Îbrahîm Doskî, Baxê Îrem (Dihok: Weşanxana Spîrêz, 2019, 30-32.

[18]       Doskî, Baxê Îrem, 36.

[19]       Yaşar Kaplan, Kaniya Stranan (İstanbul: Nubihar Yayınları, 2015), 277-278.

[20]       Sadiq Bahaedîn Amêdî, Ji Folklorê Kurdî (Hewlêr: Dezgey Aras, 2002), 265-266.

[21]       George Percy Badger, The Nestorians and Their Rituals (London: Joseph Masters, 1852), 1/208-210.

[22]       COA. BEO. TS. MA. E. 730/56.

[23]       Yazicî, Muxtesar Ehwal Ûmera, 69-70; Tan, Hakkâri Beyleri’nin Tarihi, Muhtasar Ahval’ûl-Umera: Van Vîlayeti Dâhilinde Ve Hakkâri Merkez Ve Kazalarındaki Beylerin Tarihi-Metin Ve Tahlili, 49; Abbasi Devletinden Hakkâri Beyliği’ne İrisan Beyleri, 72.

[24]       COA. BEO. TS. MA. E. 799/12.

Derbar Rêvebir

Check Also

Dewlemendiya zimanê kurdî

Ez bawer dikim huqas nimûne û agahdarî bes e. Ku xwendevan bixwazin li ser zimanê …

Leave a Reply