di leylana hişê min de zarokek dimeşe li Gulhaneyê li bin siya çinarên ku dirêjî mezinahiyê dibin
li ser rêyeke ko herdu aliyê wê bi beybûnên biharê, bi binevşên narîn,
bi şilêrên rengîn
û bi gulên cur bi cur xemilandî.. bi avzêlekî re diherikin xeyalên jeng girtî
xeyalên tehma şekirên pambî didan
dengê bavê min ko ji mûsîkaya tirkî
olan vedide
her beyaniyê
bi kêfeke mezin min çekmeca xwe vedikir
xarên biriqok, hesteyê muxtar,
poşetek mûz, rismên lîstikvanên
futbolê,
kevirên behrê..
yanê tevliheviya hêwirze bû gencîneya min
bêhneke têkilhev dida der pir li xweşiya min diçû
li baxçeyê pişt xaniyê me
mîrûyên ko bi rêz dimeşîn
li ser qaşûla dara hiliyê
di nav geliyekî de rêwî ne.
amadekariya lîstika ximbil
li pişt qotîkê
û li pêşberî;
li ser axa maliştî
bi rêz rûniştibûn temaşevan
ez
ew
em
li bin siya darê
bayekî hêcan
dibezî.
bizmarên li kolanan
me di berdêla Coca Colayê dida hev
û şimika min qul dikirin bi kulek,
bi kotek dimeşîm ber bi mal nazîna min
girîna min zêde dibû.
di aşxaneyê de
tiliyên diya min direqisîn li nav hevîrê kutilkan dizivirin
bi tehma kedê
efsûn didin.
carinan jî
kalikê min dihat mala me bi taybetî jî di biharan..
şelwareke reş li xwe dikir, berçavkek stûr li ser pozê wî karamaç di dest de ez
û
ew
li hember hev
berhev
diçûn û dihatin kaxiz lê zêde fêlbaz bû heke biviya seh dikir neviya kerr bû.
carinan si’eta xwe ya kostekî
derdixist
lê dinêrî
dîsa dixist berîka xwe..
bi destekî li guhê xwe dileyîst lingekî xwe datianî li ser çoga xwe, bi destekî jî ew difirkand
îca dest bi çîroka jiyana xwe dikir
hiş û dilê min ê biçûk dibir
xeyala Cizîra Botaneke xewnî,
dûr / û rengîn.
filehên wê demê,
jinebiya bi nîq,
eşqiyayên li kêleka çiyayên Dîclê, mirovên cur bi cur..
di perdeya sînema mejiya min de dibûn dîmen.
min dixwest qala bavê min bike îca serê xwe dibir dianî ‘Bavê te!..zehf serhişk bî..’
şev diket..
li serê bên
doşeg dihatin rast kirin, lihêf û balgeh dihatin danîn herkes diket li nav nivînan
ji bilî xweha min a ku çûye qedeh û silhiyê avê bîne
û galegal destpê dikir..
ji mizgefta nik mexberê mela bang dida
bi bayê hênik re
tirseke mirinê
pê dihesam
ez di himbêza diya xwe de çavê min li asîmanî diman du stêrk dibiriqîn ‘Leyla û Mecnûn’..
diya min çîroka wan digot mîna findê ditemiriyan, xew li min giran dibû
di himbêza diya xwe de wenda dibûm
ez di xewna xwe de serdarê leşkeran bûm
serê min bilind
laşê min pola bû
min bi çavên xwe zîq li qelebalixa dijmin nêrî
ku bihezaran kom bûne li qada şer
û bi çavsorî min berê xwe dida mêrxasên li pişt xwe
ez diqêrîm êrîş bikin!!! şiyar bûm.. di sibeyekê de
bi dengê dozerekê re bi giriyê zarokekî re ditevizîn
êşên birîna daran, perçiqandina beybûnan jiyana
di nava baxçeyekî de bêhn dida; difetisî…
dizanim ji wan heyama dûr ketime ber bi zemanekî xirecir
ber bi zemanekî bêhn çikiyayî hespê xwe dibezînim
(16.07.08 -07.02.10)
Şivan Ar (Zeren)
Kovara Pêngavê – Hejmara 5an