Ez Bertolt Brecht im, yê ji rêlên reş.
Anîme bajêr ca min ez di zikê xwe de.
Lê hetta ku lênexim û neherrim ji vê dinê
wê neşikê pûka rêlan ji hinavê min.
II.
Fena ku li mala xwe bim li bajarê şoza.
Min serhevdeya xwe hilaniye bi dêlindêza talî ya pîroz:
Bi rojnameyê, bi şeravê, bi tûtinê,
Ji-xwe-nebawer, barrûte, lê belê axirkiya wî şa.
III.
Ez û însan jev re baş in.
Li serê min e şewqeya min wek a her kesî.
Li însanan dinêrim û dibêjim:
“Evana heywan in ku difûre ji wan bêhneke dî.”
“Dev jê berd, dibêjim bi dû re, ma çiyê min ne ji yê wan e?”
IV.
Li kêleka jinan rûdinim
destê sibehan li ser paldankê xwe yê ku dikile.
Diferricim li wan di ‘eynê xwe dernaxim û dibêjim:
“Va ye li pêşberî we zilamekî ne-ewle.”
V.
Danê êvaran jî vedihewînim zilaman.
“Ez benî” dibêjin em jev re seraqet gava em diştexilin.
Lingên xwe dispêrin maseya min û dibêjin:
“Wê li xêrê bigerre!” Napirrsim bê “kengî?”
VI.
Wextê kew dikeve sibehê çam şil dibin,
çwîk diwilwilînin, kêzik diqîrrin.
Bi ser xwe dadikim piyana xwe ya hetta ber dêv wê hingê li bajêr,
davêjim boçika xwe, sêrî davêm xeweke tengezar.
VII.
Em, yên kêfçî,
dimînin li wan çavikên ku dibên-qey dê nehedimin.
(Em in yên ku ava dikin deriyên bilind ên girava Manhattanê.
Em in yên ku dideyinin antênên ziravîckî,
ku li ser Atlantîkê diştexilin).
Bertolt Brecht
Wergêr: Ferec Koyistanî
Havîn, 2022 / Carbekir