negre deriyê xwe
vê carê
ez ê tunebûna te
bi tilî û pêçiyên xwe
bikolim li ser dîwarên
şevên bêdeng
ez ê di bin şewqa hîvronê de
santîm bi santîm
kêl bikim birînên xwe
bi tayên hisreta te
jan bide jî
hestên min
guh nadim zarînên dilê xwe
yên nazenîn
negre deriyê xwe
vê carê
baskên min ên jar
wê neyê ber derê te
nakeve pey parsa evînê êdî
ez ê berê xwe bidim şikeftan
kevokan çêbikim
ji xeyalan
bifirînim ber bi asoyan ve
bixapînim vî dilê xwe yê evînê
Muqades Agirî