Asîman bi rengê derewan hatiye xemilandin
Dîsa wê mirin bibare bi ser cihanê de
Dîsa wê bêhna mirinê tev li bêhna sêvan bibe
Hîroşîma
Nagazakî
Helepçe
Rûyê mirovan bi rengê mirinê hatiye şûştin
Dîsa wê xîyanet xwe ji şevên reng bi heyv bide der
Wê laşê jinan bi ruhê zilamên zalim ji pakîyê bê paqij kirin
Rojava
Rojhilat
Rojhilata navîn
Mirin çiqas me’sûm e li ber vê tabloyê
Dîsa wê mêtîngerî bibe xwarina bindestan
Dîsa wê kuştin bibe şahîya dilan
Dîsa
Dîsa
Û dîsa
Wê mirovahî di bin lingên hespan de bê peçiqandin
Wê dilê me bi zevîya mirinê bixemile
Dilbirîn Dilo