Merheba Nalan

Merheba Nalan
Merheba ferişteha xemgîn
Merheba Nalan
Merheba kulîlka xeyîdî
Merheba Nalan
Merheba buhoka peçiqîn
Merheba Nalan
Merheba rastiya hezîn

Merheba Nalan
Ev tu yî?
An jî ez dibêjim qey tu yî
Bila yek qurmiçikek li min de
Ka were ronahîyê ez te bibînim
Wan çavên te yên ji derewan jî derwîn
Yên min yeknesak dikin

Merheba Nalan
Ma tu ji amortî derketî rinda min?
Binêr, dîsa te em şapoşewlo kirin
Me çi xweş jî ji bîr kiribû
Û çi xweş qedîya bû
Wê rêzefîlma dû-dirêja bereday
Te dî di beşa dawîn de te bêbextî li min kiribû
Tu çûbûy koşka Nûbar Beg ya Tarabyayê
Te dî, te li cem hevalê min Xalîd Akçatepe
Ez red kiribûm
Ha wê demê tu di çavê min de bûy wek alavek kevin a êdî kevnefiroş jî nagirin, ji bo min tu nemabûy

Merheba Nalan, merheba
Rêwîya bêbilêta behra poşmanîyan
Merheba,lîstikvana qerekterê çîna duduyan a xeyalên artîstbûnê
Ez di dê… gel û bînerên rêzdar
Ez di dê…
Ez di dê….
Binêr ezê bigrîm ha
Zû bila yek vanayên xerabe yên çavên min bigire
Halbûkî,  di wê rêya febrîqê de
Em bi hev re şil bûbûn, di gelek şilîyan de
Û wê rojê, nale nala ajalek feqîrik bû li nava herîya kêleka rê
Ku Nûbar beg lê xistibû û revîyabû
Û ji bo wê ajalê jî êşîyabû
Wê dilê te yî ezperest
Û min, ewilîn tu wisa nas kirî
Û rehnên min jî wisa kir qijînî

Merheba Nalan, Merheba
Keçika herî qure ya taxa me ya jar
Merheba, ya ku ketibû torên şaş
Ew  masîstêrka muhteşem
Dema min li te dinêrt, ez tije dibûm wek ewran
Ez tije dibûm û nikaribûm bi ti hawayî bibarim
Dema te li min dinêrt
Kelogirîyek xwe li qirika min digirt
Xurûrek ez digirtim, nikaribûm bigirîm
Ez çi serketîyê te bûm!
Te dî çawa ajal çêlikên xwe dialêsin
Eynen wisa
Çi bengînî bû ya me
Te dî,  Ferhat çawa çîya qul kirine

Eynen wisa
Û ew çûyîn çûyînek çawa bû
Te dî, trênek tê di ser re derbaz dibe
Eynen wisa
Of Nalan of
Heke tu zanibî min çi kişandine
Tu nê ji ber vê xeberê bimira
Ez ewqas bibêjim:
Te dî, tu bibûna kevirek
Yanî tu bibûna kevirek
Tu nê bibûna du felqe
Neçe Nalan, bise
Ji kerema xwe dîsa neçe
Tu guh nede gotinên minên eletewş
Naa ..  na ez nagirîm
Qey dûya cixarê ket çavên min
Belbî jî tu mafdar bûy
Li vê taxê ne rêya te vedibû
Ne jî qama te dirêj dibû
Him diya te jî miribû
Û kolana we,
Bi qasî ku nikaribe êşa te hilde teng bû
Her tişt berbipaş ve diçû
Xelkê dest ji kar û barê xwe berdabû
Li ser me difikirîn
Di bin me de palas tunebû
Li ser me xanî tunebû
Keçika ereb di şibakê de dinêrî
Piştî tu çûyî, ez
Qe nepirse
Min destê xwe avêt çi karî, min ew kar xera kir

Çimkî tekane tişta te bi min bide jibîr kirin ev bû
Min hemû qezencên xwe da ser şerabê
Lê kirasê te yî bûkanî hê jî li cîyê xwe ye
Min mala me ya bi pencera bê ya mîratmal jî nefirot
Heke derewan dikim, ji cîyê xwe ranebim
Min yek rojek jî tu ji bîr nekirî

Merheba Nalan
Merheba ferîşteha xemgîn
Merheba bextreşa min, bêsiûda min
Merheba destê minî lerzok, pişta mina bi êşk
Çonga mina bi êş, jêvenegera min
Lê Nejdet Tosûn mir
Êdî tu nê xwarinan bipêjî
Ezê jî zeletê çêkim
Wek Samî Hazînses nebe jî
Ezê bexçe bi kulîlkên tu ji wan hez dikî bixwmilînim
Kemal Sûnal jî mir Nalan
Me hebo hebo apo yên dilqenc bi rê kirin
Û dinya qirêj bû
Fîlm xera bûn
Êdî wan evînên bêguneh nayên jiyîn
Tu heyî, ez heme
Û dinyayek bêûjdan heye li der
Fîlma rasteqîn niha dest pê dike
Di vê sînemayê de temamê paldangan vala ne
Merheba Nalan, merheba
Tu pîrepisk ez pîrepiskek şaşwaz
Law ji te hez dikim
Law  ku der zirav e bila wir biqete

Ûsiv xeyaloglu
Werger ji tirkî : Dilbirîn Dilo

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply