Hacî Qadirê Koyî: Damezirîner Û Kesê Duyem ê Kanona Edebîyata Neteweyî Ya Kurdî

HACÎ QADIRÊ KOYÎ: DAMEZIRÎNER Û KESÊ DUYEM Ê KANONA EDEBÎYATA NETEWEYÎ YA KURDÎ

Zülküf ERGÜN
Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî li Tirkiyeyê Beşa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî,
zxweshevi@gmail.com, https://orcid.org/0000-0001-8784-56-36

Pel: 111-126, Kovara Şarkiyat, Cild: 14, Jimar: 1
https://doi.org/10.26791/sarkiat.1052484

KURTE

Kanona edebîyata neteweyî yek ji xalên pevgirêdana edebîyat û sîyasetê ye ku di serdema modern da ji bo nûnertîya nasnameya çandî ya neteweyekê hatîye dahênan. Di edebîyata kurdî da cara pêşî Hacî Qadirê Koyî bingeha kanona edebîyata neteweyî datîne û Xanî wek bavê vê kanonê û xwe jî wek kesê duyem ê vê kanonê destnîşan dike. Ev gotar li ser vê mijarê hûr dibe û cih dide awayên kanonkirina Hacî Qadirê Koyî. Ji ber vê gotar ji weşanên pêşî yên kurdî behsa wan kesan dike ku dikevin bin karîgerîya ramanên Hacî Qadirî û wî wek kesê kanonîk dişayesînin. Piştî vê cih dide wan boçûnên ronakbîrên çeprew û neteweyî ku her yek ji alîyê xwe ve hewl didin li gor îdeolojîya xwe hizirên Hacî şirove bikin. Di xala sêyem da gotar bal dikêşe ser hin helbestvanên sedsala bîstî ku Hacî wek kesayetekî kanonîk şirove dikin û wî wek rêberê helbesta neteweyî nîşan didin.

Bêjeyên Sereke: Hacî Qadir, Kanon, Kanona Edebîyata Neteweyî, Helbest.

DESTPÊK

Kanon ji alîyê dîrokî ve ji bo wan rêzepirtûkan tê gotin ku ji bo dezgehên perwerdeyê tên hilbijartin (Bloom, 2014: 23). Lê bi demê ra ev ji bo qada edebî jî tê veguhestin, lewra bi gotina Bloomî sînordarîya temenê mirovî û zêdebûna berhemên edebî weha dikin ku hin kes ji nav vê geremolê berhemên taybetmend û resen hilbijêrin û pêşkêşî raya giştî bikin (bnr: 2014: 32, 38). Jusdanis ji vê kiryarê ra “dîroka edebîyatê ya abîdekirî” dibêje ku pirtûkên dikevin nav vê rêzbendîyê serederîya pirtûkên pîroz bi wan ra tê kirin û weha tê bawerkirin ku di nav van wan da gelek raz hene û divê hertim bi şiroveyên nû ev raz û nîyaz bên keşifkirin (1998: 83).

Di serdema modern da bi hewldanên netewesazîyê ra manayeke taybetî li kanonê tê barkirin. Lewra her netewe hewl dide hebûna xwe bispêre serdemên kevintir û di nav îro û raborîyê da girêdaneke berdewam çê bike. Ji bo vê kanon derfetên baş pêşkêşî xwedîyên vê hizirê dike. Loma jî “kanon” û “netewe” dibin hevalbendên hev û bi vî awayî “kanona edebîyata neteweyî” di serdema modern da ji bo hebûn, nûnertî û berdewamîya neteweyekê tê pêkanîn ku xwe dispêre naverok, armanc û tesewira netewetîya modern. Bi vî awayî kanona edebîyata neteweyî yan jî bi gotineke din “kanona fermî ya edebîyatê” (bnr: Baki, 2013) dikeve bin xizmeta netewesazîya modern. Nexwe êdî ji bo daxilbûna nav kanonê “resenî” û “edebîtî”ya berheman têr nake û divê ev berhem bi hin amajeyên veşartî yan aşkera xizmeta pêkanîna nasnameya neteweyî yan jî armancên sîyasî yên demê jî bikin. Ji ber vê, berhemên ku di rêzbendîya vê kanonê da tên bicihkirin bi riwangehên sîyasî û neteweyî tên şirovekirin û li gor armancên niha yên neteweyê tên bikaranîn.

Ev rewşa nû bêguman pêkhênerên destnîşankirina kanonê jî diguhere ku bi gotina Murat Belgeyî êdî kanon ne tenê ji alîyê nivîskar, ronakbîr, mamosta û rojnameyan ve, belkî dezgeh û kesayetên sîyasî heta gel û civak jî dibin bikerên afirandin û destnîşankirina kanonê (2009: 85). Lê di nav neteweyên bêdewlet da ji ber nebûna dezgehên fermî yên çandî û perwerdeyî ev bar bi piranî dikeve ser milên ronakbîr, kesayetên sîyasî, helbestvan û nivîskarên neteweperwer ku di nav civata xwe da xwedî rolên giring û karîger in.

Di nav kurdan da jî em rastî heman dîyardeyê tên û Hacî Qadirê Koyî di nîvê duyem ê sedsala nozdehan da li Stenbolê dema bi encamên modernîteya Ewropayê û xebatên netewesazîyê ra rûbirû dimîne bi helbestên xwe yên naverok-nû hewl dide kurdan li hember van pêşhatên nû hişyar bike. Ji ber vê di ber mijarên serxwebûnxwazî, xwendina keç û kuran, hînbûna zanistên nû (fen), hevgirtina navxweyî, nostaljîya dîrokî, xwe-cîyakirina ji neteweyên dewrûber û rêbertîya civakî ya ronakbîrên modern ra, mijara ziman û edebîyata neteweyî jî dibe yek ji karên wî yên giring û bi vî awayî poetîkayeke nû ya edebî destnîşan dike û berpirsyarîyeke sîyasî û civakî dide ser milê edîbên hevçerx.

Li alîyê din Hacî bi du helbestên xwe hewla avakirina kanoneke edebî jî dide ku di yekî da “kurdînivîsîn”ê dike pîvana kanonê û di ya duyem da jî “hişmendîya nasnameya neteweyî” dike xala cîyaker a kanonê. Ji ber vê wek nûnerê neteweyeke bêdesthilat, ji bo nîşandana hebûna edebî ya neteweya xwe li hember neteweyên mezin ên desthilatdar, herwek di helbesta “Şehsewarî Belaxetî Kurdan”ê da jî tê dîtin (bnr: Alan, 2013: 61) di çarçoveya zarên cuda yên kurdîyê da navên hin helbestvanên sereke rêz dike û wan hemûyan wek xemxwarê kurdayetîyê nîşan dide. Di vê çarçoveyê da ji nav helbestvanên Baban navên Mistefa Kurdî, Nalî, Muhemedê Fîkrî, Rencûrî, Emîn Begê Dizeyî, Keyfî, Salim, Şêx Reza, Wefayî wek nimûne tîne, ji nav helbestvanên kurmancîya jorîn (ew dibêje helbestvanên Cizîrê) navên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqîyê Teyranî derdixe pêş, ji helbestvanên goran navên Mewlana Neqşebendî, Mewlewî, Mela Mistefayê Bêseranî, Mîrza Ye‘qûb, Hesenê bavê Feqî Umerî tîne, ji helbestvanên zengeneyî jî behsa Muhemmed Komasî û Ehmed Derbendî dike û ji ber ku wan bi kurdîyê nivîsîye û xîreteke kurdane nîşan daye pesnê van helbestvanên navborî dide. Loma jî di dawîya helbesta xwe da di derbarê van kesan da weha dibêje: “Be fîdayan dekem sed Îbnu Yemîn / Çunke derbestî xîretî kurdîn” (2707: 185-191).

Herçend ji ber bikaranîna zimanê kurdî û nîşandana xîreta kurdîtiyê pesnê helbestvanên navborî bide û wek sermîyanê neteweyî şanazî bi wan bike jî di nav vê mîrata edebî da cihekî taybetî dide Mem û Zîna Ehmedê Xanî, wê wek berhema sereke ya kanona edebîyata neteweyî derdixe pêş û xwe û Xanî jî rêberên vê kanonê dide zanîn. Loma jî di helbesta xwe ya “Zemane…”yê da bi malika “Le kurdan xeyrî Hacî û Şêxî Xanî /Esasî nezmî kurdî danenawe”yê (2707: 99) nerasterast Xanî wek “bavê kanona edebîyata neteweyî” û xwe jî wek dûajoyê wî destnîşan dike. Bêguman di vir da mebest ji “esasî nezmî kurdî”yê helbesta neteweyî ye, ne ku helbesta ku bi kurdîyê hatîye nivîsîn. Lewra bi raya wî Mem û Zîna Xanî ji ber ku bûye berhema temsîlî ya nasnameya kurdî bi qasî gencîneya gewheran û kîsê diravan giranbuha ye û ji hemû berhemên din cîyawaztir e. Bi vê gotinê Hacî Qadir nîşan dide ku bi awayekî hişmendane berê xwe dide vê mijarê û dibe kesê yekem ê dîyarkirina kanona edebîyata neteweyî di nav kurdan da. Lewra kesê ku cara pêşî “bavîtîya Xanî” bi rengekî neteweyî derdixe pêş ew e û hizira bavîtîya Xanî di çarçoveya neteweyî da ji alîyê wî ve tê behskirin.[1] Bi vî awayî Hacî wek nerîtşikênê edebîyata kevin û avakarê edebîyata nû, dibe yek ji wan helbestvanan ku herwek Bloom ji Borgesî vediguhêze pêşîyên xwe diafirînin (bnr: Tek, 2018: 68) û dibin dîyarkerên bavên xwe yên edebî. Ji ber vê jî di piranîya xebatên kurdî da ku wek qadên dîyarkirina kanona edebîyata neteweyî derdikevin pêş, Xanî wek bavê vê kanonê tê pejirandin (bnr: Ergün, 2018) û Hacî jî wek “Xanîyê duyem” yan “bavê duyem” (bi taybetî ji bo zarê soranî) tê binavkirin. Dîyar e ku Hacî Qadirê Koyî, Xanî wek bavê kanona neteweyî destnîşan bike jî di bin karîgerîya pêşhatên modern ên serdema xwe da kesê ku cara pêşî hişmendîya nasnameya neteweyî dike pîvana kanonê ew e. Loma jî Xanî “bav” be jî avakarê hizira bavbûna wî, Hacî bixwe ye û damezirînerîya wî jî çavkanîya xwe ji vê xalê werdigire.

Di vê rewşê da herçend Ehmedê Xanî di serdema modern da wek “bavê netewetîya kurdî” bê şirovekirin jî bi bawerîya me herwek Fîrdewsîyê farisî damezirînerê hişyarîya etnîk e û ji alîyê teorîk ve nabe ku em wî wek pêşengê netewetîya kurdî yan jî damezirînerê kanona neteweyî bipejirînin.[2] Lê Hacî di nîvê duyem ê sedsala nozdehan da li Stenbola paytexta dewleta Osmanî di zemîna netewetîya modern da dest bi nivîsîna helbestên xwe dike û hemû taybetmendîyên netewetîya modern di xwe da vedihewîne. Ji ber vê çendê, ew vekolerên ku di çarçoveya teorîya modernîst da dîyardeya netewetîyê şirove dikin û li dijî neteweperwerîya Xanî derdikevin di vê mijarê da kok in ku Hacî Qadirê Koyî helbestvanekî neteweperwer ê serdema modern e. Ji bo vê mirov dikare berê xwe bide bîr û boçûnên Cefer Elî (2013: 157), Bruinessen (2008: 153-154) û Vali (2005: 121) ku her yek ji alîyekî ve cext li ser pêşengtî û cîyawazîya Hacî dikin.

Bi rastî jî Hacî Qadirê Koyî di çarçoveya netewetîyeke romantîk da di helbestên xwe da li ser serbixweyî, hişmendîya zimanê kurdî, vejandina dîrok û qehremanên dîrokî, dijayetîya çîna şêxan, hevregezîya civakî, giringîdana bi gelî, li hember pêşengên civata feodal pesindana edîban (ronakbîran), xurtkirina hesta neteweyî, pêşxistina hizira rasyonel, rexnegirtina li rêbaza perwerdeya medreseyên kevin, wekhevîya jin û mêran di warê xwendinê da û li ser modelgirtina modernîya ewropayî radiweste (Ergün, 2014: 11-31) û di manaya heqîqî da bingeha netewetîyeke modern datîne. Loma jî bi ragihandina pêşengtîya Xanî di çarçoveya poetîkayeke nû da mirov dikare bibêje ku Hacî bingeha kanona edebîyata neteweyî jî datîne û xwe û Xanî dike xwedîyê vê “esas”a nû. Ji ber vê di dirêjahîya sedsala bîstî da herwek helbesta wî ya “Zemane…”yê gelek peyrewên vê esasê derdikevin holê ku ji Ebdurehîm Rehmî, Pîremêrd, Kamran Bedirxan, Esîrî, Cegerxwîn, Bêkes, Qani’, Goran, Hejar û Hêminî heta Şêrko Bêkes, Letîf Hellmet û Abdulla Peşêwî dirêj dibin.

Bi vê riwangehê em dê di vê gotarê da awayê kanonkirina Hacî Qadirê Koyî vekolin. Ji bo vê pêşî em dê behsa bîr û boçûnên wan şirovekaran bikin ku Hacî Qadirê Koyî wek pêşengê netewetîyê yan jî Xanîyê duyem pênase dikin, paşê em dê di nav ronakbîrên çeprew û neteweyî da awayê şirovekirin û kanonkirina wî berbiçav bikin û herî dawî jî em dê cih bidin afirandina îmaja kanonîk a Hacî di helbesta kurdî da, da ku em bi zelalî bibînin çawa li ser bingeha wî xwendingeheke edebî çê dibe û xelekên nû yên kanona edebîyata neteweyî zêde dibin.

  1. PÊNASEKIRINA HACÎ QADIRÊ KOYÎ WEK DAMEZIRÎNER Û KESÊ DUYEM Ê KANONA EDEBÎYATA NETEWEYÎ

Şirovekirina Hacî Qadirê Koyî cara pêşî di rojnameya Kurdistanê da tê dîtin. Di sala 1898an da dema rojnameya Kurdistanê derdikeve Mîqdad Mîdhed Bedirxan hem nûçeya koça dawî ya Hacî dide hem jî wê helbesta wî ya navdar “Zemane…”yê diweşîne û dîyar dike ku: “Ev mirov di saxîya xwe da gelek xebitî, derheqa elimandina ilm û marîfetê da gelek beyt û eşarên kurmancî dinivîsî, rêdikir welatê xwe Sora” (Kurdistan, 1991: 135). Bi vî awayî Bedirxan nîşan dide ku Hacî di nebûna rojname û kovarên kurdî da bi rêya nameyan helbestên xwe di nav gelî da belav dikir û bi vî awayî taybetmendîyeke berhemên kanonîk bi cih dianî ku ew jî populerbûn û temsîlîyet e. M. Salih Bedirxan di Rojî Kurdê da tevî helbestên Xanî helbestên Hacî jî şirove dike û di wê bawerîyê da ye ku her xaleke qesîdeyên wan jîyan dibexşînin kurdan û bi şîret û pendan dagirtî ne. Li gor wî divê her kurdek beytên wan ji ber bike û wek stranan bike wîrdê ser zimanan (2013: 192). Bi vê gotina xwe helbestên Xanî û Hacî wek hêzeke manewî ya neteweya kurd dide zanîn û hewl dide bi rêya van helbestan neteweya kurd rake ser pêyan.

Piştî mirina Hacî, ji her kesî zêdetir Xelîl Xeyalî hewl dide wî di rêzbendîya kanona edebîyata neteweyî da wek kesê duyem bi cih bike. Ji ber vê di kovar û rojnameyên kurdî yên pêşî yên Stenbolê da piranîya nivîsarên xwe li ser boçûnên Hacî ava dike û cih dide helbestên wî. Xeyalî ji bilî ku Hacî bi gotinên rêzgirtinê mezin dike[3] di çareserkirina kêşeyên wê demê û arastekirina kurdan da jî xwe dispêre bîr û boçûnên wî. Loma piştî destnîşankirina her kêmasîya kurdan wek çareserî beytên Hacî bi bîr tîne ku ji hevgirtin navxweyî heta hişmendîya zimanî û pêwîstîya xwendewarîyê gelek mijarên serdema modern li xwe digirin. Bo nimûne di nivîsara xwe ya “Ji Mezinên Kurdan ra ye”yê ya Hetawî Kurdê da di çarçoveya bêtifaqî û nezanîya kurdan û metirsîya ermenan da cih dide helbesteke wî ya dirêj (M…X, 1331: 21-22). Her di hejmara yekem a vê kovarê da di bin sernavên “Şa‘irî Baban û Soran” û “Hacî Ebdulqadir Qedese Sirel‘alî”yê da du helbestên wî diweşîne û dîyar dike ku pêwîst e li ser jîyannameya helbestvanên ku Hacî behsa wan kirîye xebat bên kirin da ku nav û nîşanên mezinên kurdan winda nebin (M…X., 1331: 26). Di hejmara duyem a Hetawî Kurdê da jî di nivîsara xwe ya “Derdê Kurdan Nizanim ji Çi ye”yê da di derheqê şîrînîya zimanê kurdî da dîsa bi rêzgirtineke mezin cih dide beytên wî (M..X, 1331: 27-30). Herwaha di hejmara sêyem da jî di bin sernavê “Ji Qesîdê Hacî Rehmetî Têne Zanîn Ku”yê da her li ser rêça wî behsa rola xirab a çîna şêxan dike û cih dide bîr û boçûnên wî yên li ser vê mijarê (M…X, 1331: 21-22).

Dîyar e, Xelîl Xeyalî dîwana Hacî dike serçavîya hizirên netewetîya kurdî û bi nivîsarên xwe yên berdewam wî li ser textê kanonê dide rûniştandin. Ji ber vê giringîpêdana Xeyalî bi Hacî, di kovara Jînê da Süleymanîyeli Tevfik (Pîremêrd) dîyar dike ku Xelîl Xeyalî berhemên Hacî Qadir “îhya dike” ku tekane şîngêrê kurdayetîyê ye (Tevfik, 1985: 365-366). Ev nîşanî me dide ku eger pêngava yekem a kanonkirina Hacî ji alîyê şexsê wî û ronakbîrên malbata Bedirxanîyan ve hatibe avêtin pêngava duyem ji alîyê Xeyalî ve hatîye avêtin û Xeyalî bûye beşdarekî giring di dîyarkirina kanona edebîyata neteweyî da. Jixwe Xeyalî di dema xwe da di nav kurdên Stenbolê da wek mamostayê kurdayetîyê dihat zanîn û bi hizirên xwe îlham dida gelek ciwanên wê serdemê (bnr: Malmîsanij, 2002: 68).

Wek rojnameya yekem a kurdî ya li Îraqê di çendîn hejmarên rojnameya Têgeyîştinî Rastîyê da her bi pesin behsa giringîya helbestên Hacî Qadirê Koyî tê kirin û helbestên wî yên neteweyî û nîştimanî tên weşandin. Li gor rojnameyê, Hacî Qadir helbestvanekî bêwêne yê kurd e û gelek neteweperwer e, ji ber vê jî mîna helbestvanên din xwe bi zulf û xalên yarê mijûl nake û di helbestên xwe da behsa rewşa civakî ya qewmê kurd dike da ku ciwanên azad û neteweperwer ên kurd di paşeroja nêzîk da ji bo bilindîya qewmê xwe têbikoşin (1918: 24/3-4). Rojname di çend hejmarên xwe da berdewam behsa cîyawazîya helbestên Hacî Qadirî dike û her beyteke helbestên wî “ummana civatnasî û îslahê” dide zanîn. Li alîyê din helbestên Hacî wek çavkanîya hestên neteweyî û nîştimanî dide zanîn ku her kesê wan bixwîne nikare xwe ji bin karîgerîya van hestan rizgar bike (1918: 25/2). Loma jî weşandina helbestên wî wek xemilandina rûpelên Têgeyîştinî Rastîyê dide zanîn û heyranîya xwe li hember “asarî nefîsey Hacî Qadir”î derdibire û dîyar dike ku li ku derê çavên wan bi beyteke Hacî Qadir bikeve dê bi şanazî biweşînin (1918: 33/3-4).

Hevindê Sorî di hejmara çarem a Hawarê da piştî ku li ser jîyana Hacî Qadirî agahîyên giştî dide wî helbestvanê yekem dide zanîn ku helbestên neteweyî nivîsîne û karê hişyarkirina gelî girtîye ser xwe (1932: 7). Di heman hejmarê da di bin sernavê “Ey Kurdîne Wuşyar Bibin”ê da helbesteke wî ya neteweyî tê weşandin ku bi risteya “Xakî Cizîr û Botan…”ê dest pê dike (Koyî: 1932: 5). Di heman kovarê da Celadet Bedirxan jî behsa Hacî dike û cara pêşî ew bi awayekî rasterast wî wek Xanîyê duyem bi nav dike. Navborî di nivîsara xwe ya “Klasîkên Me”yê da dîyar dike ku: “Hacî Qadirê Koyî Xanîyê didowan e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şihir û qesîdeyên wî tev da li ser milet û welêt in”. Piştî vê tesbîtê li ser dîwana wî agahî dide û di dawîya van agahîyan da helbesta “Zemane…”yê ku di rojnameya Kurdistanê da jî hatibû weşandin, careke din diweşîne û dîyar dike ku: “Ezê îro şihreke Hacî e neçapbûyî belav bikim. Herwekî me got Hacî perestişkarê Xanî bû. Hacî li ser Memozîna bavê min a destnivîs şihira jêrîn nivîsandîye” (Azîzan, 2012: 564). Bi vî awayî helbesta “Zemane…”yê dibe nîşaneyeke giring a kanona edebîyata neteweyî ku tê da Xanî wek bavê helbesta neteweyî tê destnîşankirin û Hacî jî wek damezirînerê wê derdikeve pêş.

Celadet Bedirxan di nivîsareke xwe ya Roja Nûyê da jî piştî navê Xanî navê Hacî hildide û dîyar dike ku Hacî peyama Xanî ya nivîsîna kitêbên kurdî bi hişmendîyeke modern şirove kirîye û dema gotîye: “Le dewrî ême roman û cerîde / Egerçî meqsed e zanînî baw e” baş zanîye ku ev armanc bi xwendina medreseyên berê naçe serî. Loma jî dibêje: “Belê Xanî digot ‘Bixwîne’, Koyî li gora wextê xwe, bi ser ve zêde dikir û digot: ‘Bi awayê nû bixwînin’ pê dikeve mezinên kurdan sûcdar dike ku berjewendîyên xwe di ser berjewendîyên miletî da girtine” (1943: 1).

Refîq Hîlmî di Şî‘r û Edebîyatî Kurdîyê da di çarçoveya hizira neteweyî da bal dikêşe ser taybetmendîya kanonîk a Hacî û wî wek “bulbulî nîştimanperwerî kurd” bi nav dike ku di sedsala 19an da navûdengê wî belav bûye. Bi dîtina wî, evîna milet û nîştimanperwerîyê ji zarokîyê ve ketîye dilê Hacî, ji ber vê helbestên wî seranser li ser welat û miletî dizane. Hîlmî weha nîşan dide ku dilê Hacî bi hemaseta agirîn a neteweperwerîyê dagirtî bûye û ji vî alîyî ve rola Namik Kemalê helbestvanê welatperwer ê tirk dîtîye di nav kurdan da (Hîlmî, 2010: 87). Navborî li ser karîgerîya helbestên Hacî û rola wî ya kanonîk weha dibêje:

Tu gumana min nîne, ku ruhê mubarek ê Hacî li asmanê bilind agahdarê vê yekê ye ku îro helbestên wî mîna ayetên qudsî li ser qelem û zimanê kurdan carî ye. Eger bizane ew xortên ku di dema wî da xezelên rengîn ên hevrîşmî ji ber dikirin, niha xezelên nayab û binirx ên Hacî ji ber dikin, dê ji xweşîya dil dev ji wî asmanê bilind berde, vegere dinyayê û bê nav me. Lê Hacî vê naxwaze! Tiştê ku ew li benda wê ye li ku ye? Hêja dûr e, gelek dûr e (Hîlmî, 2010: 91).

Elaeddîn Seccadî jî di Mêjûy Edebî Kurdîya xwe da dema behsa Hacî dike wî wek “pêşengê karwanê helbestvanên welatperwer, stêrkeke geş a milet û bilbilekî xweşawazê qewmîyetê” dide zanîn di lalezara Kurdistanê da (1389: 334). Seccadî di çarçoveya hizir û şîretên Hacî yên di derbarê nîştimanperwerîyê da digihîje wê bawerîyê ku Hacî bi van hizir û xeyalên xwe digihîje payeya helbestvanên herî mezin ên nîştimanî yên Ewropayê (1389: 348) û bi van gotinan xweserî û cîyawazîya wî destnîşan dike.

Ji alîyê kesayeta kanonîk a Hacî ve yek ji hewldanên herî manadar jî danîna peykereke (kotel) wî ye li Koyeyê. Piştî Peymana 11ê Adarê (1970) wek destkefteke neteweyî dema Korrî Zanyarî Kurd tê damezirandin wek reflekseke neteweyî ev dezgeh ji sala damezirandina xwe ve danîna peykerê Hacî dike bernameya xwe û di hejmara xwe ya pêşî da jî piştî ku bal dikêşe ser payeya Hacî Qadir a di jîyana neteweyî û ronakbîrî da dîyar dike ku sala 1971ê dema li Koyeyê li ser navê Hacî ahengek hatîye lidarxistinê li ser navê Korrî Zanyarî Kurdê endamê kara yê Korrê Hejarî mizgînî daye xelkê Kurdistanê ku bi hewldanên Korrî Zanyarî Kurdê dê Wezareta Şarewanîyê peykerekî Hacî Qadir li Îtalyayê bide çêkirin û li meydaneke Koyeyê bê danîn (1973: 316). Herweha di heman kovarê da biryara çapkirina dîwana Hacî (1973: 530) û pirtûka Mesûd Mihemedî ya li ser jîyan û helbestên Hacî Qadirî jî tê dayîn (1973: 317). Di hejmara duyem a Korrî Zanyarî Kurdê jî tê dupatkirin ku dê Dîwana Hacî bi vekolîneke taybetî bê weşandin û nûçeya temamkirina peykera wî tê dayîn ku li Îtalyayê ji alîyê Xalîd Rehalî ve hatîye çêkirin. Piştî ku peyker tê, Korrî Zanyarî Kurd jê ra du lewhe dide çêkirin û çend beyt û sala jidayîkbûn û mirina wî li ser wan dide kolandin (1974: 861). Di encamê da sala 1973yan bi ahengeke mezin serokê Korrî Zanyarî Kurdê Îhsan Şêrzad li Koyeyê perdeyê li ser peykera Hacî hildide, Mesûd Mihemed gotarekê pêşkêş dike û Hêmin jî helbestekê li ser kesayeta Hacî Qadirî dixwîne (1974: 862). Di nav gelek helbestvanên navdar da danîna peykerê Hacî ji alîyê akademîyeke zimanî ve ku pêşvebirin û yekxistina zimanî ji xwe ra kirîye armanc, karekî jirêzê nîne û ji danîna peykerekî zêdetir sembolîzasyoneke neteweyî ye ku ji hemû helbestvanên din bêhtir Hacî hêjayî vê hatîye dîtin.

Bêguman di seranserî sedsala bîstî da Hacî bi hizir, helwest û helbestên xwe dibe mijara gelek kovar, rojname, pirtûk û gotarên kurdî û bi şiroveyên cuda cuda wek Xanîyê duyem yan jî pêşengê kurdayetîyê tê pejirandin û li ser vê rêçê, hêza wî ya kanonîk tê çespandin ku di beşên jêrîn da jî em dê cih bidin hin hûrgulîyên din ên vê dîyardeyê.

  1. ŞIROVEKIRIN Û KANONKIRINA HACÎ DI NAV RONAKBÎRÊN ÇEPREW Û NETEWEYÎ DA

Çarenûsa Hacî û Xanî ew çend li hev diçe ku şirove yan şaş-şiroveyên ku li ser wan hatine kirin jî gelek nêzî hev in. Piştî salên çilî bi xurtbûna tevgera çînayetîyê çawa ku gotara neteweyî û çînî di nav ronakbîrên kurdan da tê têkelkirin, kesayetên neteweyî û edebî jî dibin qada pevgihîştina van her du gotaran. Ji ber vê herwek şaş-şirovekirina Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî jî ji alîyê ronakbîrên çeprew ve wek kesayetekî dijberî çîna derebeg tê şirovekirin û bi têgeh û têgihîştineke çeprewane tê wênekirin. Di vê çarçoveyê da Mihemedê Mela Kerîm helbesta berî Hacî wek helbesta derebegîtîyê dide zanîn ku xwe dispêre pesindana Xwedê, Pêxember, kesayetên mezin û mijarên dildarî, qehremanî û şerî lê helbesta Hacî dijberî qeyd û bendên kevneperestîyê wek helbesteke neteweyî dide zanîn (2008: 23). Ji ber vê Hacî wek pêşeng û dilsozekî mezin ê neteweya kurd li qelem dide ku ruhê xwe ji bo pêşvebirina kurd û Kurdistanê bext kirîye. Di vir da xala balkêş ew e ku Mela Kerîm hertim nakokîya Hacî û mirovên kevneperest derdixe pêş û hewl dide vê rewşê bi çemkên çepîtîyeke şoreşgêrane berçav bike (2008: 123). Tevî vê yekê dema hin boçûnên Hacî li îdeolojîya çeprew a Mela Kerîmî naguncin bi awayekî nazikane rexne lê digire û wek neteweyeke bindest û azadîxwaz dijayetîkirina ermenan ji alîyê Hacî ve tiştekî şaş dide zanîn. Herçend di çapa duyem a xebata xwe da vê helwesta Hacî bi netewetîya burjuvayî ya wê demê ya ermenan ve girê bide û bixwaze vê rexneya xwe binermijîne jî (2008: 142) bi angajmana xwe ya îdeolojîk ve girêdayî dimîne.

Mesud Mihemed vê helwesta ronakbîrên çeprew şaş dibîne û dîyar dike ku gelek ronakbîrên nû yên kurd ku mebesta wî ronakbîrên çep in, Hacî wek “heykelekî şekirî” didin nîşandan ku xizmeta bîr û bawerîyên wan ên sîyasî bike. Li gor wî, ev kes Hacî ji dem û cihê wî dadibirin û wek kesayetekî serdema xwe şirove dikin. Ji ber vê jî bi dîtina wî ev kes dixwazin Hacî wek “kurê reş û rûtekî” berçav bikin û wî li dijî çîna burjuva û derebegan nîşan bidin û “herwek binemayeke îdeolojîya çeprew bi yek çavî li hemû gelan temaşe bike” û tu cîyawazîyê nexe navbera gelên bindest (2010/1: 14). Bi vî awayî Mesud Mihemed li dijî vê yekê derdikeve ku Hacî ji hizirên netewetîyê bê dûrxistin û di çarçoveya kanona çînî da bê nirxandin. Li hember vê, pozîsyona Hacî di nav kanona edebîyata neteweyî da bihêz dike û dîyar dike ku ramanên Hacî di helbestên wî yên sade û rewan da bi awayekî aşkera xuya dibin û helbestên wî tu tewîlên ji mebestê dûr hilnagirin (2010/1: 17). Loma jî Hacî wek “ewlîyayekî netewetîya kurdî” derdixe lutkeyê ku ji hemû xweşî û lezetên dunyayê dest kêşaye û nûnertîya êş û hêvîyên miletê kurd kirîye. Mirov dikare van gotinên jêrîn ên Mesud Mihemedî di çarçoveya çêkirina kanona edebîyata neteweyî da bixwîne ku bi tebîrên tesewûfî dixwaze nîştimanperwerîya Hacî nîşanî me bide û wî ji “şaş-şirovekirin”ên ronakbîrên çeprew rizgar bike.

Di wê cîhana fireh a tijî ji esbabên lezet û şehwetê da, Hacî Qadir bi qasî serê derzîyê hêvîya xweşîyê û daxwaza cih û semyanê nekir. Ne ku nekarîye wan bi dest bixe, bi dilê xwe telaqê wan avêtîye û dest ji wan kişandîye û berê xwe daye eşqa miletî û sewdaya nîştimanperwerîyê. Mîna ku tu bêyî kaseya tijî şerab vala bikî û bi bizotan dagirî. Hacî Qadir jî bi daxwaza xwe ew wacib xistîye stûyê xwe, dilopa dawî ya hezkirina mal û koşknişînî û hevrîşimpoşîyê di dilê xwe da çikandîye û di cihê wê da xetîreya heqperestî, welatparêzî û miletdostîyê hilkirîye, xwe pê ron kirîye û ji bo wê şewitîye… Hacî Qadir ji yek peywendîyê zêdetir têkilîya wî bi dunyayê ra nebûye, ew jî peywendîya xewna welatperwerîyê ye, ji hemû alîyan ve hezkirina axa Kurdistanê, xelkê Kurdistanê, zimanê kurdî, dîroka kurdî, mafên kurdan û hemû tiştên kurdan (2010/1: 38).

Herwekî dîyar e, Mihemed li hember “heykelê şekirî yê çeprewan” Hacîyekî “nûranî û pîroz” derdixe pêşberî me ku di dilê wî da ji bilî evîna neteweyê tu meyleke mirovî ya jirêzê nebûye, tenê ji bo kurdayetîyê jîyaye, loma jî wek ferîşteyekî kurdewarîyê ji hemû qehreman û ferîşteyên din balatir e û her kesê ku bixwaze li ser vî ewlîyayê neteweperwerîyê biaxive divê “bi destnimêj û tobe û îstîxfarê dest bi karê xwe bike” û di serî da ronakbîr hemû milet xwe deyndarê wî bizanin. Ji ber vê, gilî li edîbên kurd dike ku bi qasî mijûlî Pol Ropsinî dibin ew qas berê xwe nadin Hacî Qadirê Koyî û di gel ku pêwîstîya Ropsinî bi piştgirîya kurdan nîne jî bi gotina wî “ev kesên xwelîliser” parîya devê xwe derdixin û ji kesên mîna wî ra dikin xêr û sedeqe (Mihemed, 2010/1: 40). Bi vî awayî Mihemed bi awayekî aşkera li hember kanona çeprew hêz dide kanona neteweyî û Hacî Qadirê Koyî wek serkêşê vê kanonê bi pesn û mezinkirinê berçav dike.

Li hember vê, Ebdulsetar Tahîr Şerîf di çarçoveya netewetîya çeprew da li dijî boçûnên Mesud Mihemedî hewl dide Hacî bi çemkên netewetîya çeprew şirove bike. Ji ber vê di pirtûka xwe ya Hacî Qadir Şa‘îrî Şoreşgêr û Pêşkewtinxwaz û Dîmukratî Netewey Kurdê da wênekirina Hacî ya Mesud Mihemedî wek alîgirîya çîna derebeg û şêwandina rastîya Hacî dide zanîn (1977: 37). Li gor wî du cure kurdayetî hene û kurdayetîya ku Mesud Mihemed nûnertîya wê dike xwe dispêre çîna axa, derebeg û hêzên emperyalîst. Loma jî vê kurdayetîyê kurdayetîyeke sexte dide zanîn ku ji bilî wêrankirina mala xelkê tu sûdeke wê nîne. Li hember vê, kurdayetîya çeprewan pêşketinxwaz, rasteqîne û dirust dide zanîn (1977: 55). Ji ber vê jî Hacî di nav bereya kurdayetîya duyem da bi cih dike û herwek ji navê pirtûka wî jê tê famkirin Hacî bi sifetên netewetîya çeprew pênase dike:

Hacî helbestvanekî neteweyî bûye, di qonaxa xwe da hevtayê wî kêm bûn. Li Kurdistanê yek ji wan kesan e ku bi tilîyan tê nîşandan. Li bajarê Koyeyê jî bê hevta bû. Herweha helbestvanekî şoreşgêr bû (Şerîf, 1977: 94).

Marif Xeznedar jî di pêşgotina pirtûka navborî da piştgirî dide Ebdulsetar Tahîr Şerîfî û di çarçoveya netewetîya çeprew da Hacî şirove dike. Ji ber vê jî bi gotina wî li hember şiroveyên “paşverûyekî mîna Mesud Mihemedî” piştgirî dide hizirên “ronakbîrekî pêşketinxwaz, demokrat û sosyalîstekî mîna Ebdulsetar Tahîr Şerîfî” (Xeznedar, 1977: 7-9). Xeznedar hizirên Mihemedî yên li dijî sosyalîzmê “jihevketî, yeknegirtî, kevneperest, rizî û bêhnpêketî” dide zanîn û têgihîştina wî di çarçoveya “xwîna pak, nijada pak, mala mezin, birayê mezin” da bi faşîzmê tawanbar dike (1977: 29). Ji ber vê, Hacî li hember derebegên ku nûnerên Sultanê Osmanî, Şahê Ecem, şêx û melayan in, wek nûnerê çîna hejar dide nasîn ku xwestîye xelkê kurd di wê serdemê da ji çewsandina wan hêzan rizgar bike (1977: 19). Xeznedar pesindana hin axa û malmezinan ji alîyê Hacî ve bi alîyê wan ê mirovî ve girê dide û wî wek kesekî şoreşgêr û dijberî derebegan dide zanîn û ji bilî vê qayîl nabe ku Hacî bi tu tiştekî din bê tewsîfkirin.

Hacî gelek realîst bûye, ji ber vê pirtir behsa başîya reş û rûtan kirîye, lewra ev xwedî başîyên gelek in û kêmtir jî behsa hinek nûnerên çîna jorîn a kurdî kirîye lewra başîyên wan kêm in û zilamê baş jî di nav wan da kêm derdikevin… Hacî ji şoreşgêr û dijminê derebegan pê ve tu tiştekî din nîne, eger pesnê hinek nûnerên wê çînê jî dabe ji ber alîyê wan ê mirovî ye, lewra Hacî bi giştî li dijî kiryarên çîna jorîn e. Dîyar e, di hemû zemanekî da ji çîna jorîn zilamên baş derketine û di nav çîna jêrîn da jî zilamên xirab hene lê ne ew başîya kêm, wan ji zulm û zora kevneperestîyê rizgar dike û ne jî ew xirabîya kêm, navê çîna jêrîn reş dike (Xeznedar, 1977: 22).

Reşîd Findî jî li ser şopa Mesud Mihemedî netewetîyê wek hizireke pîroz nîşan dide û dema behsa wergirtina hizirên netewetîyê dike ji alîyê Hacî ve weha dibêje: “Hacî xweyî hesteka nazik bû û derûnekê pakij û bijûn hebû û axeka pakij bû, bo bîrûbawerîyêt neteweyî, her zûy ew şerbet vexwar û di hinav da çû û dara wî ya hozana neteweyî şîn bû û xemla xwe girt” (Findî, 1996: 68).

Ev gotara mîstîk a netewetîyê hem şêweyê çêkirina kanona neteweyî ya kurdî nîşanî me dide hem jî wê hest û hizirê berçav dike ku li pey dariştina vê kanonê ye, lewra neteweyeke ku di dirêjahîya sedsalekê da di nav serhildan û serkutkirinan da li pey armancên bilind ên neteweyî be gelek asayî ye ku di çêkirina kanonê da gotareke hestî derxe pêş da ku bi rêya edebîyata neteweyî û kesayetên vê edebîyatê berê girseyên gelî bidin qada têkoşîn û fedakarî û gelek caran jî mirinê.

  1. AFIRANDINA ÎMAJA KANONÎK A HACÎ QADIRÊ KOYÎ DI HELBESTA KURDÎ DA

Di sedsala bîstî da piranîya helbestvanên neteweperwer ên kurd di bin karîgerîya xwendingeha neteweyî ya Hacî Qadirê Koyî da dimînin, pê ra dikevin nav peywendîyên navdeqîtîyê û hêz didin kesayeta wî ya kanonîk. Ev peywendî bi awayekî berbiçav di çarçoveya teyîd û guncandin û bihêzkirina ramanên Hacî da derdikevin pêşîya me ku giringîdana zimanê kurdî, perwerdekirina gelî, hevgirtina neteweyî, nostaljîya dîrokî, destkêşa helbesta eşqbazîyê, destnîşankirina dijminên derekî û navxweyî, rêbertîya helbestvanên neteweperwer û geşkirina berhemên xwemalî ji van mijaran in ku di bin sîbera wî da ji alîyê helbestvanên sedsala bîstî ve tên behskirin (bnr: Ergün, 2017). Lê ji nav vê lîsteya dirêj û mijarên curbicur hinek kes rasterast û bi pesin behsa vê karîgerîyê dikin. Ji van helbestvanan hinek jê rasterast Hacî wek pêşengê vê kanonê destnîşan dikin lê hinek jî wek arasteya giştî wî wek Xanîyê duyem li qelem didin.

Esîrî di helbesteke xwe da navê Hacî di gel karakterên dîrokî yên mîna Selahedîn û Kerîm Xanî tîne û wî wek rizgarkerê kurdan dide zanîn: “Çawenorre gîyanyan bê şubhe bo rizgarî to / Şah Selaheddîn û Hacî, çend Kerîm Xanit heye” (Esîrî, 2006: 226). Ji bilî vê rola wî ya civakî û sîyasî wî wek serkirdeyê helbestvanên kurd jî dide zanîn û dibêje: “Ey Esîrî dem be dem şa‘îr le mîllet zîyad ebê / Hacî Ebdulqadirî Koyî welê serkirde ye” (Esîrî, 2006: 224). Esîrî bi van gotinan bi awayekî aşkera di kanona neteweyî da pêşengtîya Hacî destnîşan dike û li ser rêbaza wî qadên sîyasî û edebî têkelî hev dike û di her du qadan da jî pêşengtîya wî destnîşan dike.

Goran di helbesta “Yadî Bêkes”ê da dema rewşa nebaş a Kurdistanê bi bîr tîne wek rêzbendîya kanona neteweyî pêşî dibêje: “di baxekî da Xanî hêstir dirijand” paşê jî cih dide Hacî û dibêje “dilê Hacî di agir da dibirja” (Goran, 1389: 252) û Bêkesê helbestvan wek mîratgirê van her du pêşengan dide zanîn. Hejar jî herwekî Goranî piştî Xanî, Hacî wek mamostayê duyem ê Bêkesî dide zanîn ku alaya kurdayetîyê ji Xanî wergirtîye û “di şevên reş û tarî û rêçên teng û zirav da” bê ku hest bi tirsê bike alaya kurdayetîyê gihandîye heta Bêkesî.

Hacî Koye le paş Xanî

Allakey xiste ser şanî

Be hengawî berz û behêz

Be dillî netirs û bê parêz

Be şewgarî reş û tarîk

Le şîw û rêy teng û barîk

Gwê nedaye ne‘retey dêw

Sillî nekird le cind û xêw (Hejar, 1391: 94)

Hejar di helbesta xwe ya “Beserhatekem”ê de, ku ji bo bîranîna heftsalî ya Şoreşa Eylûlê nivîsîye, her du pêşengên kanonîk ên edebîyata kurdî (Xanî û Hacî) bi bîr tîne, bîr û bawerîyên wan wek serçavîya têkoşîna neteweyî berçav dike û helbestvanên mîna Goran, Bêkes û Pîremêrdî jî wek peyrewên wan her du pêşengan dide zanîn.

Ziman û edebîyatekem

Gullî hîwa û awatekem

Pêwîst e bigeşêtewe

Naşê le bîr biçêtewe

Debê allay Xanî hellken

Degell hewranî têkell kem

Şî‘rî Hacî dexwênmewe

Tolle le zoll destênmewe

Goran û Bêkes yad ekem

Gîyanî Pîremêrd şad ekem (Hejar, 1391: 184)

Hejar di pêşgotina Mem û Zînê da dîyar dike ku dema sêzdeh çardeh salî bûye yekem car bi helbestên Hacî Qadirê Koyî hizira neteweperwerîyê nasîye û berî ku Xanî binase Hacî wek “dahênerê kurdayetîyê, bijîşkê derdên komela kurdewarî” nasîye ku dest ji pesindana axa û pîran berdaye, berê xwe daye hezkirina gel û welatî û êrîşî xwînmijên kurdan kirîye. Hejar dîyar dike ku bi rêya helbestên Hacî, “Xanîyê mezin” nasîye û piştî nasîna Xanî têgihîştîye ku Hacî şagirdekî dilsoz ê wî bûye (Hejar, 2010). Bi vî awayî bi çendîn boneyan Hacî piştî Xanî wek mamostayê duyem ê hizira neteweyî destnîşan dike.

Belkî jî hêza kanonîk a Hacî herî baş di helbesta “Deskewtî Xebat”a Hêminî da tê nîşandan ku sala 1973yan di rêûresma danîna peykerê wî da dixwîne. Helbestvan ji ber ku Hacî wek remza rizgarîyê û qîbleya hemû kurdên pak dide zanîn axa bin pêyên wî jî hêjayî têdana ser û çavan dibîne. Bi dîtina wî, Hacî hemû jîyana xwe di rêya gelî da xerc kirîye, tevî ku gelek zehmetî dîtine jî tu carî xwe ji vê xizmetê dûr nexistîye, hertim bê tirs û şayîş li dijî bîyanîyan rawestaye û bûye remza rizgarîyê. Ji ber vê, bi raya wî, Hacî bi dengê xwe razayî hişyar, dijmin jî serberjêr kirine û berê xortên kurd daye şoreşa hevçerx. Helbestvan, bi gotina “le to fêr bûn xebat, qazî û melaman”ê jî bi awayekî amajeyî dîyar dike ku kesê ku xebata rizgarîya neteweyî fêrî Qazî Mihemed û Mela Mistefa Barzanî kirîye Hacî Qadirê Koyî bûye. Bi vî awayî xort, serkirde û hemû helbestvanên kurd wek şagirdê Hacî dide zanîn, “gotinên wî yên şîrîn ji bo kurdan pend û şîret û dijûnên wî jî binirx û baş” qebûl dike. Di dawîya helbesta xwe da ji Hacî ra dîyar dike ku ji serdema wî heta niha tu tiştekî ji bindestîya kurdan neguherîye lê li ser bingeha ku Hacî danîye êdî destjêberdana têkoşînê ne mumkîn e.

Debînin kotellî Hacî le kwê ye

Debînin kotellî şasiwarî Koyî

Ke rojêkî be pêyan lêre royî

Çilon bo surme nabê xakî şarêk

Ke Hacî pêy le ser danabê carêk

Ewe kotell nîye remzî necat e

Ewe deskewtî çend salley xebat e

Ew rûgey hemû kurdêkî pak e

Ew cêgay nîyaz e, pîr e, çak e

Bûtî sahebdillanî dillbeso ye

Ke ewro pêy denazê şarî Koye

Sillaw ey Hacî ey rolley zemane!

Le sayey towe her cêkî hemane

Hemû jînit le rêy gel da bext kird

Heta rêgay xebatit bo text kird

Gelêkit dî xerîbî û tall û siwêrî

Nebû satê le xizmet xoy bibwêrî

Be gij bêgane û xomane da çûy

Le gij dêwezme û dêwane ra çûy

Netirsay û nexecllay û nelerzî

Çi meşhûrî, çi rûsûr î, çi berz î

Hemû şagirdî ton şîrinkelaman

Le to fêr bûn xebat, qazî û melaman

Be dengî to xewall û raperrîw in

Le tirsî to ye dujmin daperrîwin

Geray efkarî to ye ballî girtin

Kewa rolley gelit seryallî girtin

Be azayî, be zanayî, be wirdî

Çekit da destî şorrişgêrî kurdî

Perrî dîwaneket genc e û xezêne

Wişey şîrînî to dujmintezên e

Hemû pend in qisey sûk û dizêwit

Wekû ballî perî pak e cinêwit

Be nirx e, taze ye, berz e, behêz e

Ewey fermût le barey pîyawî dêz e

“Eger kurdêk qisey babî nezanî

Muheqeq daykî hîz e û babî zanî”

Ke şî‘rî to bizawtî hestî hestan

Hemû sewdaserî serbestî hestan

Le Kurdistan gelêk şorriş berpa bûn

Kurrî kurdî be gij bêgane da çûn

Le mêj sall e derrêjin areq û xwên

Bellam daxî giranim hêşte le kwên?

Ewêstaş derd e kurd nekira ‘îlacî

Ewêstaş kurdî koyle mawe Hacî!

Gelî kurdit nebû hêşta necatî

Be xwênî lawekan sûr e wilatî

Ewêstaş dujminî lasar û bedferr

Dekûjê kurdî bêtawan û laşerr

Ewêstaş her demanken tîrebaran

Denexşênin be xwên kollanî şaran

Ewêstaş pirrpirr in zîndan le lawan

Be xeyrî wey ke kurd in nîyane tawan

Ewêstaş gorrxerîb zor in wekû to

Ewêstaş bê nesîb zor in wekû to

Ewêstaş bêkes û dûreweten hen

Ewêstaş şa‘îrî pîr û reben hen

Ewêstaş şî‘rî wirdî kurdî dedrrin

Zimanî şa‘îranî çakî debrrin

Bellam to dillnîya be pîrî zana!

Binaxêkî wehat bo kurdî dana

Îtir senger betallkirdin mehall e

Îtir kurd û bezîn, xewn û xeyall e (Hêmin, 2708: 255-258).

Letîf Helmet jî li ser vê şopê di helbesta xwe ya “Bo Hacî Qadirî Koyî”yê da Hacî wek pêşeng û rêberekî dide zanîn ku bi rêya wî hîn bûye çawa peyvê bike agir, helbestê bi evînê dagire û Kurdistanê bihebîne. Ji ber vê wek şagirdekî Hacî, xwe berpirsyar dizane ku zarokên kurdan hîn bike da ku helbestên wî ji ber bikin, bi tehma helbestên wî yên hingivîn bihesin û wan li ser hebikên genimên Qeracê û zinarên Hendirînê binivîsin. Li gor Helmetî di roja îro da bi milyonan kurd bi saya ramanên helbestên Hacî dijîn, zarokên Kurdistanê helbestên wî dikin stran û li ser dar û ber û xwendingehên welatî dinivîsin.

Fêrit kirdim

Çon wişe bikem be agir

Çon pirr ewîn kem hellbestim

Çon dar û berd û awî

Kurdistanim biperistim

Minîş minallan fêr dekem

Çon şî‘rî to le ber ken

Çon tamî ken weku hengwîn

Çon şî‘rî to binûsnewe

Le ser hemû

Denke genimêkî Qerac û

Gişt taşe berdêkî Hendirîn…!

To dezanî êstake çendîn milyon kurd

Be bîrî naw şî‘rekanî to dejîn

To dezanî

Çendîn milyon minallî em Kurdistane

Şî‘rit deken be goranî

Deynûsnewe: le ser dar û

Berd û dergay qutabxane..! (Hellmet, 2014: 366)

Abdula Peşêw xwe wek şagirdekî biçûk ê Hacî dibîne û wî jî wîjdana zindî ya Kurdistanê dide zanîn (Peşêw, 2006: 5). Ji ber vê di şirovekirina mijarên neteweyî da gelek caran amaje bi vî “zatê nûranî” dike û hizirên wî wek çavkanîya çareserîyên kêşeyên roja îro derdixe pêş (Peşêw, 2001: 4). Her di vê çarçoveyê da di helbesta xwe ya “Duberekî”yê da Hacî wek kesayetekî pîroz û payebilind tîne ber çavan ku şevekê di xewa xwe da diçe ser gora Hacî, li ber çok datîne û di ber da diçe secdeye, halê perîşan ê kurdan jê ra radigihîne û çareya rizgarîya ji vê rewşa xirab jî di hizirên wî da dibîne. Loma jî li ser zimanê Hacî dîyar dike ku di rewşeke weha da divê Hacî bê vejandin û di şûna wî da jî duberekîya nav hêzên sîyasî yên kurdî bê binaxkirin. Bi taybetî îmaja çokdanîn û çûna secdeyê desthilata kanonîk a Hacî bi awayekî estetîk tîne ber çavan û nîşan dide ku di roja îro da jî ramanên Hacî di nav ronakbîr û civata kurdî da zindî û karîger in.

Şew le xewma,

Aramgey Hacîm dîtewe.

Çokim dada, sujdem bird boy.

Gutim: Hacî, perêşan în!

Serî kiz kird,

Destî dana ser dillî xoy.

Gutî: “Merd be, zîndûm kewe!”

Gutim: “Gewrem,

Min ‘Îsa nîm,

Çon zîndût kemewe, bêje?”

Gutî: “Lêre derim bêne,

Duberekî

Le şwênekey min binêje!” (Peşêw, 2014: 135-136)

Hemû ev mînak nîşan didin ku di seranserî sedsala bîstî da ji ber çaresernekirina kêşeyên neteweyî yên kurdan, raman û helbestên Hacî Qadirî yên ku di nîvê duyem ê sedsala nozdehan da hatibûn berhemanîn, di sedsala paşê da jî her zindî bimînin û xwendingeha wî ya neteweyî ji alîyê peyrewên wî ve her bê geşkirin. Di rewşeke weha da kanona neteweyî ya ku Hacî bingeha wê datîne û bavê wê destnîşan dike bi beşdarî û peyrewîya kesên nû her ku diçe xurt dibe. Bêguman ev beşdarên nû jî wek nîşaneya şopînerîya “bavê îcadkirî” (Xanî) û “bavê damezirîner” (Hacî) îmaja wan a kanonîk xurt dikin û hizirên wan teyîd dikin.

ENCAM

Di encamê da mirov dikare bibêje kanona edebîyata neteweyî yek ji wan mijaran e ku peywendîyeke bihêz di navbera edebîyat û netewetîyê da çê dike û pîvanên sîyasî û edebî têkelî hev dike. Ji ber vê, berhemên ku di çarçoveya kanona neteweyî da tên destnîşankirin ne tenê ji ber hêza xwe ya edebî, belkî jî zêdetir ji ber naverok û temsîlîyeta xwe ya neteweyî qîmet werdigirin û dibin berdevkê kesayeta manewî ya neteweyekê. Loma jî, berhemên kanonîk di dirêjahîya demê da hertim li gor pêwîstîyên sîyasî û civakî yên neteweyekê dubare tên şirovekirin û bê ku çarçoveya wan a dîrokî û nîyetên nivîskarên wan li ber çavan bên girtin wek berhemên anonîm di her dem û gavê da ji nû ve tên afirandin. Ev jî dibe sedem ku manaya derekî ya berhemê gelek caran bikeve pêşîya manaya navekî û rêçika wê dîyar bike.

Herwek neteweyên din di edebîyata kurdî da jî di çarçoveya pêşketina hizirên neteweyî da kanoneke edebîyata neteweyî tê avakirin. Di nav kurdan da cara pêşî Hacî Qadirê Koyî hewla danîna vê kanonê dide û Mem û Zîna Xanî wek çavkanîya kanona neteweyî destnîşan dike. Hacî, piştî Xanî di vê kanonê da payeya kesê duyem dide xwe û di manaya heqîqî da dibe danerê kanona neteweyî. Bi vî awayî bi helbestên xwe yên neteweyî di manayeke modern da dibe nûnerê netewetîya kurdî û bi van hizirên xwe karîgerîyeke mezin li ser helbestvanên piştî xwe çê dike. Ji ber vê di dirêjahîya sedsala 20î da ronakbîr û helbestvanên neteweperwer ên kurd, Hacî wek Xanîyê duyem û rêberê helbesta neteweyî destnîşan dikin û bi çendîn awayên cîyawaz amaje bi hizir û naveroka helbestên wî dikin. Bi vî awayî Hacî di edebîyata kurdî da wek kesayetekî kanonîk cihê xwe digire û dibe serçavîya îlhamê ji bo nifşên paşerojê.

ÇAVKANÎ

Alan, R.. Bendname. İstanbul: Peywend, 2013.

Baki, E.. Ulusun İnşası ve Resmi Edebiyat Kanonu. İstanbul: Libra Kitap, 2013.

Bedirxan, M. S.. Berî Şîrê Qelem. Rojî Kurd. Koma Xebatên Kurdolojîyê (Amadekar) 189-194. İstanbul: Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2013.

Bedir-Xan, C. A. Merhele. Roja Nû. 1,1-2, 1943.

Belge, B. Türkiye’de Kanon, Sanat ve Edebiyat Yazıları. 81-93. İstanbul: İletişim, 2009.

Bloom, H. Batı Kanonu Çağların Ekolleri ve Kitapları. Çiğdem Pala Mull (Çev.). İstanbul: İthaki, 2014.

Bruinessen, M.. Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Rola Wê ya di Pêkhatina Hişyarbûna Neteweyî ya Kurd de. Sempozyuma Ehmedê Xanî ya Navneteweyî (149-159). Dîyarbekir: Gün Matbaacılık, 2008.

Elî, C. Nasyonalîzm û Nasyonalîzmî Kurdî. Hewlêr: Endêşe bo Çap û Billawkirdnewe. 2013.

Ergün, Z. Di Helbesta Kurdî da Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendîyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn. Nûbihar Akademî. 1, 11-31, 2014.

Ergün, Z. Nerît û Helbest. İstanbul: Nûbihar, 2017.

Ergün, Z. “Dahênana Mem û Zîna Xanî Wek Berhema Sereke ya Kanona Neteweyî ya Kurdî”. Nûbihar Akademî 9 (2018), 31-57.

Eriksen, T. H. Etnisite ve Milliyetçilik. E. Uşaklı, (Çev.). İstanbul: Avesta, 2002.

Esîrî. Dîwanî Esîrî. Hewlêr: Dezgay Çap û Billawkirdnewey Aras, 2006.

Findî, R. Xanî û Hacî. Dihok: Çapxana Kulîja Şerî‘ê, 1996.

Gellner, E.. Uluslar ve Ulusçuluk. B. Ersanlı & G. Göksu Özdoğan (Çev.). İstanbul: Hil Yayın, 2013.

Goran, E. Dîwanî Goran. Tihran: Billawkirawey Panîz, 1389.

Hejar. Bo Kurdistan. Sine: Pexşangay Hejar, 1391.

Hellmet, L. Dîwanî Letîf Hellmet. Silêmanî: Nawendî Xezelnûs Bo Çap û Billawkirdnewe, 2014.

Hêmin. Dîwanî Hêmin Sercem Şî‘rekanî Mamosta Hêmin. Silêmanî: Pexşangay Azadî, 2708.

Hîlmî, R. Şî‘r û Edebîyatî Kurdî. Hewlêr: Dezgay Çap û Billawkirdnewey Aras, 2010.

Jusdanis, G. Gecikmiş Modernlik ve Estetik Kültür Milli Edebiyatın İcat Edilişi. Çev. T. Birkan. İstanbul: Metis Yayınları, 1998.

Korrî Zanyarî Kurd. “Le Beheştî Yadî Hacî Qadirî Koyîyewe Çend Hewallêkî Nwê”. Govarî Korrî Zanyarî Kurd. 1, 1, 316-321, 1973.

Korrî Zanyarî Kurd. Çend Hewallêk. Govarî Korrî Zanyarî Kurd. 1, 1, 526-537, 1973.

Korrî Zanyarî Kurd. Korr û Hacî Qadirî Koyî. Govarî Korrî Zanyarî Kurd. 2, 1, 859-871, 1974.

Koyî, H. Q. Dîwan. S. H. Mîran & K. M. Şarezan (Lêkolînewe û Lêkdanewey). Sine: Şarekitêbî Mîdya, 2707.

Koyî, H. Q. Ey Kurdîne Wuşyar Bibin. Hawar. 4, 5, 1932.

Kurdistan. M. E. Bozarslan (Wer. ji Tîpên Erebî bo Tîpên Latînî). Uppsala: Weşanxana Deng, 1991.

M…X. Ji Mezinên Kurdan ra ye. Hetawî Kurd. 1, 19-22, 1331.

M…X. Şa‘irî Baban û Soran, Hacî Ebdulqadir Qedese Sirel‘alî. Hetawî Kurd. 1, 24-26, 1331.

M..X. Derdê Kurdan Nizanim ji Çi ye. Hetawî Kurd. 2, 25-30, 1331.

M.X. Ji Qesîdê Hacî Rehmetî Têne Zanîn Ku. Hetawî Kurd. 3, 21- 22, 1331.

M.X. Serê Vê Jimara Sisîyan da “Bextbireşî û Mahrûmîyan Kurdan. Rojî Kurd, Koma Xebatên Kurdolojîyê (Amadekar) (225-226). İstanbul: Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2013.

Malmîsanij. İlk Legal Kürt Öğrenci Derneği Kürt Talabe-Hêvî Cemîyeti (1912-1922). İstanbul: Avesta, 2002.

Mela Kerîm, M. Du Babet Le Barey Bîr û Şî‘rî Hacî Qadirî Koyîyewe. Hewlêr: Billawkirawey Aras, 2008.

Mihemed, M. Hacî Qadirê Koyî (Beşî Yekem). Hewlêr: Dezgay Çap û Billawkirdnewey Aras, 2010.

Modanî, X. Pîroznawe. Rojî Kurd. Koma Xebatên Kurdolojîyê (Amadekar) (156-159). İstanbul: Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2013.

Modanî, X. Ziman û Nezanîya Kurdan. Rojî Kurd. Koma Xebatên Kurdolojîyê (Amadekar) (160-162). İstanbul: Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2013.

Peşêw, E. Hespim Hewre û Rikêfim Çîya. Kurdistan: Çapxaney Rojhelat, 2014.

Peşêw, E. Çend Serincêkî Serpêy Derbarey Mêdya û Ziman, Media. 91, 3-4,11, 2001.

Peşêw, A. Yekgirtû. 574, 5, 2006.

Seccadî, E. Mêjûy Edebî Kurdî. Senendec: Billawkirdnewey Kurdistan, 1389.

Smith, A. D. Ulusların Etnik Kökeni. S. Bayramoğlu & H. Kendir (Çev.). Ankara: Dost Kitabevi Yayınları, 2002.

Süleymanîyeli Tevfik. Jîn. M. E. Bozarslan (Amadekar) (365-368). Uppsala: Weşanxaneya Deng, 1985.

Sorî, H. Hacî Qadir Koyî. Hawar. 4, 7, 1932.

Şerîf, E. T. Hacî Qadir Şa‘îrî Şoreşgêr û Pêşkewtinxwaz û Dîmukratî Netewey Kurd. Bexda: Billawkirawey Rojî Kurdistan, 1977.

Tek, A. Hamisiz Şair Babasız Metin. İstanbul: Nûbihar, 2018.

Têgeyîştinî Rastî. Edebîyatî Kurdî. Têgeyîştinî Rastî. 24, 3-4, 1918.

Têgeyîştinî Rastî. Edebîyatî Kurdî. Têgeyîştinî Rastî. 25, 2-3, 1918.

Têgeyîştinî Rastî. Edebîyatî Kurdî. Têgeyîştinî Rastî. 33, 3-4, 1918.

Xeznedar, M. Lêkolînewey Zanistî le Edeb da Arezû û Xeyal Nîye!. Hacî Qadir Şa‘îrî Şoreşgêr û Pêşkewtinxwaz û Dîmukratî Netewey Kurd (7-31). Bexda: Billawkirawey Rojî Kurdistan, 1977.

Vali, A. “Kürtlerin Soykütükleri: Kürt Tarih Yazımında Ulus ve Ulusal Kimliğin İnşası”. A. Vali (Amadekar) F. Adsay & Ü. Aydoğmuş & S. Kılıç (Wer.). Kürt Millîyetçiliğinin Kökenleri (83-134). İstanbul: Avesta, 2005.

___

[1] Bêguman berî Hacî jî gelek helbestvanên kurd dikevin bin karîgerîya Xanî û di çarçoveya mesnewînûsîyê da pê ra dikevin nav peywendîyên navdeqîtîyê. Ayhan Tek di xebata xwe ya Hamisiz Şair û Babasiz Metinê da (Helbestvanê Bêparêzvan û Deqa Bêbav) Xanî bavê cureyê mesnewîya kurdî dide zanîn û karîgerîya wî ya li ser mesnewînûsên piştî wî destnîşan dike (bnr: Tek, 2018: 84-92). Lê kesê ku cara pêşî bi manayeke neteweyî Mem û Zînê şirove dike û wê dike çavkanîya edebîyata neteweyî Hacî Qadir e.

[2] Di vir da pêwîst e em bal bikêşin ser cîyawazîya nasnameya etnîk û neteweyî ku bi bawerîya me ji bo “bavîtîya Xanî” û “damezirînerîya Hacî” dibe pîvaneke cîyaker. Lewra ji etnîsîzmê cudatir netewetî dîyardeyeke pirhêl e û bi amraz û pêvajoyên modernîyê ve girêdayî ye. Xebatên etno sembolîst ên mîna Smithî nîşanî me didin ku nasnameyên etnîk berî netewetîya modern peyda dibin ku dîroka wan vedigere hezar sala sêyem a berî zayînê (2002: 69). Lê netewetîya modern xwe bispêre nasnameyên etnîk jî di navbera tixûbên sîyasî û çandî da girêdaneke nû çê dike (Smith: 2002: 18) û herwek modernîstên mîna Gellnerî jî amaje pê dikin di çarçoveya çand û welatekî hevbeş da rê li ber beşdarîyên nû jî vedikin (2013: 78).

[3] “Edîbê mazin ê me cenabê “Hacî”, “Xudanê bifezl û kemal qedr û qîmeta kelamê Hacî dizane”, “Hacî we ‘alîcenabek e ku çavê zemanê emsalî nedîtîye”, “Eva şairê bilind payey me Hacî Qadir” (Modanî X, 2013: 156-159). “Hezretî Hacî Ebdulqadirê Koyî quddîse sirrehu es-samî” (Bila sira wî ya bilind pîroz bibe) (M. X., 2013: 225).

Derbar Rêvebir

Check Also

Dewlemendiya zimanê kurdî

Ez bawer dikim huqas nimûne û agahdarî bes e. Ku xwendevan bixwazin li ser zimanê …

Leave a Reply