Yek ji tenga min çû
yek ji te..
kevokek ji dilê min revandin
konê bêbextîyê vedan li warê min
dilê min bê dilê te hiştîn
revoke ew kevoke
her difire li zozanên bîyan
hat pişaftin dilê minê bê war
xemgînîyê xwe raçavkir li asîmanên dil
yek ji tenga min çû
yek ji te
li warê xeyalan difirim
kanîyên dilê te dibare biser min de
zozanan ava dikim
di xeyalên xwe de
jibo te dil dipêjim
liser tendûra eşqê
diherişim bê yê te
Bawer Berbang